Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin

  • rojane
  • 13:45 21 Mijdar 2025
  • |
img

RIHA - Rêveberê KATDER’ê Mehmet Çîçek ê ku li Rihayê weke Apê Mele dihat naskirin û wefat kir, li Pirsûsê hate definkirin. 

Rêveberê Komelaya Alîkarî Piştevanî û Çandî ya Malbatên ku Xizmên Xwe li Axên Qedîm Winda Kirine re (KATDER) yê Rihayê Mehmet Çîçek ku wek Apê Mele dihat nasîn, duh danê nîvro li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çîçek ê ku bi salan li Rihayê di saziyên demokratîk de xebitî, li Goristana taxa Çarmelîh a Pirsûsê hat verşartin. Gelek nûnerên saziyên demokratîk ên Rihayê, rêvebirên komeleyê, malbat, xizmên wî û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyê Çîçek bûn. Di merasîmê de qala têkoşîna civakî û demokratîk a Çîçek hate kirin.