Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir

  • rojane
  • 15:52 21 Sibat 2020
  • |
img

AMED – Baroya Amedê di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de tê lidarxistin vê hefteyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê qedexeya li ser zimanê kurdî şermezar kir.

Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî werin dîtin di hefteya 216’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe vê hefteyê jî domand. Gelek parêzerên endamên Baroyê tevlî daxuyaniyê bûn. Baroyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê vê hefteyê di çalakiyê de daxuyanî bi kurdî da û bal kişandin ser rewşa zimanê kurdî. 
 
Rêveberê Baroya Amedê parêzer Mûhlîs Ogûrgul di çalakiyê de ewilî axivî.
 
‘DERBARÊ GUMANBARAN DE TI TIŞT NEHATE KIRIN’
 
Ogûrgul di daxuyaniyê de ewilî bal kişand ser rewşa dosyeya lêpirsînê ya Tahîr Elçî û got heta niha tu kujer nehatine tespîtkirin û cezakirin û her wiha di dosyeyê de jî tu pêşveçûn nîne. Ogûrgul di derbarê geşedanên dosyeyê de wiha got: “Her wekî ku hûn jî dizanin, di derheqê birêvebirina lêpirsînê de hefteyek berê di dosyayê de hinek bûyer qewimî bûn. Di dosyeya Tahîr Elçî de 3 polîs bi awayek gumanbar îfade dabûn lê mixabin derbarê gumanbar ku bên girtin çi tişt nehatibû kirin.” 
 
‘DEV JI RÛREŞIYA XWE BERDIN’
 
Ogurgûl bal kişand binçavkirin, girtin û bêhiqûqiyên ku pêk tên jî û got: “Di heyamek wiha de kesên ku li ser medyaya civakî parvekirina dikin di heman kêliyê de tên girtin, lê di heman demê de kujerên Tahîr Elçî negirtî tên darizandin. Ev rewş ji aliyê me ve nayê pejirandin. Baroya me bi hewldanên xwe raporek pîsporan amade kiriye û di raporê de gumanbarên hatine tespîtkirin derheqê wan de çi hewceye bê kirin û em bangewaziya xwe dubare dikin ku dev ji vê rûreşiya xwe berdin.”  
 
‘KURDÎ ÎRO JÎ ASTENG Û QEDEXEKIRÎ YE’ 
 
Piştî Ogûrgul, Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroyê jî bi sedema Roja Zimanê Zimkakî ya Cîhanê beşdarî daxuyaniyê bû. Ji endamên Komîsyonê parêzer Eyup Aydenîz daxuyanî da û qala dîroka Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê kir û wiha got: “Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku rastî astengî û qedexeyan hatiye û tê. Lewma wekî miletekî bindest, kurdan jî ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên netewî, doza azadiya ziman û çanda xwe kiriye û dikin. Ji ber ku parastina zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye, wek saziyeke hiqûqî em jî aligir û piştgirê parastina vî mafî ne.”
 
‘ÎRO ROJA ŞERMEZARKIRINA QEDEXEYAN E’
 
Aydenîz neheqî û bêhiqûqiyên li ser zimanê kurdî şermezar kir û got: “Ji ber girîngiya 21ê Sibatê îro jî roja şermezarkirina rûreşiya astengiyên li ber zimanan û bi hêviya ku astengî û qedexeyên li ser zimanan rabin em hatine cem hev. Bi van hest û ramanan em Roja Zimanê Zimkamî li hemû zimanhezan pîroz dikin û gelan pîroz dikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist.
 

Sernavên din

09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin