Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin

  • jin
  • 09:07 25 Mijdar 2025
  • |
MÛŞ - Endama Kogreya Star Jiyan Hisên, diyar kir ku êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên li dijî gelên Elewî û Durziyan, careke din girîngiya rêxistinkirina li ser bingeha parastina cewherî nişan daye û got: “Jinên Elewî jî rizgariya xwe di pergala Rêveberiya Xweser de dîtin.”
 
Êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku piştî hilweşandina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de li Sûriyeyê anîn ser rêveberiya demkî, li dijî Elewiyên li herêmên peravê û piştre jî li dijî gelê Durziyan, careke din girîngiya parastina cewherî ya jinan anî nîşan da. Li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de revandin, desteserkirin, qetliamên li gorî nasnameyê zêde bûn. Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di qetliamên li dijî Elewiyan de tevî jin û zarokan herî kêm hezar kes,  jiyana xwe ji dest dan.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di daxuyaniya xwe ya 28’ê Tîrmehê de ragihand ku ji Sibata 2025’an ve li bajarên Lazqiyê, Tartûs, Hûmûs û Hamayê ji aliyê kesên nenas ve herî kêm 36 jin û keçên Elewî ku temenê wan di navbera 3 û 40 salî de ne, hatine revandin û desteserkirin. Li gorî daxuyaniyê, belgekirî ye ku 5 jinên Elewî û 3 keçên Elewî yên temenê wan di bin 18 saliyê de di nava rojê de hatine desteserkirin. Rêxistina Efûyê, di heman demê de ji Lobiya Feminîst a Sûriyeyê jî agahî li ser 28 bûyerên din ên revandin û desteserkirinê wergirtiye. Ji van 14 jin û zarokên keç hatine berdan. Lê hat ragihandin ku çarenûsa yên mayî û cihê ku lê têne girtin nayê zanîn.
 
JÎYANEKE NÛ DI RÊVEBERIYA XWESER DE
 
Elewiyên ku ji zext û êrişên HTŞ’ê reviyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wek çareserî didîtin, dîsa gihîştin gelek mafên xwe yên ewlehî û perwerdehiyê. Malbatên ku li kantonên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hatin bicihkirin, cîh û pêwîstiyên wan ên bingehîn hatin dabînkirin û zarokan jî li dibistanên Rêveberiya Xweser dest bi perwerdehiyê kirin. Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên, der heqê girîngiya xweparastinê nirxandin kir.
 
‘GEL HTŞ’Ê NAS DIKIN’
 
Jiyan Hisên diyar kir ku Sûriye 14 sal in di nava qeyranê de ye û piştî hilweşîna rejîma Baasê gel bi hêviya çareseriyê nêzî pêvajoyê bûne û ev tiş got: “Hemû hêzên derve xwestin Sûriye parçe bibe. Gelên Sûriyeyê dizanibûn ku hikumeta demkî ya bi guhertina rejîmê hatiye ser desthilatê kî ye. Berê Cebhet el-Nusra bû, piştre El-Qaîde bû û rewşa wê ya dawî jî HTŞ bû. Her kesê ku wan nas dikir, dîroka wan jî dizanibû. Gotin 'em ê Şamê bi rê ve bibin'. Gel dizanibû ku bi hatina wan re dê çi biqewime û HTŞ piştî hat ser desthilatê, li peravên Sûriyeyê Elewî kirin hedef.”
 
