Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê

  • rojane
  • 11:33 11 Îlon 2019
  • |
img

AMED – Mexdûrê darbeya 12’ê Îlonê yên li Girtîgeha Amedê îşkenceyên giran dîtin diyar kirin ku her çiqas 39 sal bi ser de derbas bûye jî lê li ser navê dewlet û hiqûqê tiştek nehatiye guhertin. 

 
Darbeya 12’ê Îlonê ya eskerî 39 sal berê yanî di sala 1980’î de pêk hat. 12’ê Îlonê yek ji rûpel ango dîroka herî reş û tarî ya Tirkiyeyê bû. Îşkence li însanan hat kirin, însanan kuştin, însanan bi darve kirin û her cûre muameleya xerab û binpêkirina mafan li dijî însan û şoreşgeran pêk anîn. Yek ji aliyên herî bedelên giran ê vê darbeyê dan jî kurd in. Dema 12’ê Îlonê û îşkenceya wê tê qalkirin, ewil Zîndana Jimara 5’an a Amedê tê bîra mirov. 
 
ÎŞKENCE BI BERXWEDANA XWE TÊK BIRIN 
 
Hemû girtiyên li Zîndana Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû man. Ji van girtiyan û ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan ji bo şertên girtîgehê û îşkenceyê protesto bike di 21’ê Adara 1982’an de bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Ji girtiyên PKK’yî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner jî dan pey şopa Mazlum Dogan û bûn berdewamên rûhê berxwedanê. Ev çar girtî wek “Çaran” hatin binavkirin. Li dijî pêkanînên dij mirovane ji girtiyên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş bû pêşengê çalakiya rojiya mirinê û li gel Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz çalakî domandin û her çaran jî jiyana xwe ji dest da. Di navbera salên 1981’î û 1984’an de li Zîndana Amedê bi giştî 34 girtiyan jiyana xwe ji dest da. 
 
Şahidên hovîtiya wê demê ku girtî bûn Ahmet Candan û Ahmet Andiç behsa wê serdemê kirin. 
 
‘NE QASET Û NE JÎ PIRTÛK TÊRÊ DIKIN’ 
 
Ahmet Candan diyar kir ku ew beriya 12’ê Îlonê bi 4 mehan hatiye girtin û şandine Girtîgeha Amedê û heta niha bi giştî 17 sal di girtîgehê de maye. Candan hovîtiya li Zîndana Amedê dianîn serê girtiyan wiha anî ziman: 
 
“Dema ez li girtîgehê bûm, min bihîst ji nişkeve deng tê. Dengê postalan bûn. Bi yek carî ketin qawîşên me û me kirin yek rêzê û îşkence li me kirin. Piştî 3 rojan gardiyanan guhertin û esker anîn û ji wê rojê şûn ve îşkence dest pê kir. Ji lêdanê heta îşkenceya derûnî her tişt bi me dikirin. Heke em niha rabin behs bikin ne qaset ne jî pirtûk têra vê yekê nakin. 
 
‘CIVAK BI SAYA BERXWEDÊRAN LI SER PÊYA YE’ 
 
3 sal bênavber bi şev û roj îşkence li me dikirin. Îşkencekar ji mirovatiya xwe derketibûn û teknîkên nû derdixistin. Ceryanê didin canê me, li ser feleqê me dirêj dikirin, tazî me didan meşandin û sirûd bi me didan xwendin, pîsîtî bi me didan xwarin. Ev tenê çend mînak in. Civak jî van dizane.”
 
Candan diyar kir ku Zîndana Amedê ji aliyê civakê ve wek cihek îşkenceyê û keleha berxwedanê tê zanîn û bi saya berxwedana kesên wan rojan îro civak li ser pêya ye. 
 
‘TU TIŞTEK NEGUHERIYE’ 
 
Candan anî ziman ku tiştên di 12’ê Îlonê de hatine serê wan wek duh di bîra wî de ne û wiha domand: “39 sal bi ser re derbas bûye, lê hêj aqilê dewletê neguheriye û di hiqûqê de tu guhertin pêk nehatiye. Hiqûq hêj heman hiqûq e. Destûra bingehîn a 12’ê Îlonê hêj di meriyetê de ye. Niha jî rewşa girtîgeha dişibe rewşa wê demê. Rewş xerabe. Me wê demê jî serê xwe netewand û em niha jî qet serê xwe natewînin.” 
 
‘DIXWESTIN MUXALEFETÊ TÊK BIBIN’ 
 
Ahmet Andiç jî wê demê li navçeya Pîranê ya Amedê mamostetiyê dikir hat girtin û xistin hepsê.
 
Andiç destnîşan kir ku ji destpêka Komarê ve mekanîka darbeye heyîna xwe diparêze û wiha got: “Di salên 70’î de dengê kurdan xûrt derket. Her ku çû kurdan xwe bi rêxistin kir. Dixwestin pergalên wê demê têk bibin û li şûna wê welatek bêtir demokratîk û şoreşgertir ava bikin. Dixwestin welatek hin şaristanî ava bikin. Li dijî pergala dewletê ya faşîzane pêngavên şoreşgerî dan destpêkirin. Yên Tirkiyeyê dixwestin birêve bibin hêzên emperyalîst danîn pişt xwe û nedixwestin ev hêzên şoreşgerî hêza xwe xurt bikin. Dixwestin gel bitirsînin û muxalefeta wê demê têk bibin. Însanên li kolanan demokrasiyê dixwestin hepsî malê dikirin. Bi vê yekê re serdemek dest pê kir. Di encamê de jî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê pêk hat.”
 
‘ÎŞKENCEYA KU HIŞÊ MIROV NAGIRE LI ÎNSANAN KIRIN’ 
 
Andiç da zanîn ku ew li girtîgehê bi îşkenceyê re hatiye nasîn û wiha axivî: “Di roja 3’yemîn a darbeyê de eskeran bi ser gundê me ve girt. Gund gulebaran dikirin. Îşkence li gundiyan kirin û pîsîtiyê bi wan dan xwarin. Her cûre tişta xerab anîn serê gundiyan. Wê demê hovîtiyên wek ben bi organê zayendî yê zilaman ve girê didan û didan destê jinan ku bikişînin. Her cûre hovîtî ku hişê mirovan nagire dianîn serê însanan.” 
Andiç diyar kir ku berxwedana li zîndanê hat dayîn hinek îşkenceyê kêm kir. Andiç got darbeya eskerî di civakê de rê li ber  travmayên mezin vekiriye û bandorek mezin li wan jî kiriye. Andiç anî ziman ku roja îro û pêkanîna 12’ê Îlonê dişibin hev û pêkanînên niha tên kirin ji pêkanînên 12’ê Îlonê jî derbas kirine. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da