Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin

  • jin
  • 15:35 19 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Wan û Antalyayê amadekariyên ji bo 25’ê Mijdarê berdewam kirin. 
 
Çalakî û xwepêşandanên jinan ên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî berdewam kirin. 
 
Platforma Jinan a Antalyayê, ji jinên girtî re qert şandin û starta çalakî û xwepêşdanên 25’ê Mijdarê da. Beriya wê, li avahiya Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî hat dayin. Dîdem Erkivanç Turkay daxuyanî xwend û got ku 25’ê Mijdarê bûye sembola têkoşîna li dijî tundiya mêr, newekhevî û paşverûtiyê. Dîdem Erkivanç Turkay, diyar kir ku necezakirin rê li ber zêdebûna tundiyê vedike, mafê jiyanê yê jinan hedef digire û got: “Em ji bo wekhevî, azadî û jiyaneke bê tundî li qadan e.” 
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Bi domdarî bernameya çalakî û xwepêşedanan wiha hate rêzkirin. 
 
*19’ê Mijdarê: Saet di 13.30’ê de dê ji jinên girtî re qert bên şandin. 
 
* 22’yê Mijdarê: Saet di 10.30’ê de dê di taştê de bên gel hev. 
 
* 23’yê Mijdarê: Saet di 13.00’ê de dê fîlmê ‘Vê Qelebalixê Bîne Bîra Xwe’ bê pêşandan. 
 
* 25’ê Mijdarê: Saet di 18.00’ê de dê meşa şevê bê lidarxistin. 
 
Piştre jî jinan li Postaxeneya Gullukê qert ji girtiyên jin re şandin. 
 
LI WAN Û AMEDÊ HEVDÎTINÊN JINAN
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di çarçoveya çalakî û xwepêşedanan de li navçeya Tûşbayê ya Wanê û navçeyên Amedê Farqîn û Bismilê bi jinan re hevdîtin kir.