'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'

  • rojane
  • 09:20 17 Mijdar 2025
  • |
img
WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku divê komîsyon, li Abdullah Ocalan guhdarî bike û destnîşan kir ku divê “mafê hêviyê” yê ku mafekî gerdûnî ye, di çarçoveya pêvajoyeke siyasî de neyê nirxandin.
 
Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd di zeminê demokratîk de ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, bi gavên wek xwefesixkirin û vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd a ber bi “Qadên Parastinê yên Medyayê” berdewam kir. Dewlet û desthilatdar ji bilî avakirina KKomîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê tu gavan neavêtin, lê bala cemaweriyê li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, veraskirina hiqûqî ya li ser mafê hêviyê û derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk e.
 
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku dewlet û desthilatdar di warê avêtina gavan de hêdî tevdigerin û ev yek di cemaweriyê de dibe sedema şikestina baweriyê, ev rewş dibe sedema fikarên cidî û got pêwîst e pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe. Ozaraz destnîşan kir ku divê pêvajo ne wekî qonax bi qonax, lê bi awayekî yekgirtî bê rêvebirin û aliyê Kurd di gihandina pêvajoyê ber bi encamê de helwesteke bi biryar nîşan daye û ev tişt got: “Heta îro gava herî mezin a ku dewletê avêtiye, avakirina komîsyonekê di bin sîwana Meclîsê de ye. Niha xebata herî dawî ya ku wê komîsyon bike, guhdarîkirina li rêzdar Ocalan e. Gelek partiyên siyasî piştgiriyê didin guhdarîkirina li rêzdar Ocalan. Rêzdar Ocalan aktorê sereke ye ku vê pêvajoyê bi rêve dibe û bandora gotinên wî di nava PKK’ê de hem jî di cemaweriyê de girîng e. Divê ev rewş tavilê bê temamkirin. Piştî vê yekê, beşdariya herî mezin a ku rêzdar Ocalan wê bike, ne pêvajoya bêçekkirinê ye. Ji ber ku pêvajoya bêçekkirinê temam bû. Ya ji vir şûnde, dê pêşniyarên wî yên li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê bin.”
 
'DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE Û QONAXA ENTEGRASYONÊ BÊ TEMAMKIRIN'
 
Ozaraz destnîşan kir ku gotina “Tirkiyeya bê Teror” a ku desthilatdar bi kar tîne, ne li gorî ruhê pêvajoyê ye, û wiha pê de çû: “Divê êdî ji ziman bê derbaskirin û gavên hiqûqî û demokratîk bêne avêtin. Wekî ku rêzdar Ocalan jî anî ziman, ev welat bi siyasetê ne bi çekan demokratîk dibe. Ji aliyekî ve tê gotin dê pêvajoya çareseriyê bi gavên demokratîk û hiqûqî bê piştgirîkirin, ji aliyê din ve ragirtina siyasetmedaran bi awayekî nehiqûqî li hundir, ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ye û di cemaweriyê de bêbaweriyê çêdike. Biryarên DMME’yê nayên bicihanîn û sepanên qeyûman didomin. Ev mijarên ku ne hewcedarî gava hiqûqî ne, hewcedarî gavên fîlî û şênber in. Û ev gav jî hêj nehatine avêtin. PKK helwestekê nîşan dide. Gotin ku ew ji bêçekkirinê heta entegrasyonê amade ne û gavên xwe avêtin. Pêwîst e gavên şênber ji aliyê dewletê ve bêne avêtin û qonaxa entegrasyonê di demeke herî kurt de bê temam kirin.”
 
'BAHÇELÎ JI BO PÊVAJOYÊ GAVÊN DI CIH DE AVÊTIYE'
 
Ozaraz bi bîr xist ku di cemaweriyê de ramanên wekî ku AKP xebateke li ser pêvajoya hilbijartinê dike hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AK Partî giran û hêdî tev digere. Di vê mijarê de helwesta rêzdar Bahçelî zelaltir û şênbertir e. Em dikarin bibînin ku gavên di cih de avêtiye. Nirxandina wî ya di der barê rewşa li Rojava de, rewşa li Rojava ji Tirkiyeyê serbixwe ye, gelên di nava dewleta Sûriyeyê de wê pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Helwesta Tirkiyeyê ya li ser mafên Kurdan, dê jidilbûna wê di nava welatiyên wê yên Kurd e jî bibe sedema nîqaşan. Ger Kurd bibînin ku desthilatdariyeke li dijî mafên wan ên neteweyî ava dibe, dê baweriya wan a bi pêvajoya çareseriyê ya li vir jî nemîne. Heke pêvajo li ser hilbijartinê bê nirxandin û bi armanca bidestxistina rantê ji hilbijartinê ve tev bigere, ev ne tenê dûrxistina daxwazên gelê Kurd e, di heman demê de xiyanetek li pêşeroja gelê Tirk jî ye. Mesele êdî ji siyasetê derbas dibe û ji tercîhên siyasî wêdetir e. Ev rewş dibe ku pêşerojeke ku gel bê pirsgirêk, bê mirin, bi xwişk û biratî û wekhev bijîn dixe nava xeterê. Ev rewş ne tiştek e ku ne gelê Kurd ne jî gelê Tirk wê qebûl bike. Ji ber ku hem gelê Tirk hem jî gelê Kurd vê pêvajoyê ji bo xwe û ji bo pêşeroja zarokên xwe wekî şansekî mezin û fersendeke ku nayê ji dest dan, dibînin. Pêwîst e ev yek jî di aliyê AK Partiyê de bi awayekî zelal bê fêmkirin.”
 
