QERS – Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak dibêje “Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê bibim keleme çavê neyaran. Armanca xwestina min a girtinê ew bû ku li dijî tirsê va ez li meydanê me.”
Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak di 17’ê sibatê de bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Alinak ê li Girtîgeha Qersê tê ragirtin pirsên ajansa me bersivand.
Hûn wek siyasetmedarek û nivîskerek carek din hatin zîndankirin. We ji dozgeriyê û dadgeriyê daxwaza girtinê kir. We xwest bi vê helwesta xwe peyamek çawa bidin.
Wek kut ê zanîn girtîgeh yek ji qadên herî bi bandor ên rejîmê ne. Rejîm girtîgehan wek hovîtiyekê bi kar tîne. Dixwaze însanan bi vê hovîtiyê bîne yek xîzayê. Jixwe ya ku wê li ser pêya jî digire ev tirs e. Min xwest bi girtina me zordestî û rezîliya vê rejîma faşîst carek din derkeve holê û min xwest ez bêjim li dijî tirsa va ez li meydanê me. Ji bo muxalefeta sivîl bi ser bikeve divê ev tirs were şikandin. Yên ku pêşengiya vê yekê jî bikin rewşenbîr û siyasetmedarên şoreşger in. Heke ev qeyd û bendên vê tirsê di warê civakî de were şikandin dê dawî jî li vê pergalê were. Girtîgeh berevajî tirsê cihê berxwedanê ye. Ev der gravên azadiyê ne. Divê bîranîna her kesekî ya girtîgehê hebe û ez pêşniyaz dikim. Bînin ber çavê xwe û bifikirin dema bi milyonan însan bêjin ‘me jî bigirin’ û dê encamên serkeftî li pey xwe bîne…
We wek rewşenbîrek got li derve mayîn pêketî xwe nabînim. Ev yek di heman demê de ji bo rewşenbîr û raya giştî peyamek e an jî gazinek e?
Rewşenbîr ji bo mirovatiyê stêrkên bakur in. Seranserî dîrokî di bin êrişên rêveberiyên zordest de mane û êşên mezin kişandine. Gelek rewşenbîrên me yên giranbûha hene. Lê titşa kêm; nebûna tevgerek ronakbîran e. Tevgerek wisa ye ku dikare li her deverî bigere, pirsgirêk û çareseriyan bi gel re gengeşe bike. Bi gotin, tevger û terzên jiyanê yên rojane dikarin ji civakê re bibin rol û modelek. Dikarin bi ronahiya xwe civakê ji paşverûtiyê rizgar bikin. Bila rûhê piştevanî û biratiyê aj bide.
Hûn wek siyasetmedarek û rewşenbîrek di 68 saliya xwe de bi cezayê muebetê tên darizandin, we vê rewşê çawa xwend?
Ev rewş ne tiştek ez li bendê bûm. AKP gelek ji min aciz e. Min bênavber dinivîsand û projeyên sivîl li pêş dixistin û ji ber vê yekê ji ramanên min ditirsiyan. Min li ber Girtîgeha Kandirayê konê azadiyê veda, ji Amedê heta Cizîrê meşa ‘li dijî hovîtiyê meşa maf’ da destpêkirin, li Kadikoya Stenbolê du rojan çalakiya bêdeng a protestokirina bêkarî, bihabûn, zem û zextan li dar xist, ji bo zimanê kurdî û zimanên din ên gelên mezlûm ji bo wek tirkî bigihîjin mafên wekheviyê bi 30 hezar Îmze serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da û xebatên bi vî rengî min birêve dibir. Di dorê de gelek xebatên min hebûn. Ez van xebatên xwe li vir jî bidomînin û ragihînim. Ne 68 salî ez bibim 100 salî jî ez ê bibim keleme çavê neyaran. Gotinek pêşiya ya navdar a kurdan heye dibêjin ‘Berxê nêr ji bo kêrê ye.’ Ji bo jinan jî û ji bo zilaman jî rewş ev e.
Çend rojên din salvegera Darbeya 2’yê Adarê ye û 26 sal di ser de derbas dibe. Hûn wê çaxê jî hatibûn girtin û îro jî girtî ne, di 26 salan de çi guherî gelo?
Di 2’ê Adara 1994’an de polîsan Meclîsê dorpêç kir û me parlamenteran binçav kirin. Pişt re jî me li Girtîgeha Ûlûcanlarê zîndan kirin. Îro jî parlamenter, hevşaredar, bi hezaran siyasetmedar ji ber ramanên xwe di zîndanan de ne. Wê çaxê dewra Tansû Çîller bû. Îro jî dewra Tayyîp Erdogan e. Di van 26 salan de tiştek nehatiye guhertin. Ev ji kevneşopiya Osmaniyan tên. Îqtîdara siyasî her çiqas biguhere jî polîtîkaya bingehîn a dewletê naguhere. Yên ku guhertînê pêk bînin em in. Em ê azadiyê ji tu kesî daxwaz nekin. Em yên bindest, gelê kurd, tirk, çerkez, suryanî, ereb, laz, ermenî, yahudî û hemû gelên kedkar em dikarin xwe bi ked û xebata destê xwe, xwe azad bikin. Ji bilî vê tu rêyek nîne. Wê wadên van ên azadiyê nikaribin me bixapînin. Em ji dîrokî dizanin ku di bin her wadên van de xefikên mirî hene.
MA / Adnan Bîlen