HIŞMENDIYA TALAN, TACÎZ Û TECAWIZÊ
 
Jiyan Hisên bi bîr xist ku Elewiyên li herêmên peravê bi hinceta ku "bi rejîmê re têkildar in" bi komkujiyan re rû bi rû man û piraniya welatiyên li gund û navçeyan tenê ji ber nasnameya xwe ya Elewîtiyê hatine hedef girtin. Jiyan Hisên bi bîr xist ku bi talan, tacîz û tecawizan jin û xweza hatine hedef girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin hatin revandin, tecawiz li wan hat kirin û hatin qetilkirin. Heta niha jî çarenûsa gelek jinan nayê zanîn. Li ser vê yekê bêdengiyeke mezin heye. Nexasim jin û zarok di van êrişan de her tim hatin hedefgirtin û ev êriş hîn jî didomin. Bêdengiya çapemeniyê ev koman cesaret kir û wan heman êriş li dijî Durziyan jî pêk anîn. Gelê Durzî li Siwêdayê rastî êrişên mezin hatin. Em vê rejîmê nas dikin. Ew ne jîyana hevpar, ne demokrasî, ne jin û ne jî azadiyê qebûl nakin.” 
 
GIRÎNGIYA PARASTINA CEWHERÎ
 
Jiyan Hisên bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina li ser bingeha parastina cewherî li hemberî êrişan û got: “Di pêvajoya Şoreşa Rojava de, di Sûriyeya ku bû du parçe, me nexwest di nava van avahiyan de cih bigirin. Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me pergala xwe ava kir. Ev pergala Rêveberiya Xweser e. Me xwe perwerde kir û li ser bingeha parastina cewherî rêxistin kir. Me hewl da ku rê li ber rêveberiya xweser a gel vekin. Me pergaleke ku di nava qalibekî de asê maye û tiştan ji ber dike û vê ferz dike, ava nekiriyr. Di Rêveberiya Xweser de pergaleke ku li gorî pêwîstî û mercên serdemê guhertin û veguherînê esas digire, hat avakirin. Di vê pergala 14 salî de, me bi têkoşîn û hevgirtina gelan tecrûbe bi dest xist. Me di warê parastina gel û yekitiyên parastina jinan de encamên girîng bi dest xist. Di nava vê pergalê de jinan gelek destkeftî bi dest xistin. Di serî de pêşengiya jinan tê. Jinan di her qada şoreşê de cih girtin û di her qadê de bûn xwedî gotin. Ji bo me artêşbûna jinan  pir girîng bû. Hebûna YPJ’ê ne bi hişmendiyeke ku ‘me çek girt destê xwe û em ê şer bikin’, bêtir li ser esasê parastina cewherî ye. Nexwe, ev artêşbûn dê ji gelek rêxistinên ku çek hildane û ketine nava pevçûnan cuda nebûya.”
 
Jiyan Hisên destnîşan kir ku bi parastina ceweherî re, wan armanc kiriye ku jin li mala xwe xwe, zarokên xwe, taxên xwe û civaka xwe biparêzin û têkoşîna xwe li ser vê bingehê mezin bikin. Herwiha Jiyan Hisênê diyar kir ku wan armanc kirine ku têkoşîna jinên pêşeng ên di Rêveberiya Xweser de hîn xurttir bikin û ew ê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan, bi vê biryardariyê pêşwazî dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binerin, dema Durzî jî rastî heman êrişan hatin, dest bi lêgerîna çareseriyê kirin. Bi vê yekê dibe ku wan tiştên gelê Elewî pê re rû bi rû man, nejiyabin. Mînak, jinên Elewî yên ku hatine vir, dema pergala li vir dîtin, gotin em dixwazin wek parçayekê vê pergalê em perwerdehiyê bibînin. Jixwe ji destpêkê ve ji bo xilasbûnê hatin vir. Lê piştî hatin vir, wan rizgariya xwe di pergala Rêveberiya Xweser de dîtin. Hatina vir ji bo wan jî pêvajoya têgihiştinê bû. Wan anî ziman ku dixwazin vê pergalê li ser axa xwe ya ku li benda vegerê ne, ava bikin. Bi taybetî jin dixwazin parastina xwe ya ceweherî ava bikin, da ku bi vê hişmendiyê ve parastina çand, dîrok û axa xwe bikin.”
 
BI DAWÎ BÛ
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir NÛÇEYA LEZGÎN
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike