Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike

  • rojane
  • 09:06 17 Îlon 2019
  • |
img

ENQERE – Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûtûlan ku di nav heyeta HDP'ê ya serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe kir de cih girt, bilêv kir ku hemû sazî û dezgeh ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di warê çareserkirina demokratîk de û ji bo yekîtiya neteweyî hemfikir in. 

 
Heyeta HDP'ê di 7-11'ê Îlonê de serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe kiribû. Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûtûlan ku di nav heyeta HDP'ê ya serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe kir de cih girt, derbarê serdanê de ji bo ajansa me axivî.  Kûrtûlan, anî ziman ku ewilî serdana Rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî kirine û got, di warê yekîtiya neteweyî de peywireke girîng dikeve ser milê Barzanî. Kûrtûlan, diyar kir ku wan hem di warê yekîtîiya neteweyî, hem di warê tifaqa kurdan, hem di warê pirsgirêkên kurdên li wir hem jî di warê operasyonên derî sînor de hevdîtin pêk aniye. 
 
JI BO AŞTIYÊ
 
Kûrtûlan, bi bîr xist ku wan bi Serokê Herêmê Nêçirvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin pêk anîne û têmaya sereke ya van hevdîtinan yekîtiya neteweî û tifaqa kurdan bûue. Kûrtûlan, bilêv kir ku Nêçirvan û Mesrûr Barzanî jî qîmetê didin çêbûna yekîtiya neteweyî ya kurd û got: "Ji bo pirsgirêka kurd, di warê çareserkirineke demokratîk de em hevfikr bûn. Me xwest li dijî polîtîkayên qeyûman û ji bo çareserkirineke demokratîk û polîtîkayên îmha înkarkirinê vîneke hevpar derkeve holê. Dikarim bibêjim ku hevdîtinên me erênî derbas bûn. Ji bo li herêmê aştî çê bibe me danûstendinek çê kir." 
 
Kûrtûlan, anî ziman ku wan bi Serokomarê Iraqê Berham Salih re jî hevdîtin çê kiriye û got: "Me derbarê temasên me kirine de ew agahdar kirin. Paşê me ragihand ku di pêş de em ê bi awayekî fermî serdana Serkomarê Iraqê bikin." 
 
‘HERÊM OPERASYONAN NAXWAZE' 
 
Kûrtûlan, anî ziman ku ji xeynî sazî, dezgeh û partiyên siyasî wan hevdîtin bi gel re jî çê kiriye û got, nexasim jî hat gotin parlemento ji ber operasyona derî sînor nerihet e. Kûrtûlan, got: "Li parlementoyê parlementerên Goran û PDK'ê gotin, gelek gund tên bombekirin, mirov mexdûr dibin û koçber dibin. Gotin, armanca operasyonê ew e ku herêmê vala bikin. Xwestin em tiştina bikin." 
 
‘LI MEXMÛRÊ AMBARGOYEKE MEZIN HEYE' 
 
Kûrtûlan, anî ziman ku ew çûme Kampa Mexmûrê jî û destnîşan kir ku li kampê ambargoyek mezin heye û ji ber vê ambargoyê mirov nikarin bi rihetî tev bigerin. Kûrtûlan, got: "Ev yek jî di rojeva me de bû. Ji bo welidaninê jî xweşikî jin nikarin biçin nexweşxaneyê. Dorpêçkirinek mezin heye. Eziyet li gelê Mexmûrê tê kirin. Me di hevdîtinên xwe d exwest ev dorpêçkirin bi dawî bibe. Ji rêveberiya Barzanî hin kesan got, ew ê lis er vê yekê bisekinin. Her wiha Berhem Salih û hin rayedarên din jî gotin, ew ê li ser vê meseleyê bisekin." 
 
YEKÎTIYA NETEWΠ
 
Kûrtûlan, bla kişand ser yekîtiya netewî jî û got: "Madem em di vî warî de hevfikr in û dixwazin yekîtî çê bibe nexwe kî astengd iek? Kî naxwaze, ev li dijî berjewendiyên kê ye? nexwe divê ev bê nîqaşkirin. Nîqaşên bi vî rengî çê dibin. Me li wir hevdîtin bi kê re çê kiribe, hemû di warê yekîtiya netewî de hevfikr in. Lê me pirsî çi ma ev yek di partîkê de xwe nade der. Di vî warî de her kes îşaret bi rola Birêz Mesûd Barzanî dike û dibêjin, rola xwe baş bilîze." Kûrtûlan, anî ziman ku fikreke hevpar derketiye holê ku divê destleftiyên kurdan li ser xetekê bên civandin û divê her kes wekî ev destkeftî yên hemû kurdan e tev bigerin. 
 
Kûrtûlan, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî her kes di warê çareserkirineke demokratîk de hevfikr e û got: "Nexasim jî li dijî operasyonên derveyî sînor helwestek heye." 
 
Kûrtûlan, anî ziman ku wê di pêş de jî serdanên wan î ji bo yekîtîiay netewî û tifaqê bidomin. -
 
MA / Berivan Altan  
 

Sernavên din

16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn