Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir

  • rojane
  • 23:37 18 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, peymana agirbestê ya ku armanc dikir pevçûnên di navbera gelê Siwêdayê û eşîran de bi dawî bike, red kir. 
 
Qesra Serokkomariyê ya li Şamê, peymana agirbestê ya di navbera rûspiyên bajarê Derayê, bedewiyên Horanê û pêşengên dînî û leşkerî yên Siwêdayê de hatibû amadekirin, red kir. 
 
Li gor Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, rûspiyên Derayê, ji bo dawî li pevçûnên li herêmê bînin, hevdîtin bi Şêx Hîkmet El-Hîcrî û fermandarên leşkerî yên Siwêdayê re kir. Hat gotin ku piştî hevdîtinan rêveberên Siwêdayê pêşniyaza agirbestê qebûl kirine û gotine ew ê girtiyan serbest berdin. 
 
Lê belê hewldan, piştî gihîşt qesra serokkomariyê ya li Şamê, ji aliyê rayedarên qesrê ve nehat qebûlkirin û ji ber vê bi ser neket. 
 
Rêveberiya Sûriyeyê diyar kir ku ew piştgiriyê nadin vê hewldanê û got ku divê gelê herêmê pirsgirêkên xwe çareser bike.