NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê bi armanca şermezarkirina êrîşên TSK’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajaran daxuyanî da çepemeniyê. Di daxuyaniyan de banga “Divê gelê me û rêxistinên civaka sivîl her derî bikin qadên berxwedanê” hatin kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca şermezarkirina êrîş û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Edene, Hatay, Îskenderûn, Antalya, Şirnex, Êlihê, Colemêrg, Riha, Amed, Dersim û gelek bajarên din daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyan de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojeva” hatin berzkirin.
Di daxuyaniyên li van bajaran hatin dayîn de operasyon hat şermezarkirin, bertek hatin nîşandan û ev operasyona weke dagirkeriyê hat nirxandin.
Di daxuyaniyan de ev peyam hatin dayîn û bang hatin kirin: “Rojeva modeleke bi mînake. Bi dagirkirina Bab, Cerablûs û Efrînê, nasname, civakî, çand û demografiya herêmê guhertin. Îro hikumeta AKP’ê dixwaze belavî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Desthilatdariya AKP’ê ya rewabûna xwe winda kiriye, ji bo ji krîza heyî xwe rizgar bike, serî li polîtîkayên şer dide. Ya ku DAIŞ’ê nekarî li Rojava bike, îro desthilatdariya AKP’ê dixwaze bike. Îro Rojava tê dagirkirin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî operasyonê em xwedî li gelên Sûriyeyê derkevin. Werin em vî şerî rawestînin û li dijî vîna mirinê jiyanê biparêzin. Ji desthilatdariyê re ‘Êdî bese’ gotin peywira hemû gelên Tirkiyeyê ye. Werin em li dijî şer bibin dengê Rojava. Divê em gelê Rojava bi tenê nehêlin û vê zordestiyê qebûl nekin.”