Doza Nisêbînê: Feraseta ku Rêveberiya Xweser sûc dibîne, sûcê herî mezin dike

  • rojane
  • 15:08 10 Kanûn 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Firat Çîftçî yê di Doza Nisêbînê de cezayê muebata giran û 29 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, parastin kir û got: “Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike.”

Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbîn a Mêrdîn di 26'ê Gulana 2016'an de hatibûn binçavkirin û dûre hatin girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Danişîna 2 kesên ku dosyayên wan ji hev hatibûn cuda kirin îro hatin dîtin.
 
Dest pê kê danişîna Hêvîdar Ozdemîr hat dîtin. Danişîn piştî tespîta nasnameyê bi xwendina mutalaaya dozgerê dozê dest pê kir. Dozger mutalaaya xwe ya derbarê Ozdemîr de aşkere kir. Dozger xwest ku Ozdemîr bi cezayê muebeta giran bê cezakirin. 
 
Dûre parêzserê Ozdemîr ji bo parastinê dem xwest. Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîna Ozdemîr taloqî 13’yê Sibata 2020’an kir. 
 
'JI BER KU MIN JIYANA AZAD PARAST, EZ LI VÊ DERÊ ME’ 
 
Dûre danişîna Firat Çîftçî hat dîtin. Çîftçî ji Girtîgeha Bandırma anîn û di salona danişînê de amede bû. Firat Çîftçî dest bi parastina xwe kir û wiha axivî: “Du salin têm darizandin. Yekemîn careke ku parastina xwe dikilm. Ev du salin têm dadgehê û diçim. Berê jî, min bi dehan car got ku ku ev şande û dadgeh ne ser bixwene. Li gel vê yekê jî, em bi heman helwestê û şandeyê re dewam dikin. Ji ber ku min daxwaza rêveberiya xweser a demokratîk kir û jiyana azad parast ez îro li vê derême. Ez tu carî ne poşmanim. Tu bihayê cezayê ku hûn bidin min tuneye. Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike. Îro, Erdogan diçe kîjan welatî, di rojeva wî de tenê kurd hene. Ji ber ku ji kurdan ditirse, wan evqasî dike rojev. Lê hewldaneke me ya ku em tirsê bidin avakirin tuneye. Çawan ku em ji kesekê natirsin, em naxwazin ku kesek jî ji me bitirse. Em dixwazin çand û exlaqê xwe bi awayekê azad bijîn. Dixwazin me înkar bikin, bi tank û topan encamê bigirin. Gelo karîn bi van PKK’ê biqedînin? Niha li her derê têkoşîn dewam dike. Wê dewam bike jî. Dibêjin ku kurd û tirk xwişk û biran e. Lê di rastiyê de, pîvan û exlaqeke xwişk û biratiyê jî, heye.”
 
‘PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKA PARGALÊ YE’ 
 
Çîftçî, bal kişand ser awayê darizandina xwe û wiha dawî li parastina xwe anî: “Em îro bi şanoyekê hatiye avakirin tên darizandin. Ma hûn wisan difikirin ku emê van cezayan ji bîr bikin? Bi îdîa û îfadeyên tewş hûn me ceza dikin. Yên ku jina 70 salî dayika zarokan li Nisêbînê dan ber guleyan ma ez bûm? Yên ku cenazeyê Dayika Taybet li Sîlopiyê bi rojan li kolanê hiştin me ez bûm? Na ne ez bûm. Ev hemû kirînên we ne. Ceza bidin min û tola xwe ji min bigirin. Li ser dervera cîhanê mirov dimirin. Pirsgirêka sereke pirsgirêka pargalê ye. Ev hişmendî êdî nabe çareser. Pergala ku hûn weke terorê dibînin, pergala konfederalîzmê ye. Çiya vê sûce? Hûn jî baş dizanîn ku ev ne sûce. Cezayê ku hûn bidin min jî, wê ne li gorî wijdan, exlaq, çand û nirxê civakê be.”
 
Şandeya dadgehê piştî parastinê navber da û dûre cezayê muebeta giran û 29 sala cezayê girtîgehê li Çiftçî birî. 
 
BERÊ JÎ LI 31 GIRTIYAN CEZA HATIBÛ BIRÎN 
 
Şandeya dadgehê heta niha der barê 29 kesan de biryar dabû. Heta niha dadgehê der barê Yasemin Erkol 10 sal, Ozgur Sevim cezayê muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamit Acur û Akar Îkbal de muebbeta giran û 15 sal, der barê Sadık Tan, Bayram Sevgin, Firat Darî, Mazlum Yaşa û Hatip Oyman de muebbeta giran û 18 sal, der barê Ercan Dolaşır de muebbeta giran û 10 sal, der barê Erkan Benlî de muebbeta giran û 20 sal û 3 meh, der barê Baver Başar de muebbeta giran û 19 sal, der barê Mehmet Zirig de muebbeta giran û 17 sal, der barê Suleyman Goksel Yerdut de muebbeta giran û 15 sal, der barê Dilber Tanrıkulu de muebbeta giran û 26 sal, der barê Tufan Îlbaş de muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, der barê Ramazan Eroglu de jî 2 muebbetê giran û 3 sal cezayê girtîgehê birîbûn, ji bo Farûk Engîn muebeta giran û 31 sal cezayê girtîgehê û ji bo Resûl Ergun jî 3 caran muebata giran û 27 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. 
 
Şandeyê der barê Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dilan Aslan de jî ji ber temenê wan biçûk e ji bo her yekî-e 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîbûn. Dîsa li 2’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê Huseyin Bag rastî cezayê muebetê û 11 sal, Zehra Kaya cezayê muebetê û 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh ceza hatibûn.
 
DOSYEYA 2 GIRTIYAN HATIBÛ GIRTIN 
 
Ji girtiyên dozê Medya Çınar û Siraç Yuksek, di çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anîbûn. 

Sernavên din

16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn