Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî

  • rojane
  • 14:01 11 Îlon 2019
  • |
img
EQNERE - Parêzera doza JÎTEM'ê ya Qoserê Nûray Ozdogan biryara dadgehê ya beraetê nirxand û têkildarî biryarê ev tişt got: "Ne tenê fihêl kirin di heman demê de parastin jî." 
 
Di rûniştina 9'ê îlonê ya doza JÎTEM'ê ya Qoserê ku 9 bersûc ji ber kuştina 22 kesan a di navbera salên 1992-1996'an de dihat darizandin de derbarê hemû bersûcan de bi hinceta demborîbûnê briyara beraetê hat dayîn. Parêzer Nûray Ozdogan ku ji 3'ê Adara 2015'an ku doza JÎTEM'ê ya Qoserê neqlî Enqereyê hat kirin ve parastina malbatên mexdûr girtiye ser milê xwe têkildarî pêvajoya darizandinê û biryara dadgehê ya hatiye dayîn nirxand. 
 
Parêzer Ozdagan diyar kir ku di hemû rûniştinen dozê de daxwazên berhevkirina delîlan hatine redkirin û wiha got: "Ji ber vê sedemê me texmîn dikir biryara domborîbûnê û beraetê bê dayîn. Her çiqas me li dijî ve yekê daxwazan kir jî daxwazên me me hatin redkirin. Di vê mijarê de belgenameyên ku ji saziyên paye bilind dihat xwestin jî bi awayekî baş nedihatin. Li gel ku dosyayên JÎTEM'ê dema bêpevçûn hatin vekirin jî di dema şer de hatin dîtin. Lê pratîka darazê bi awayekî lez û bez nîşanî me da ku ceza neyê dayîn." 
 
 
'RÊZE SÛCÊN BI FERMANÊ PÊK HATINE'
 
Ozdogan got ku divê dosyaya  JÎTEM'ê ya Qoserê weke "Dosya cînayetê ya ku bi fermana leşkerî pek hatiye" were nirxandin û ev tişt anî ziman: "Di daxuyaniyên şahid û gazindkeran de faîl hatin nîşandan lê dadgehê ev yek paşguh kir. Di cînayetên ku bi fermanê pêk tên de hin caran rast e rast kesê ku tetikê dikişîne nayê dîtin. Lê nasnameya kesê ku fermanê dide aşkera ye. Ev kes jî ya fermandarê cendirmeyan e yan jî midurê polisan e. Berspiryar kî be divê ji cînayetê bê darizandin. JÎTEM çeteyek ku di nav dewletê de hatiye birêxistinkirin e. Peywira kî çî ye diyar e. Van kesan ji aliyê gelê herêmê ve baş tên nasîn.""
 
'GELO ÇIMA DEWLET VAN MIROVAN DIPARÊZE?'
 
Ozdogan destnîşan kir ku bersûcên ne ji ber kembûna delîlan bi xaleke ku tê wateya "Vana vî sûcî nekirine" beraet kirine û wiha pê de çû: "Dewletê bi vê biryarê gotiye ku ew van kesan ceza nakin. Biryareke faîle diparêze. Ne tenê fihêl kirin di heman demê de parastin jî. Dema ku di binpêkirinên mafên mirovan ên giran de biryara demborînê bê dayîn dê amûrên parêzeran zêdetir bibin. Di biryarên bi vî rengî de bersûc nayê fihêl kirin. Gelo çima dewlet van mirovan diparêze? Ji bo ku dewlet bi van mirovan re xebatên xwe bidomîne, biryareke bi vî rengî hatiye dayîn. Dê ev sûc bi rêbazên cûda bên berdewamkirin." 
 
'BERTEKA CIVAKÎ GIRÎNG BÊ LÊ ÇÊNEBÛ'
 
Ozdogan di axaftina xwe bal kişand ser bertekên civakî yên li dijî dosyayên bi vî rengî û têkildarî mijarê ev tişt got: "Dosyayên bi vî rengî tenê bi darizandinê nayên encamkirin. Pêwistî bi têkoşîna civakî jî heye. Em dosyayên dozên wiha bi tenê dihêlin. Divê ku siyaset jî dosyayên bi vî rengî bişopîne. Di dosyayên wiha de bertekên civakî girîng in. Heke em bixwazin pêvajoya darizandinê wergerînin rûberîkirinê divê ku em girseyî bişopînin. Ev biryar jî nîşan da ku pêvajoyên bi rengî ne tenê bi darazê tên birêvabirin." 
 
Ozdogan diyar kir ku biryara hatiye dayîn dê hem bibin dadgeheke bilindtir û hem jî bibin Dadgeha Îstinafê û herî dawî ev tişt got: "Bi hemû pêvajoyên hiqûqî em ê destûr nedin ku dosya bê girtin û têkoşîna vê yekê bidin."
 
MA / Berîvan Altan
 
 
 

Sernavên din

13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin