Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e

  • rojane
  • 15:35 21 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku netew bi zimanên xwe hebûna xwe diparêzin û banga xwedî derketina zimanên zikamkî hat kirin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrê jî got zimanê kurdî ji bo kurdan “xeta sor e.” 

Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li gelek bajaran civînên çapemeniyê hatin lidarxistin. 
 
AMED  
 
Platforma Zimanê Kurdî ya ji partî û tevgerên kurd pêk tê li Otela Demîra a li navçeya Sûra Amedê bi beşdariya pêkhateyên xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li gel rêveberên Platformê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Nusrettîn Maçîn û nûnerên 9 partiyên kurd beşdarî civînê bûn. 
 
Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî da û di destpêkê de hişyariya xwedî derketina zimanê kurdî kir. 
 
‘ZIMAN HEBÛNA NETEWEYEKÊ YE’ 
 
Cizîrê da zanîn ku ku zimanê mirov hebûna mirovan e û wiha got: “Hebûna zimanê me hebûna netewbûna me ye. Zimanê kurdî ji bo me xeta sor e. Nivîsandin, xwendin û axaftina bi kurdî berpirsiyariya her rewşenbîrek kurd û siyasetmedarek kurd e. Lazime ku gelê kurd di ferqa hişmendiya zimanê xwe de be. Pêwîste ewilî her cûre xebat bi zimanê kurdî were kirin û kurdî bibe zimanê rojane yê civakê. Ji bo asîmilekirina zimanê kurdî divê dewleta tirk li her deverê were teşhîrkirin. Heke astengî û qedexeyên li pêşiya kurdî werin rakirin, wê gava duyemîn ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî werin avêtin.” 
 
GUVEN: DIVÊ ZIMANÊ SAZIYAN BIBE ZIMANÊ KURDÎ
 
Piştî daxuyaniyê, li ser pirsên rojnamegeran Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî axivî û xebatên ji bo pêşvebirin û parastina kurdî yên tevgera siyasî ya kurd bibîr xist û got: “Lê xebatên heta îro têr nakin. Pêwîste ji vê gavê şûnve zimanê ragihandin û peywendiyê yê saziyên kurd bi kurdî be. Divê em bi awayek bi lez û bez nêzî krudî bibin û gavên şênber biavêjin.” 
 
Piştî axaftina Guven, endamên Platformê Ayettullah Aştî û Sedat Dogan jî axivîn û behsa girîngiya ziman kirin. 
 
ÊLIH
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê bi boneya rojê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek jin beşdarî civînê bûn û pankarta “21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz be" daliqandin. Endama Meclîsa Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê Gulistan Sonuk daxuyanî û bal kişand ser girîngiya axaftin û nivîsandina kurdî. Sonuk da zanîn ku axaftin û perwerdehiya zimanê zikmakî mafek bingehîn e û xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. 
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî ji bo 21’ê Sibatê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û rêveberên partiyê û welatî beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglû axivî û diyar kir ku zimanên li ser vê axê ji aliyê îqtîdarê ve bi zextan û polîtîkayên faşîst tê xwestin tune bibin. Agaoglû banga xwedî derketina hemû zimanan kir. 
 
WAN  
 
Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ya Wanê, Egîtîm Sen û Navenda Çandê ya Aryen daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li avahiya DÎSA-DER’ê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kawa jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê DÎSA-DER’ê Celal Sogûk daxuyanî da û got dewlet dîsa vegeriyaye ser kodên xwe yên kevn û li Tirkiyê tê xwestin zimanê kurdî û zimanên din werin tunekirin. 
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî ji bo 21’ê Sibatê bi beşdariya rêxistinên navçe û bajarokên xwe li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebera HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksû daxuyanî da û behsa pirzimanî û pirçandiya li ser vê erdnîgariyê kir û ji ber polîtîkayên tekperest ev çand û zimanên dewlemend tên tunekirin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî got: “Li Tirkiyê zimanê gelê kurd û Kurdistanê qedexe ye.” 
 
