ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 26 Mijdar 2025
  • |
img

* Abdullah Ocalan diyar kir ku PKK şînbûna tovên hêviyê yên veşartî ye ku di sînga gelê bi tunekirinê re rû bi rû maye de ye û got: “PKK tevgerek e ji bo aşkerakirina rastiya Kurdistanê û têkneçûna hebûna wê. Gava piştî wê bidestxistina azadiyê ye.”

* Birayê Mûstafa Amutgan Ahmet Amutgan ê ku 30 sal in girtî ye û tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin, diyar kir ku ev binpêkirinên li girtîgehan li dijî ruhê pêvajoyê ne û xwest ku hemû girtî bên berdan.
 
* Endama herî çalak a tora fihûşê ya li Licê R.M., li ser mêrên xwedî nasnameya polîtîk di bin navê "têkiliya evînê" sîxurtiyê ferz dike.
 
* Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglû bal kişand ser vekişîna Gola Wanê ya ji ber hişkesaliyê û got: "Rêjeya Tejaneya Gola Wanê bi ser rêjeya asayî ya kûrewî de germ dibe; ev êdî ne rewşekî demkî ya demsalê ye, krîzeke avhewayê ya mayinde ye."  
 
* Aborînas Îlhan Doguş, têkildarî budçeya li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê nîqaş li ser tên kirin û got ku êdî karê budçeyê ji polîtîkbûnê derketiye û weke karekî teknîkî tê nîşandan.  
 
*Koordînaetora Projeyê ya Equal Rightsê Anne Pertsch, diyar kir ku di rêya koçê û kampan de ji bo jinên ji ber zextan neçarî koçberiyê bûn tu temînat tune ne û got: "Di her gavê de xetereyeke mezin heye."  
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.
 
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê piştî xwarina taştê ya li Nûnertiya DBP'ê ya Herêma Egeyê biçe serdana malbatan. (10.00-13.00)