NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 78’emîn a Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
	Kovara Jinê ku her roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe hejmara 78’emîn a vê hefteyê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojiyê’ derket. Kovarê di hejmara xwe ya vê hefteyê qirkirina ekolojîk û ev qirkirina ekolojîk li ser jiyana jinan çawa bandor dike girt dest.
	 Nivîsên divê hejmarê de cih girtin wiha ne:
	“*Li Kurdistanê polîtîkayên Gilgamêş: Zordariya li jin û xwezayê/ Dîlan Bebleşîn
	*Panzehîra pergala kedxwariyê ya hegomonyayê: Îdeaya jiyana azad/ Beyza Ustun
	*Polîtîkayên kurd ên dewletê û sazumaniya qirkirina aboriyê/ Adalet Kaya
	* Avakirina Mekanî ya zayendî û zayenda mekan / Leyla Çite
	*Bêyî dîtina krîza aborî, ma siwîrîna jiyanek din gengaze? / Dîcle Dîlan Salman
	*Bandora guherîna avhewayê ya li ser jinan/ wergera Kovara Jin-Ferhana Naznîn”
