AMED - Siyasetmedar Selçûk Mizrakli diviyabû ji hukmên berdana bişert sûd bigirta lê bi hinceta “tu îfadeyên wî yên ku ji rêxistinê veqetiyaye tune ne” ev mafê wî hat astengkirin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar, got: “Ev bi temamî keyfî ye, derhiqûqtî ye.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê tê ragirtin, di 4’ê Îlonê de ji bo derbasî girtîgeha vekirî bibe û ji hukmên berdana bişert sûd bigire, serlêdan kir. Daxwaza Mizrakli, di 8’ê Îlonê de bi hinceta “nebaşhaliyê” hate redkirin. Hinceta redkirina daxwaza Mizrakli ji parêzerê wî re hate şandin. Di hincetê de gotina “tu îfadeyên wî yên ku ji rêxistinê veqetiyaye tune ne” cih girt.
'JI SEKNA SIYASÎ TOL TÊ HILÎN’
Parêzerê Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar têkildarî redkirina daxwaza miwekîlê xwe de axivî û got: “Hemû xebatên siyasî yên siyasetmedarên Kurd tên ‘terorîzekirin.’ Nabe ku ji bo kesekî girtî behsa têkiliya rêxistinî were kirin. Ji van siyasetmedaran ji ber fikr û gotinên xwe hatine cezakirin tê xwestin ku poşman bibin. Tiştekî wiha pêkan nîne. Îdiaya ku têkiliya kesekî girtî bi rêxistinê re heye, îdiayeke derqanûnî ye. Vê tiştê ferz dikin; ‘Heke hûn bixwazin ji vê sûd bigirin, wê demê divê hûn poşmaniya xwe ji me re bibêjin.’ Ev yek keyfî ye û derhiqûqî ye. Dixwazin ji vê feraset û sekna siyasî tolê hilînin.”
Bi domdarî Aktar, girtiyên 30 sal in di girtîgehê de û tehliyeyên wan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta “poşmaniyê” tên astengkirin bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Tekane sedemeke pirsa ‘Hûn poşman in an na?’ ya ji van kesên di nêrîna xwe ya siyasî de israr dikin, sekna xwe diparêzin û ji bo vê 30 salan ji azadiya xwe mehrûm mane heye, ew jî helwesta îdeolojîk e, derqanûntî ye. Ji bo Mizrakli jî heman rewş derbasdar e. Ev biryar, li dijî ruhê pêvajoya heyî ye. Divê ev feraset biguhere. Em ê li dijî vê biryara derhiqûqî, li Dadgeriya Înfazê îtîrazê bikin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel