AMED - Rêveberên TGS’ê çûn hevdîtina rojnameger Zehra Dogan. Dogan di hevdîtinê de wiha got: “Dema mirov di girtîgehê de be, bêtir bi qîmeta rojnamegeriyê dizane. Bila hempîşeyên min ên li derve bêtirs nûçeyan çêbikin.”
Rêveberên Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) çûn serdana rojnameger-wênesaz Zehra Dogan a ku di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtî ye. Wênesaz û rojnameger Dogan bi riya hevdîtinê diyar kir ku ew ê 11 mehên din jî di girtîgehê de bimîne û diyar kir ku piştî Rewşa Awarte şertên li girtîgehê xerabtir bûye.
Dogan anî ziman ku ew 15 kes di qawîşekê de ne û got: “Ji ber strana Kurdî ya ku me strand, bi hinceta sloganê cezayê ragihandinê li me hat birîn. Ji ber vê jî 2 meh in, ez nikarim nameyan werbigirim.”
‘DEST DATÎNIN SER KELÛPELÊN MIN’
Dogan destnîşan kir ku kelûpelên wekî boyax, firçe û kaxiz ên ji wê re tê şandin, rêveberiya girtîgehê dest datîne ser kelûpelên wê û wiha dewam kir: “Dema ku kelûpel nayê, ez jî bi metodên din wêneyan xêz dikim. Dema kaxiz tunebe ez li ser rojnameyan xêz dikim. Ji bo rengê mor, ez lehanaya sor, ji bo sor xwîn an jî hinarên perçiqî bi kar tînim. Ji bo rengê kesk jî ez bexdenûs an jî gihayan dieciqînim. 20 wêneyên ku bi vî awayî min xêz kirin, rêveberiyê îmha kir. Heke bi guman be, piştî tehliyeyê bila bidin min. Di heman demê de bi hinceta ku agahîdayîneke bi şîfre heye, ji tu pirtûkan re destûr nayê dayîn.”
‘MIN JI QÎMETA ROJNAMEGERIYÊ FÊM KIR’
Dogan da zanîn ku divê hempîşeyên wê bêtirs nûçeyan çêbikin û ev tişt got: “Di girtîgehê de mirov bêtir ji qîmeta rojnamegeriyê fêm dike. Di girtîgehê de xwendina nûçeyên rast ji bo me wekî ayînekê ye. Dema rojnameyên wekî Evrensel û Cumhuriyetê tê, em wê rojê nûçeyan bi deng ji hev re dixwînin. Dema nûçe tê xwendin, herkes bêdeng dibe. Ji ber vê jî rojname û rojnamegerên rastîn, gelekî bi qîmet in.”