Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin

  • rojane
  • 15:06 23 Cotmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Di danişîna doza rojnameger Ercument Akdenîz de biryara tehliyeyê hat dayin. 
 
Danişîna 2’yemîn a doza rojnameger Ercument Akdenîz ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Akdenîz û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, gelek rojnameger, parastvanên mafan, nûnerên partiyên siyasî û siyasetmedaran jî doz şopandin. 
 
Di danişînê de şahidan got ku Akdenîz nas nakin, îfadeyên wan ên berê nayên bîra wan, bi naveroka îdianameyê nizanin û nebûne şahidê tu tiştekî. 
 
Akdenîz jî îdiayên der heqê wî de tên kirin û got ew rojnameger e. Akdenîz, got ku ew HDK’î nîne, HDK saziyeke fermî ye û daxwaza tehliyeya xwe kir. 
 
Parêzer Ozcan Karakoç jî got êdî delîlekî li dosyayê zêde bikin tune ye û xwest ji mutalaayê re bê şandin. 
 
Dozger jî got hêj mutalaa amade nîne û xwest Akdenîz girtî bê darizandin. 
 
Dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîn taloqî 10’ê Sibata 2026’an kir.