ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Cotmeh 2025
  • |
img

* Xeta trênê ya TCDD'ê ku di pênc taxên navçeya Rêya Armûşe re derbas dibe, bûye korîdoreke mirinê. Welatiyên ku ji bo daxwazên xwe yên ji bo rakirina rê tu bersivek negirtine, daxwaza çareseriyekê dikin.

 
* Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê li navçeya Çerkezkuyê kursên zimanê kurdî da destpêkirin. Mamoste Seyfedînê Welekkorî diyar kir ku parastina zimanê dayikê ji bo hebûna civakî pir girîng e.
 
* Rojnamevan Aykan Sever ku pêşketinên li Rojhilata Navînê nirxand, got: "Di paşperdeya hevdîtina Erdogan û Trump de messeleya statuya Rojavayê hebû. Ji ber ku tenê fikara Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye."
 
* Niştecihên Wanê xwestin kujerên Rojîn Kabaîş bên dîtin û darizandin. Welatiyan diyar kirin ku heta kujerên Kabaîş neyên dîtin ewlehiya kesekî nîn e.
 
* Welatiyên li Wanê û xwestin ku kujerên Rojîn Kabaîş werin dîtin û gotin ku heta ku kujer neyên dîtin tu kes xwe di ewlehiyê de hîs nake. 
 
* Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê derbarê Rojîn Kabayişê de wê ji Fakulteya Zanistê heta Fakulteya Perwerdehiyê meşekê li dar bixin. (12:00)
 
* CHP , MHP û DEM Partî wê civînên komên xwe yên parlamentoyê li dar bixin. (10:45-13:30) ZINDÎ  
 
* Rojnameger Kadrî Bagdu ku 11 sal berê di êrîşa çekdarî ya DAÎŞ'ê de hatibû kuştin wê li ser gora xwe bê bîranîn. (13:00)