'Şerwel û kumê bavê min nadin wî'

  • rojane
  • 09:18 11 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Keça girtiyê Nexweş ê 80 salî Siddik Guler, Ayşe Guler diyar kir ku bavê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi tenê bijî û wî nabin nexweşxaneyê. Guler, destnîşan kirin ku şerwel û kumê bavê wê nadin wî û xwest girtiyên nexweş tev bên berdan. Guler, bilêv kir ku heta niha 10 caran sirgûn bûye û gelek mafên wan binpê dikin.  

Girtiyê 80 salî Siddik Guler ku 20 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bibîne. Guler, di sibata 1994’an de bi sûcdariya “Yekitiya dewletê xirekir" hat girtin. Piştî guhertina qanûnan a di sala 2004’an de hat bêrdan. Ji heman sucî di sala 2009’an de dîsa hat girtin û hêj girtî ye. Guler, di 20 salên girtîgehê de 10 caran sirgûn bû. Parêzera Guler, bi sedema Guler li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewlêtê hatiye darizandin û cezakirin serî li dadgehê da û xwest ji nûve bê darizandin û berdan. Lê parêzer hêj bersîv negirtiye. Malbatê ji bo binpêkirinên mafan serî li Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ên Amedê dan. 
 
'10 CARAN SIRGÛN BÛ' 
 
Keça Siddik Guler Ayşe Guler, diyar kir ku çend sal berê bav û birayê wê di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de bûn û wiha got: “Bavê min nikarîbû li xwe mêze bikira. Birayê min ji bo lê mêze bike hatibû cem wî. Nêzî du salan bi hevre man û her yek şandin cihekê. Birayê min sirgûnî Girtigeha Kandira ya Kocaeliyê kirin. Bavê min jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê kirin. Birayê min 8 sal in li Girtîgeha Kandirayê ye. Bavê min piştî Amedê, ji Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê sirgûnî Tîpa H a Dîlokê kirin. 5 mehan li wir ma. Ji wir sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn kirin. Bi temenê kal sirgûnî Yozgat, Aydin, Sêrt, Midyat, Amed, Dîlok û herî dawî Îskenderûnê kirin.”
 
‘BILA LI NEXWEŞXANEYÊ DERMAN BIKIN' 
 
Guler, destnîşan kir ku bavê wê bi tenê nikare li xwe binêre û wiha axivî: “Em di cejnê de çûn ziyareta wî. Bi kursiya bi teker anîn cem me. Dema me bavê xwe bi wî halî dît em matmayî man. Wî nabin nexweşxaneyê. Tenê dibin revîrê. Baş tedawî nakin. Divê wî bibin nexweşxaneyê, lê nabin. Bi bavê min re nexweşiyên tansiyona bilind, nexweşiya dil û romatîzma heye. Carekê li derve, carekê jî li girtîgehê anjiyo bû. Ba di canê wî de heye. Dibêje ‘ez nikarim rakevim, canê min dişewite’. Êşek bi şewat di bedena wî de heye. Li Dîlokê carekê birin nexweşxaneyê. Bijîşkan got 'masurên wî îltîhap girtine.' Li Girtîgeha Îskenderûn nem heye ji ber nemê bandorê zêdetir lê dike." 
 
‘KURÊ WÎ NEDAN WÎ'
 
Guler, bal kişand ser binpêkirinên mafan û wiha lê zêde kir: “Hejmara serpiyan li wan ferz dikin. Rojname û pirtûkan nadin wan. Radyoyên wan jî tune ye. Avê bi sînor didin wan. Bi lîtreyan an jî bi saetan didin wan. Dema bavê min birin Girtîgeha Îskenderûnê, me şerwel û kumê wî jêre şand, lê nedan wî. Bi ser odeyên wan de digirin. Zextan li ciwanan dikin. Dema em di cejnê de çûn ziyaretê, dayika ciwanekî digiriya. Zêde zorê li wan dikin. Bavê min got ‘Ez kal im, lê rêza wan ji min re tune. Me li ser piyan didin jimartin.' Di tecrîdê de dijîn. 
 
‘HEVALÊN WÎ YÊN ODEYÊ XIZMETA WÎ DIKIN'
 
Guler, bibîr xist ku herî dawî di 4’ê Îlonê de xwişk, dotman û pismamê wê çûn hevdîtinê û wiha domand: “Bavî min di ziyaretê de gotibû 'Hêj ez nebirime nexweşxaneyê.' Hevalên wî yên odeyê xizmeta wî dikin. Tenê carekê birin revîrê derzî lê xistin, lê ev ne çare ye. Bavê min xwestibû wî bibin nexweşxaneyê, lê rayedaran qebûl nekiribûn. Li gelek girtîgehan binpêkirn heye. Lê li Îskenderûnê zêdetir e. Bavê min got 'Ez li ewqas girtîgehan geriyam lê min wekî vê zor û zehmet nedît. Edalet, heq, hiqûq, qanûn tune ye.' Herî dawî em çûn ziyaretê, tîşortekî nivîsa îngîlîzî ser hebû. Xwestin ez tîşort berovajî li xwe bikîm. Min ji neçarî wekî wan kir. Ev li dijî mirovahiyê ye.”
 
‘BI SEDAN GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’
 
Guler herî dawî, bang li her kesî kir û got: "Em edaletê dixwazin. Em dixwazin bavê min bê berdan. Lê heviya min ji kanûnên wan tune. Bi sedan girtiyên wek bavê min nexweş hene. Nikarin bi tenê bijîn. Em dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan." 
 
Têkildarî mijarê rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê îddîayên der barê xwe re der kirin. 
 

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin