EDENE - Li Edeneyê 13 kes bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin, polisan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girt û bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya civakî 13 kesan binçav kir. Polisan piştî binçavkirinê her sêzdeh kesan jî piştî kontrolên wan ên tenduristiyê bir Miduriyeta Polisan a Edeneyê.
Li aliyê din hat diyarkirin ku 3 kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina wan hatiye dayîn, li navnîşanên xwe nehatine dîtin, biryara binçavkirina wan didome.