Li Derînceyê şewat li nava bereqe û konteyneran belav bû

  • rojane
  • 14:23 23 Tebax 2025
  • |
img
KOCAELÎ – Şewata ku li navçeya Derînceyê derket li nava bereqe û konteyneran belav bû.
 
Li taxa Çenedag a navçeya Derînce ya Kocaelî ji ber sedemên nediyar şewat derket. Ji ber bandora bayê şewat di demeke kin de li herêmê belav bû. Piştî agahdarkirina welatiyan komên agirkujiyê û miduriyeta daristanê sewqî cihê şewatê bûn.
 
Midaxileya ji bo tefandina şewata ku li nava bereqe û konteyneran belav bûye, didome.