ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Kanûn 2025
  • |
img
* Hate ragihandin ku Îshak Dayan ê ku bi mehan e li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Burdurê di hucreyê de tê ragirtin, ji aliyê gardiyanan ve gef lê hatiye xwarin û jê re gotine: “Ger tu nebêjî çiqas bextewar e ew kesê ku ji xwe re dibêje ez Tirk im, em ê te bikujin.”
 
* Li Colemêrgê ku gelek gundên wê qedexe ne, welatî tenê salê carekê dikarin serdana gundên xwe bikin. Welatiyan li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “PKK vekişiya, êdî hinceta we nema, gelo çima gundên me hêj qedexe ne?”
 
* Li gundê Tanêr ê Xozatê, 7 jinên kooperatîfa li ber girtinê bû geş kirin û dest bi hilberînê kirin, peyama "Divê jin bighîjin hev û hilberînê bikin" dan.
 
* Endamê Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê Erol Koçer, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin, ne li gorî ruhê pêvajoyê ne û got: “Lêbelê, girtîgeh ezmûna jidilbûna pêvajoyê ne.”
 
* Nûnerê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya Ewropayê Pablo Sanchez Centellas, diyar kir ku divê tevgera karkeran û sendîka di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke sereke li xwe bigirin û destnîşan kir ku demokrasî li taxan dest pê dike.
 
* Xwendekarên Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê, komuna "Koma Zanîngeha Katîp Çelebî ya Kurdî" ava kirin. Xwendekaran, têkildarî komunê got: "Bila xwendekarên din jî bibihîsin û di navbera xwe de komunan çêbikin."  
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêrtiya awarte tê tedawîkirin dê were şopandin.  
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, kongreya xwe li dar bixe. (11.00)
 
* Baskên meşa DEM Partiyê ku bi daxwaza "Budçeya ji bo ked û aştiyê" ji çar aliyan ve dabû destpêkirin dê li pêşiya Deriyê Dîkmenê ya Meclisê bigihije hev. (12.30)
 
* Li Gever a Colemêrgê û Mûşê dê "Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk" were lidarxistin. ( 13.00)
 
* 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê bidome. (13.00-20.00)
 
* Li navçeya Licê ya Amedê dê bi dirûşma "Em li dijî tiryak û fihûşê dimeşin" meşeke girseyî were lidarxistin. (13.00) ZINDÎ
 
* Bi boneya 10'emîn salvegera qedexeya derketina kolanan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin û 288 kes hatibûn qetilkirin dê li Goristana Asrî ya Cizîrê daxuyanî bê dayin. (14.00)