Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

  • rojane
  • 14:41 17 Cotmeh 2025
  • |

AMED - Numan Kurtulmuş, çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun. 

 
Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û hinek endamên komîsyonê di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de htin Amedê û hevdîtinên xwe didomînin. Kurtulmuş, piştî hevdîtina li walîtiyê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. 
 
Kurtulmuş, li pêşiya şaredariyê ji hêla Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin. 
 
Şande derbasî hundir bû û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domiya.