Parêzerê malbata Şenyaşar: Lêpirsîneke çalak tune ye

  • rojane
  • 09:07 13 Hezîran 2019
  • |
img
RIHA – Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvarên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wî kuştibûn. Di lêpirsîna hat destpêkirin de tenê ji malbata Şenyaşara Fadil Şenyaşar hat girtin. Parêzerê dosyeyê Hîdayet Enmek, got: "Tê xwestin komkujiyê bidin jibîrkirin." 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûs a Rihayê xizm û parêzvarên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Lê belê hîn jî di lêpirsîna hatiye destpêkirin de tu tişt rû nedane. Di bûyerê de birayê Yildiz Mehmet Alî Yildiz jî miribû û ji malbata Şenyaşar Mehmet û Ferît Şenyaşar jî di nav de 8 kes birîndar bibûn. Di ser bûyerê re salek derbas bûn lê di dosyeyê de tenê ji malbata Şenyaşar Fadil şenyaşar girtiye. 
 
Parêzerê malbata Şenyaşar, Hîdayet Enmek rewşa lêpirsîna heyî nirxand. Parêzer Enmek, bilêv kir ku ev êrîş wijdanê civakê êşandiye û der barê kesên li ber çavan bav û du kur kuştin de di warê hiqûqî de tiştek nehatiye kirin û di dosyeya bûyerê de tu pêşveçûyîn rû nedaye. 
 
‘DIXWAZIN BIDIN JIBÎRKIRIN' 
 
Enmek, bilêv kir ku der barê dosyeyê de biryara nepeniyê heye, lê belê hin rayedarên payebilind ên dewletê bi hin vîdeoyan ev yek bin pê kiriye û got: "Em parêzer, me got biryara nepeniyê hatiye binpêkirin û em dixwazin xwe bigihînin delîlan. Lê belê daxwazên me giş hatin redkirin. Ji ber heta niha biryara nepeniyê didome, em nikarin tu agahiyî bi dest bixin. Me hevdîtin bi dozgerê dosyeyê re çêkirin. Di hevdîtinan de ji me re hat gotin lêpirsîn didome, gumanbar tên tespîtkitin. Lê ev me qaneh nakin. Ev bûyer li ber çavan qewimî û her kes bi bersûc û gumanbarên vê cinayetê dizane. Hîn jî netespîtkirina van kesan tê wateya dosye bi awayekî baş nayê birêvebirin. Fadil Şenyaşar ku bavê wî û du birayên wî hatin kuştin salek e girtiye. Der barê kuştina bav û du kuran de kesek jî nehatiye girtin. Ev jî nîşan dide ku lêprisîneke çalak tune ye. Dixwazin vê komkujiyê bidin jibîrkirin."  Enmek, anî ziman ku Mehmet Şenyaşar ku di bûyerê de birîndar bibû kesên ku tespîtkirine ji dozger re gotiye û li dozgeriyê teşhîs kiriye û got: "Di vî warî de tespît hatine kirin. Piştî van tespîtan kes nehat binçavkirin û ev yek di çapemeniyê de jî derneket. Lêpirsîneke em jê nebawer tê birêvebirin. Diviya di dema bûyerê de ev kes bihatana girtin. Lê belê salek derbas bûye tu pêşketin tune ne û ev jî li cem me dibe cihê şik û gumana." 
 
'WIJDANÊ CIVAKÊ ÊŞAND' 
 
Enmek, got: "Em parêzer, em ê dev ji vê dosyeyê bernedin. Ji bo êrîşkar hesab bidin em tev digerin. Eger edalet pêk bê wê wijdanê civakê yê êşiyaye rihet bibe." 

Sernavên din

19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'