Temellî: Me Cizîr ji bîr nekir em ji bîr nakin

img

EDENE – Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê kongreya xwe pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreyê de diyar kir ku wan Cizîr û kesên di jêrzemînên Cizîrê de bi saxî hatin şewitandin ji bîr nekirine û ji bîr nakin û wiha got: "Wekî ku tiştek pêk nehatibe diaxivin. Wekî ku qet paşeroj tune be di axivin. Em dizanin hûn tev li wir bûn. Ji ber vê yekê hûn dê hemû bên darizandin. 

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Salona Şîrin Muzikholê li dar xist. Sezai Temellî, parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî tev li kongreyê bûn. Kongre bi şîara “Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin, Em faşîzmê têk bibin" hat lidarxistin. Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina diwanê dest pê kir. Cîgirê Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û wiha got: "Vîna gel xezp kirin. Em ê li ruxmê hemû êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
ME CIZÎR JI BÎR NEKARIYE Û EM JI BÎR NAKIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî axivî û wiha got: "Paşeroj û îroya îqtîdarê li ser înkar û tunekirina gelê Kurd hatiye avakirin. li Cizîr û Sîlopiyê di 14'ê Kanûna 2015’an de kolan li gel hat qedexekirin. 4 sal di ser qedexeya kolanan re derbas dibe. Di encama dorpêça 10 bajaran de bi sedan mirov hatin qetilkirin. Sedema vê yekê jî îqtîdara ceberût a ji demokrasiyê direve ye. Ev êrîş îro jî didomin. Cizîr û di jêrzemînên avahiyên Cizîrê de mirov bi saxî şewitandin. Wekî ku qet ev yek pek nehatiye di axivin. Em wan tevan nas dikin. Hûn hemû li wir bûn. Ji ber vê yekê hûn hemû dê bên darizandin."  
 
YÊN MASE RAKIRIN BI XWE RE ŞER ANÎN
 
Temellî, destnişan kir ku kesên maseya aştiyê ji holê rakirin şer hem anîn Tirkiyeyê û hem jî anîn Rojhilata Navîn û wiha axivî. “17 salin ev îqtîdar bi awayekî dijminantiya Kurdan dike. 4 sal berê îro bajar hatin dorpêçkirin. Li 10 bajaran bi sedan mirov hatin qetilkirin. Sedema vê yekê ev îqtîdara ceberûd bû. Ji bo ji demokrasiyê birevin êrîşî gelê Kurd kirin. Me Cizîr ji bîr nekiriye. Me rojên ku jin, zarok û bitik hatin kuştin ji bîr nekir. Me Mehmet Tunç, Asiye Yuksel ji bîr nekiriuye. Me Sûr, ji bîr nekiriye. Dema em li pişt xwe dinerin, mimarên wan rojan wekî ku tiştek nebûbe diaxivin. Yên ji îqtîdarê qut bûne, wekî eleqeya wan pêtune di axivin. Hûn dê hemû bi hevre bên darizandin. Bi salan e plana têkçûnê berdewam dike. Pêvajoya çareseriyê aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bû. Aqilê çareseriyê hebû. Em li dijî kesên aqilê çareseriyê tune dikin, bi hemû baweriya xwe dê li aştî û demokrasiyê xwedî derkevin. Ew mase dê dîsa bên avakirin. Li ser wê masê dê ligel Birêz Ocalan çareseriya demokratîk bê. Yên mase xera kirin şer anîn. Em li ser navê çareseriya demokratîk û aştiyane, bi heman biryarê rêya xwe dewam dikin. Mi muxatabê wê maseyê Birêz Ocalan, kedkaran û jinan dê li dijî îqtîdara ceberut têkoşîn pêş bikeve. 
 
TECRÎD LI HER DERÊ HEYE
 
Temellî, anî ziman ku  AKP ji bo li ser îqtîdarê bimîne, polîtîkayên dijminantiyê berdewam dike û bi awayekî keyfî li dijî endam û rêveberên wan girtin didome. Temellî, destnîşan kir ku êdî bê edaletî li her derê belav bûye û wiha got "Ev welatê mezin bûye girtîgheke vekirî. Girtîgeh hem ji bo girtiyên siyasî û hem jî ji bo girtiyên delî bûye cihê îşkenceyê. Îro tecrîd heye. Ev tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li her dera welat belav bûye. Hikûmet bi hiqûqa tecrîdê xwe li ser piyan dihêle. Derketina li dijî tecrîdê, parastina dewleta hiqûqê ye. Îro li girtîgehan 280 hezar mirov girtî ne. Ev girtîgeh êdî bûne îşkencexane. Girtîgeha Osmaniyeyê mînaka vê yekê ya herî şênber e. Her roj miroav tên binçavkirin û girtin. Ji sibê heta êvarî bi HDP'ê re mijûm dibin."  
 