'DIVÊ DESTKEFTIYÊN LI ROJAVA TIRKIYEYÊ ACIZ NEKE'
 
Ozaraz destnîşan kir ku di berdewamiya şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn de hişmedniya mêtingehiyê heye û divê gelên Rojhilata Navîn xwedî helwesteke hevpar bin û wiha got: “Gotinên rêzdar Ocalan ên di vê mijarê de ‘dema em van gavan diavêjin, em ne tenê gelê Kurd û Tirk li Tirkiyeyê digihînin pêşerojeke baş, di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn jî em ê jîngeheke rast, demokratîk, bê pevçûn, bê şer û bi xwik-biratî bijîn, peyda bikin’ ji bo herêmê girîng e. Dema Kurdistana Federe hat damezrandin, helwesta Tirkiyeyê çi bû, di qonaxa niha de gelo Tirkiye di nava têkiliyeke çawa de ye? Helwesta wê ya wê demê, wekî helwesta wê ya li ser destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava ye. Lê îro, têkiliyên herî baş bi Kurdistana Federe re Tirkiye ye. Tirkiyeyê bi hezaran salan bi gelê Kurd re jiyaneke hevpar meşand. Dijberiya bi gelê raboriyeke hevpar re ne destkeftinê, lê windahiyê tîne. Îro jî rewşa Kurdên li Rojava û rewşa siyasî ya di nava Sûriyeyê de heman tiştî nîşan dide. Tirkiyeyê dîsa di warê destkeftiyên Kurdên li wir de heman helwestê nîşan da. Divê destkeftiyên li Rojava Tirkiyeyê aciz neke. Tirkiye dikaribû li wir bibe aktorek, lê li derve ma,  Tirkiyeyê li wir winda kir.”
 
'HEWCEYE PÊVAJO DERBASÎ QONAXEKE DIN BIBE'
 
Ozaraz rave kir ku divê pêvajo êdî derbasî qonaxeke din bibe û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em nikarin pirsgirêkeke ku sed sal e didome, tenê li ser bêçekkirinê şîrove bikin. Em behsa pergaleke ku li ser nehiqûqiyên sed salan, sepanên antî demokratîk û li ser înkarkirina gelekî hatiye avakirin, dikin. Hûn dikarin demokratîkbûna dewletê bi qanûn û destûran misoger bikin; lê heta hûn civakê demokratîk nekin, kêmasiyeke cidî dimîne. Rêzdar Ocalan jî niha dixwaze vê yekê bike. Em vê yekê wekî mînak bidin, îro 'sûc' li ser navê rêxistinê hatine kirin wekî verastkirina hiqûqî ji holê rabû, lê dema em li cezayên ku dadgeh hîn jî li ser heman çalakiyê didin dinêrin, di rastiyê de cezayên ji verastkirina wê rojê pir giran hatine dayîn. Ev bi rastî jî pirsgirêkek e ku bi demokratîknebûnê, bi demokratîknebûna civak û hişmedniyê ve girêdayî ye. Di serî de, pêwîst e qanûnên entegrasyonê bêne sererastkirin. Lewra sedema vekişandina hêzên çekdar ên PKK’ê ji Tirkiyeyê, PKK got: 'Me ev yek ji bo ku em cîh ji tu sabotajê re nehêlin kir'. Ev mijareke pir girîng e, ji ber ku rewşên ku tê xwestin ev pêvajo bi awayekî cidî bê sabotekirin û hewldanên di vî warî de hene.”
 
'MAFÊ HÊVIYÊ NABE MIJARA NÎQAŞÊ' 
 
Ozaraz destnîşan kir ku pêvajoyê derbasî qonaxeke girîng bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya çareseriyê wateyeke mezin îfade dike. Em dizanin ku piştgiriya di nava gel de jî di asteke cidî de ye. Îro ev îrade heye û tenê gavên wêrek ên ku vê îradeyê şekil didin û vediguherînin gavên şênber, hewce ne. Em jî bawer dikin ku wê ev gav bên avêtin. Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye. Mafên bingehîn ên mirovan, mafên gerdûnî, mafên ku divê nebin mijara nîqaşê ne. Nabe amûreke siyasetê. Nêzîkatiyeke di ser siyasetê re hewce dike. Mafê hêviyê, ji destpêkê ve bi biryarên binpêkirinê yên DMME’yê re, diviyabû gava wê ya hiqûqî li Tirkiyeyê bihata avêtin. Îro ji ber ku şert û mercên rêzdar Ocalan ji bo meşandina vê pêvajoyê girîng e, ev mijar zêde tê axaftin. Lê ev rewş bi rêzdar Ocalan ve girêdayî nîne. Em dizanin ku gelek kesên din jî divê jê sûd werbigirin. Em rast nabînin ku mafekî gerdûnî di qonaxeke pêvajoya siyasî de bibe mijara nirxandinê. Em bawer dikin ku diviyabû gava wê berî niha bihata avêtin û pir dereng maye.”
 
MA / Adnan Bîlen