GRÊ SPÎ - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hatiye Grê Spî ber bi sînorê Tirkiyeyê ve dimeşe.
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Grî Spî zêde bûne, gelê herêmê berê xwe vê derê. Bi hezaran kes hatin navenda Grê Spî ku dibe hedefa êrîşên bi obus û balafiran. Bi hezaran kesên ku ji Reqqa, Dêra Zor, Tebqa, Minbic û Kobanê hatin Grê Spî, bi armanca ku pêşî li êrîşan bigirin berê xwe dan ser sînorê Tirkiyeyê. Hezarên bi ku dûrişmeyên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Berxwedana QSD'ê" li navenda Grê Spî dimeşin, bi çepikan êrîşan şermezar dikin.