139 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
 
Temellî, bal kişand ser girtina rojnamegeran jî û wiha lê zêde kir: "Li gorî daneyên fermî 139 rojnameger girtî ne. Bi rojnamegerên ku qesr wan qebûl nake hêjmara rojnaemgerên girtî zêdetir e. Li vî welatî azadiya çapemeniyê tune ye. 17 hezar kuştiyên faîl nediyar heye. Her hefte Dayikên Şemiyê dengê xwe bilind dikin. Ev bê hiqûqî nayê qebûlkirin. " 
 
HDP'Ê HEVSEROKÊN NÛ HILBIJARTIN
 
Piştî axaftina Temellî, HDP'ê raporên xebat û maliyê xwend. Piştre hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Gulseren Tural û Mehmet Karakiş hatin hilbijartin. 

Sernavên din

16:40 Polîsan alîkariya HDP'ê ji Îzmirê ji Xarpêtê re şand asteng kir
16:09 Xebatên dîtina Gulistan Dokû didomin
15:47 Akademiya Ma Musicê vê carê li Mêrsînê bû
15:38 ‘Alîkarî negihîşt hin mexdûrên erdhejê'
15:23 ‘Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hat xelatkirin’
15:12 Ji HDP'ê pêşniyarqanûn: Bila Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin
14:56 Ayşe Nûr Zarakolû li ser gora xwe hat bibîranîn
14:53 Tirkiye di Cenevreyê de bi tenê ma
13:49 Ji bo mexdûrên erdhejê stranan dibêjin
13:48 Dozger ji Velî Encu re ceza xwest
13:43 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîrê da
13:30 Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne
12:54 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan carek din dirêj kirin
12:23 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin
12:18 Meta zarokê 8 salî yê hatibû kuştin hat berdan
12:05 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Di kêliya erdhejê de cîranan wan ji şewatê rizgar kir
11:05 Operasyona li Lîcê bi dawî bû
10:55 Îdîanameya zaroka hatibû tecawîzkirin hat qebûlkirin
10:44 Şandeya HDP’ê: Astengkirina alîkariyê cezayek kolektîf e
10:21 Mexdûrên erdhejê yên li gundan: Heta niha alîkarî nedane me
09:01 ‘Êrişê dibin ser çand û baweriya Dersimê'
09:01 'Heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çete şandine Lîbyayê wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne'
09:01 Şaredariya Erziromê ji bo heman karî 23 caran pere daye fîrmayekê
09:01 Dîwana Mûhasebatê: Îhaleyên qeyûm dijqanûnî ne
09:01 Polîsan bi destavêtinê gef lê xwarin, lê dozger hewce bi şopandinê nedît
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2020'AN
27/01/2020
20:39 Li Xarpêtê avahiyên xesardîtî tên xerakirin
16:33 Danişîna Muzeyyen Boylû hat taloqkirin
16:21 Di erdhejê de 41 kes mirin û hezar û 607 kes birîndar bûn
16:16 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê cezakirin
15:57 Hejmara miriyên erdheja Xarpêtê derket 40 kesî
15:37 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Girtî tên tecrîtkirin û rayedar peymanan binpê dikin
15:32 Endezyaran avahî lêkolîn kirin: Avahî ji ber bê kontrol tên avakirin hilweşiyan
15:15 Akademiya Ma Musîcê li Edeneyê kargeha rîtimê li dar xist
14:43 165 fîlm serî li Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney dan
14:29 Guven: Felsefeya Ocalan dîwarên Îmraliyê qelaştiye
14:16 Di danişîna Nazlier de wekîl û parêzer ji salonê hatin derxistin
13:25 Girtiyê siyasî yê nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:15 Fermandarê Amerîkî yê bi Ebdî re hevdîtin pêk anî: Em ê xebata li gel hevkarên xwe bidomînin
12:42 Li Hewengê 2 hatin binçavkirin
12:15 Li Çinarê 3 kesên têkildarî kuştina zarok hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:03 Dema înkar kir îtîraf kir: 894 qert hatine betalkirin
