'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’

  • rojane
  • 14:33 11 Îlon 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag di Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê de axivî û got: “Rojek berî rojekê dest ji vî karî berdin, nexwe hûnê winda bikin. Li dijî Kurdan ne  şer, polîtîkayên aştiyê bi rêve bibin. Em amadene û ji bo aştiyê li vê derê ne.”

Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a Mêrdînê di roja 24’an de berdewam kir. Polîsên ku avahiya Rêxistinê ya Bajêr dorpêç kirin, destûr nedan ku çalakî li Parka Karayolarî bê li darxistin. HDP’iyan li ser vê yekê li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê lidarxistin û çalakî heya saetekê berdewam kir. Piştî çalakiya rûniştinê Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag axivî. Dag, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Tayînkirina qeyûman tê wateya vîn û hebûna gelê Kurd nas nakin.”
 
Dag, da zanîn ku ewê li dijî qeyûma li qadan bin, bertekên xwe nîşan bidin û wiha bilêv kir: “Heya ku em bajar û şaredariyên xwe ji wan bigirin emê her roj li qadan bin û têkoşîna xwe dewam bikin. Dixwazin hişmendiya yek zilamî li hemû cihan bixin pratîkê. Li hemberî pêkanînên faşîzanê, heya niha me serî netewand û em ê ji vir û şûnde jî serî netewînin.”
 
‘JI BO AŞTIYÊ EM LI VIRIN’
 
Dag, da zanîn ku bandora HDP û Kurdan di hilbijartina 31’ê Adarê de ya li ser bajarên mezin ên Tirkiyeyê derket holê û wiha bilêv kir: “Emê carek din vê hêza xwe nîşan bidin. Em ji vê derê careke din desthilatdariyê hişyar dikin. Kurdan ne danin pêşberî xwe. Ger hûn bixwazin li dijî Kurdan şer bikin, hûnê winda bikin. We di 31’ê Adarê de çawan winda kir, hûnê ji vir û şûnde jî winda bikin. Werin dest ji van pêkanînên xwe yên faşîzane berdin. Dest ji polîtîkayên qeyûman berdin. Em neviyên Şêx Saît û Seyît Riza yên li dijî faşîzma we serî netewandin e. Em şopdarên Vedat Aydin û Orhan Dogan ên li dijî zilma we di siyaseta demokratîk de israr dikirine. Berî ku derengtir bikeve, dest ji van pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin. Em amadene û ji bo aştiyê li vê derê ne.”
 
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê