Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye

  • rojane
  • 15:17 20 Kanûn 2025
  • |
img
 
 
ENQERE - Dermankirina rojnamevan Aykol ku zêdetirî du mehan e di beşa lênihêrîna awarte de ye, bi antîbiyotîkan didome. 
 
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku di 14'ê Cotmehê de li malê xwîn çû ser mêjiyê wî û ew rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê, didome. Aykol ku li nexweşxaneyê cara sêyan xwîn çû ser mêjiyê wî, du meh û 6 roj in di beşa lênihêrîna awarte de ye.
 
Bijîşkan ragihand ku rewşa wî wekî berê ye û bi awayekî stabil didome.