11:33 Angaşta li Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê 15 milyon lîre pere hatiye xwarin
11:21 AFAD'ê çadir dan, lê sobe û batanî nedan
10:24 Îlham Ehmed: Divê biryara Kurdî serbixwe be
09:54 Dozger li kujerê Şîrîn Tosun doz vekir
09:00 Bubul: Dewletan olê îslamê kiriye amûra qetlîaman
09:00 Dewlet kesên bi KHK'ê hatin dûrxistin wekî 'Kesê qedexe' pênase dike
09:00 JES ên li Aydinê tenduristiya mirovan dixin talûkeyê
09:00 29 salin girtî ye tenê carekê bi malbatê re hevdîtin kiriye
09:00 ‘Di bin çavan de îşkence li min kirin û xwestin bibim sîxur'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2020'AN
26/01/2020
20:37 Li Ezazê teqîn: Herî kêm 7 kes mirin
19:32 Li Xarpêtê her diçe hêjmara miriyan zêde dibe
19:10 Walîtiya Colemêrgê bê navber herêmên qedexe îlan dike
17:01 Li Lîcê operasyona leşkerî dest pê kir
16:47 Ji Demîrtaş peyama erdhejê
16:39 Walîtiya Xarpêtê alîkariya şaredariya HDP’ê şandibû paşve şand
16:13 MSD`ê xwest Tirkiye dawî li gefan û êrişan bîne
15:52 'Tevgerên çepgir bi çavên Ewropa li Îslamê dinerin û red dikin'
15:35 Walîtiya Xarpêtê muxtar hişyar kirin: Ji derveyî AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin
15:35 2 cenazeyên ji bin kevilan derxistin defin kirin
15:09 Nexweşxaneya dewletê ji ber bertekan Aydin girtin nexweşxanê
14:00 Heyeta HDP'ê ya Xarpêtê: Alîkarî ji serokên AKP'ê re çû
13:53 Şarederiya Sîlopî ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyayê kir
13:33 Li Xarpêtê cenazeyê 4 kesên din hat dîtin
13:01 Hejmara kesên li Xarpetê jiyana xwe ji dest dan zêde bû
12:31 Ji bo piştevaniyê kampanya alîkariyê
12:30 Neteweyên Yekbûyî ji bo Xarpêtê peyama alîkariyê da
11:57 Ji ber ku pereyê wî tunebû bi halê emeliyatkirî avêtin derve
11:34 Malbata Fendîk edaletê dixwaze
11:10 Em dixwazin nerîna ‘Ji misilmanan çepgir û ji cepgiran misilman dernakeve' biguherînin
11:02 Kon nedan taxa ku 30 mal lê hilweşiyan e
10:47 Îro 5'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ'ê ye
10:19 Ji ber gotinên ne gotî 1.5 sal ceza birî
10:11 Şandeya HDP’ê welatiyên di erdhejê de zirar dîtîn ziyaret kirin
09:17 'Ger hûn bên ser vê axê ev tişt dê bên serê we'
09:08 Gerdiyan: Hûn terorîst in
09:06 El Mihbaş: Serweriya komên radîkal li Lîbyayê ji bo her kesî talûkeyeke mezin e
09:03 Qeyûmê Dêrikê 16 dikanên şaredariyê da îhaleyê
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2020'AN
25/01/2020
22:53 Li Xarpêtê zarokê 5 salî û diya wî ji bin kavilan hatin derxistin
20:47 Daxuyaniya dawî ya AFAD'ê: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 29
20:17 Xarpêt cardin hejiya
20:10 Koordînasyona Erdheja Xarpêtê ya HDP'ê gund bi gund geriya
18:14 Di dema erdhejê de deriyên hewadariyan nehatine vekirin
18:02 Ji bin kavilên avahiyê 2 jê birîndar 4 kes hatin derxistin
16:49 Gundê di erdheja berê de tedbîr negirtin niha ser û bin bû
16:26 Dayik û bavê ku ji bo kurê xwe çalakî kirin, hatin binçavkirin
16:24 4 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin
15:55 Sûrên Amedê ji ber erdhejê hilweşiyan
15:39 814 girtiyên li Girtîgeha Semsûrê sewq kirin
15:27 Ji bo girtiyê metreyeke rûviyê hatiye jêkirin azadî xwestin
15:25 OEJ: Hişyariyên me li ber çavan negirtin
15:23 TMMOB’a Amedê li cihê erdhejê lêkolîn kir
14:48 TMMOB: Ji bo erdhejê tedbirên pêwist nehat girtin
14:42 Jina ducanî ya ji bin xirbeyan hatibû derxistin jiyana xwe ji dest da
14:35 Xwestin kiryarên dermanger Ayşenûr Şîmşekê bên dîtin
14:33 KCD: Ji bo gelê Xarpêtê bikevin nava piştevaniyê