ENQERE - Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Derya Yûlcû bertek nîşanî pezandayîna şer a li dibistanan da û bi bîr xist ku avakirina neyar a ji bo zarokan tişta herî xerab e û wiha got: "Em neçarin ku her demê biratî, edalet û aştiyê hînê zarokan bikin"
Ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Başûrê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, li gelek gund û navçeyên li ser sînor dibistan hatine girtin û perwerde nayê dayîn. Lê gel vê yekê jî li hin dibistanan jî bi alên tirk û sirûdan meşên piştgiriya êrîşê hatin lidarxistin. Sekretera Jinan a Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) Derya Yûlcû bertek nîşanî pezindayîna şer ji bo zarokan da û ev tişt got: "Em neçarin ku her demê biratî, edalet û aştiyê hînê zarokan bikin"