Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan

img

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm de got: "Çalakiy rûniştina li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê provokasyon e. Lê lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji mere hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan."  

 
Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayînkirina qeyûman di roja 24'an de berdewam kir. Rêxistinên HDP'ê 24 rojin li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê nobetê digirin. Îro jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê Li kolana Lise kom bû û çalakiya xwe berdewam kir. Dîsa polîsan girse dorpêç kir. Girsê di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Nûnerên saziyên jin, hunermend, Parlamenterên HDP'ê, Nûnerên rêxistinên civakî û gelek kesên din amade bûn.
 
Li Kolana Ziya Gokalp Lisesî dîsa kursî hat avakirin û axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de pankarta "Dest nede vîna min" vekirin. Dîsa polîsan xwestin mudaxale bikin û demekê rageşî derket. Rêxistinên Kedê jî bi pankarta xwe hatin qadê. Rêxistinên Kedê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û endamên meclîsê li vir civîn li dar xist. Beriya civînê Endamê Meclîsa HDP'ê û Berdevk Mehmet Akdogan axaftina vekirinê kir. Li vir Hevşaredar Selçuk Mizrakli jî axivî û got: "Hevolno ez hekîm im. Min sonda Hipokratê xwariye. Ez cudahiyê naxim nava ziman, bawerî û nijadan. Ev partî û ev xet, xeta ku sonda Hipokrat xwariye ye. 
 
UCA: LI MEXMÛRÊ DORPÊÇ DIDOME
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca jî bal kişand ser dorpêça Kampa Mexmûrê û wiha got: "Dorpêça kampê didome. Li dijî vê dorpêçê dayikên aştiyê li ber xwe didin. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Dayikên ducanî yên nekaribûn biçin nexweşxaneyê zarokên xwe winda kirin. Ger ku Kurd nebin yek wê her dem rastî pêkanînên bi vî rengî bên. Divê em pirsgirêkên xwe ên şexsî dînin aliyekî û têkoşîna xwe bilintir bikin. 
 
GUVEN: DU DAYIKÊN LI PÊŞ HDP'Ê LÊBORÎN XWESTIN Û DEST JI NOBETÊ BERDAN
 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm de got: "Çalakiy rûniştina li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê provokasyon e. Lê lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji mere hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan. Niha AKP-MHP di rewşa dijwar de ye. Niha li pêş avahiya HDP'ê provokasyon heye." 
 
Çalakgerên Nobeta Demokrasiyê piştî axaftinan 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn. Wê sibê li heman qadê çalakiya xwe berdewam bikin.
 
 

Sernavên din

21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê