COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman û hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari sewqî edliyeyê kirin.
Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman û hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari ku 2 roj berê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî ku li emniyetê îfadeyên xwe dan sewqî edliyeyê hatin kirin.
Kirariya hevşaredar niha li dozgeriyê didome.