Piştî daxuyaniyê aktîvîsên Tevgera Jinên Azad (TJA) derbasî Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bûn û ji bo kursa kurdî serî serlêdan kirin. 
 
ERZIROM 
 
Rêxistina HDP’ê ya Erziromê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Erziromê Mûammer Dûman daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkaya pişaftinê ya li ser zimanê kurdî û got ji ber ku zimanê kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye zarok tên asîmilekirin. 
 
AGIRÎ
 
Rêxistina HDP’ê ya Agirî jî bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenter Abdullah Koç daxuaynî da û got zextên li ser kurdî û zimanên din encama feraseta yekperest a li Tirkiyê ye. 
 
ÎDIR 
 
Rêxstina HDP’ê ya Îdirê jî daxuyanî da û rêveberê HDP’ê Kemal Kûm daxuyanî da û xwest dawî li desteserkirina mafê perwerdehiya zimanên zikmakî were. 
 
DEERSIM
 
Rêxistina HDP’ê ya Dersimê jî li avahiya xwe bi zaravayên kirmanckî û kurmanî yên kurdî û bi zimanê tirkî daxuyanî dan. Hevseroka HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî were rakirin. 
 
MELETÎ
 
Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê jî têkildarî 21’ê Sibatê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Hevserokê HDP’a Meletiyê Yûsûf Bozkûş daxuyanî da û xwest talûkeya li ser zimanan were rakirin û UNESCO xwedî li zimanan derkeve. 
 
DÎLOK
 
Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî bi hevkariya saziyên sivîl ên li bajêr Li Parka Yeşîlsû daxuyanî dan çapemeniyê. Pankarta “Ziman Jiyan e” hat vekirin û Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydin daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya ziman.
 
EDENE
 
Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Îlhan Ongur daxuyanî da û xwest zimanê kurdî û zimanên din li qada raya giştî were bikaranîn. 
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê jî bi boneya 21’ê Sibatê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Servet Ustunbaba axivî û xwest ku mafê zimanê zikmakî yê perwerdehiyê demildest were nasîn. 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Hevseroka Rêxistina HDP’ê Gulbahar Şofer behsa pêkûtiyên li ser zimanê kurdî kir û xwest zextên li ser zimanan werin bi dawîkirin. 
 
Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Serokê Şaxê Sînan Mûşlû jî behsa girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir.
 
STENBOL 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê daxuyanî da û pankarta “Zimanê dayikê rûmeta jiyanê ye” vekirin. Dirûşmê ji bo girîngiya ziman hatin berzkirin. Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz axivî û got: “Ziman nasnameya însan û hebûna wî ye. Di heman demê de ziman hebûna neteweyekê ye. Dema ziman winda bibe di nava demê de ew netew jî winda dibe. Heta ku polîtîkaya asîmîlasyonê ji ser zimanê zikmakî neyê rakirin wê azadî pêk neyê.” 
 
Daxuyanî biç epik û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
AYDIN
 
Rêxistina HDP’ê ya Aydinê jî li avahiya partiya xwe bi wesîleya rojê civîna çapemeniyê li dar xist û Hevseroka HDP’a Bajêr Ayşenûr Vaîzoglû daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkaya tekperest a li Tirkiyê û ji ber vê feraseta yekperest di serî de zimanê kurdî û zimanên din tune tên hesibandin. Vaîzoglû da zanîn ku divê dawî li vê feraseta yekperest were û hemû zimanên li Tirkiyê bên mîsogerkirin.
 
ÎZMÎR 
 
Meclîsa Ciwanan a HDP’a Îzmîrê jî bo wesîleya rojê daxuyanî da çapemeniyê. Ciwanan rojê pîroz kir û banga hurmet nîşandan li hember hemû zimanên zikmakî hat kirin. 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi boneya 21’ê Sibatê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên ÎHD’ê Vatan Çeçen bi kurmanî daxuyanî xwend û Denîz Bayrak jî bi tirkî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku astengkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e. 
 
 
 
 

Sernavên din

13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî