Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir

  • rojane
  • 09:29 16 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora meteorolojiyê, li rojhilatê Behra Reş û bakurê Kurdistanê dê berf, baran û şilope bibare. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di rapora xwe ya îro de ragihand ku li bendê ne li rojhilatê Behra Reş û bakurê Kurdistanê barîn bibarin. Tê texmînkirin ku li cihên bilind berf, baran û şilope bibare. 
 
Ji bo bajarên Kurdistanê Bedlîs, Mûş, Sêrt, Şirnex û Colemergê û deverê başûrê rojavayê Wanê bi koda zer hişyarî hate kirin. Midûriyetê li dijî xetereya lehiyan, banga tevdîrgirtinê kir.