Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek

  • rojane
  • 09:02 23 Gulan 2020
  • |
img
ENQERE - Mele Zekî Korkmaz, bal kişand ser êrîşên li ser gor û goristanan û got: “ Li gorî baweriya îslamê divê tu kes li ber zilmê bêdeng nemîne. Kurd li hemberî êrîşên li ser goristana divê bi yek bin." 
 
Li Colemêrg, Wan, Mûş, Amed, Çewlîg, Şirnex û gelek bajarên herêmê yên din êrîşên li ser goristanan berdewam dikin. Ligel vê bertek û nerazîbûnên li dijî van êrîşan jî didomin. Mele Zekî Korkmaz ku 30 salan di Diyanetê de xebitiye lê belê meseleya kurdî di sala 2012'an de ji wezîfeyê hatiye dûrxistin, bertek nîşanî êrîşên li se rgoristanan da û got: "Di îslamiyetê de cihê van êrîşan nîne." 
 
Korkmaz, pêşî bal kişand ser dîmenên Goristana Kîlyos a Stenbolê ku 261 cenaze di bin peyarêyê de li ser dilê hev hatine veşartin û got: “Dema mirov zindî be çi qasî bi şeref be, dema jiyana xwe ji dest da ji ew kasî bi şeref e. Şikandina hestîyê mirovên mirî, êrîşên li ser gorên wan, xistina bin betonê... di çi baweriyê de cihê wan nîne. Di îslamê de jî cihê we nîne û yê ku wisa kirî be, bi qasî wî yê bêdeng jî gunehkar e.”
 
Korkmaz, anî ziman ku êrîşên li ser goristanan ji bo malbatan zilma herî mezin e û got: “Ev êrîş vêya nîşanî me didin; ji mirovê zindî westîyan e, êdî dora yê jiyana xwe ji dest dane ye. Dema êrîş li ser gora çêdibin, bi qasî yê êrîş dike yê bêdeng dimîne jî sucdar e. Gunehê wan êrîşa û cezayê wan, wê yê bêdeng dimênin jî bikişînin.”
 
'LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN DIVÊ EM BIBIN YEK'
 
Korkmaz, anî ziman ku li hemberî êrîşa divê kurd bibin yek û got: “Kurd bawermend in. Dînê îslamê wiha dibêje; dema hûn bi zilmê re rû bi rû man li hember zilmê bitêkoşin. Li hemberî êrîşan divê em teqez bibin yek û bitêkoşin. Meha Remezanê mehek gelek pîroz e, ji bo kurda tişta herî pîroz di vê mehê de bikin, têkoşîna li hemberî goristana ye. Divê em baweriya xwe ji Xwede bînin û pev re bitêkoşin." 
 
Korkmaz, bal kişand ser yekîtiyê û helbesta helbestvan e Kurd Cigerxwîn, “ Eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek" anî bîr û wiha berdewam kir: “ Wekî mamosta Cigerxwîn gotî dibe em bibin yek, nexa emê herin yek bi yek. Dema em bibin yek we tikes li hember me nikaribe bisekine. Di hela yekîtîye da kare herî mezin dikeve pişta mele, seyda, şêx, siyasetmedar û ye dibêjin em mirovin da. Dibê teqez em bibin yek.”
 
‘YE BÊDENG DIMÊNIN JÎ SUÇDAR IN’
 
Korkmaz, got: “Meleyên ku li hember êrîşa bêdeng dimînin bi qasî êrîşkaran sucdar in. Li hemberî zilmê mele nikarin bêdeng bimînin. Kurd, qewmekî mezlûm in, ji bo mafê xwe şehîd dikevin, malê wan tên talankirin, bi sala dayik li gorê zarokên xwe digerin. Gorê me tên talankirin, cenazeyê me di nav betona de tên veşartin, lê em hê jî dengê xwe nakin. Mele divê ji bo yekîtiyê xebata bikin. Wekî Hz. Îbrahîm li hember Nemrûd têkoşîn kirî, divê em jî li hember ve zilmê bitêkoşin." 
 
‘SEKINANDINA LI HEMBER ZILMÊ DI ÎSLAMÊ DE ÎBADET E’
 
Korkmaz, anî ziman ku êrîşên li ser goran ji bo mirovatîyê şerma herî mezin e û wiha got: “Ne tenê gorên kurda, kî be jî, ji kîjan gelî be, baweroya wî çi be bila be dibe em li dijî êrîşên li ser gora bin. Talankirina gora bi tena serê xwe suc e. Gor dema tên talankirin, welatiyên bêdeng dimînin jî bi qasî yên xira dikin susdar in. Di îslamê de sekinandina li hember zilmê îbadet e ku her kes derbikeve kolana bêjin çima hûn êrîşî gorên me dikin? Em ve yekê qebül nakin bertek nîşan bide wê tu kes newerî êrîşî gora bike."
 
Korkmaz, di dawiyê de got êdî bila dayik negirîn û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê kurd qewmek î mezlûm e. Ez hêvîdar im di demek nêz de wê kurd yekîtiya xwe ava bikin û li hember zilmê wê bi hev re bitêkoşin." 
 
MELE ZEKÎ KÎ YE?
 
Di sala 1958'an de li gundê Terejê yê Sason a Êlihê hatiye dinê. Di sala 1981'ê de li Amedê dest bi karê Dîyanetê dike. Her sal bi sedan xwendekarî perwerde dike. Dema nivîskarê kurd Mehmet Uzun jiyana xwe ji dest dide li Amedê ji bo wî mewlûd tê dayîn. Di mewlûdê de Mele Zekî weazan dide û ji ber ku di weazên xwe de dibêje 'Kurdistan' tê dadgehkirin û ji kar tê drûxistin. Ji sala 2012'an ve li Enqereyê ye. Lêkolînên wî yên der barê îslamê de berdewam dikin. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin