Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe

  • jin
  • 09:25 5 Îlon 2025
  • |
img
RIHA - Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmedê diyar kir ku jin ne tenê qurbaniyên şerên hegemonîk ên mêrekî ne, ew yên şerên hegemonîk jî ne û got: "Jin bi qasî ku karibin xwe birêxistin bikin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, banga me ji bo hemû jinan ew e ku di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin. Tecrubeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe."
 
Li Sûriyeyê ku Tehrîr el-Şam (HTŞ) di 8'ê Kanûna 2024'an de rejîma Esed hilweşand û desthilatdariyê bi dest xist, şer û krîz didomin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, bang li xelkê deverên peravê yên ku HTŞ lê komkujî kirine û li herêma Siwêdayê li durzîyan dike ji bo çareseriya li herêmê. Lê, di peymana ku di 10'ê Adara 2025'an de di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HTŞ'ê de hat îmzekirin de hîn tu pêşketin çênebûne û hevdîtinên paşê yên li Şamê di Hezîranê de hatin kirin negihîştin tu encamê. HTŞ a hikûmeta demkî, hevdîtinên plankirî yên li Parîsê taloq kir û paşê ragihand ku ew ê beşdarî hevdîtinan nebe. Li gel vê, nîqaşên li ser entegrasyonê li Sûriyeyê û gefên Tirkiyeyê yên êrişê li ser Rêveberiya Xweser didomin.  
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê Kurd, Ereb, Tirkmen, suryanî, ermen, elewî û êzdiyan ve di bin pêşengiya jinan de hatiye avakirin, ji bo kesên ku ji êrişên HTŞ'ê direvin bûye stargeh. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê dîrok nivîsandine, bi biryar in ku jinên ku HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin wan hedef digirin û destkeftiyên wan biparêzin. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmedê pirsên me yên der barê pêşketinên li herêmê, helwesta HTŞ'ê, gefên êrişê yên Tirkiyeyê û rol û mîsyona YPJ'ê di vê pêvajoyê de bersivandin.
 
 Li Rojava, piştî "Şoreşa Jinan" jiyaneke nû bi pêşengiya jinan hat avakirin. YPJ, sîwana hemû jinan e ku ji bo parastina xwe li dijî bîrdoziya baviksalarî, avahiyên paramîlîter û Tirkiyeyê şer dikin. Lê pergala ku we ava kiriye ji hêla netew-dewletan ve hedef tê girtin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Ji bo bersiva vê pirsê, ez dixwazim li ser cudahiya di navbera pergala ku me ava kiriye û pergalên dewleta neteweyî bisekinim. Me pergalek ku xwe disipêre rêveberiya herêmî ya demokratîk û rizgariya jinan ava kir. Ev pergal li çaraliyê cîhanê wekî 'Şoreşa Rojava'yê hat nasîn. Şervanên jin pêşengiya vê şoreşê kirin. Wekî artêşa jinan, berpirsiyariyeke dîrokî li ser milê me hebû. Em bi vî rengî pêşve çûn û em ê vê bidomînin. Di vê têkoşînê de, me berpirsiyariya zimanê jinan, nasnameya wan û tolhildana wan hîs kir û hîn jî hîs dikin. Em tespîta Rêber Apo ku di paradîgmaya rizgariya jinan de cih digire dizanin ku dibêje 'Ên li vê xakê ewilî hatin dagirkirin zayenda jinê bû û bi kolekirina jinê re civak jî hat kolekirin.' Her çend pergala kapîtalîst xwe bi rêya dewleta neteweyî sazûman kir jî, li gel vê, wê bi rêya koletiya jinan jî ew sîstematîze kir. Îro, kapîtalîzm ne tenê jinan, di heman demê de mêran jî dike kole da ku îdeolojiya xwe ya emperyalîst bidomîne. Ev yek di nav civakê de dibe sedema hilweşîneke kûr a exlaqî. Ew hewl didin ku wateya peyva 'jiyan'ê pûç bikin û wê bi têgehên çewt ên azadiya takekesî biguherînin. Li rewşa ku netew-dewlet îro anîne dinyayê bifikirin; her roj bi hezaran jin û zarok tên kuştin an jî ji birçîna dimirin. Rêber Apo ku van pirsgirêkan analîz kir, demeke dirêj berî damezrandina YPJ'ê li Sûriye û Rojavayê xebatên perwerdehiyê yên girîng kir. Bi vî awayî, Rêber Apo xwe wekî berpirsiyarê perwerdehiya jinan dît ku wan wekî pêşengên civakê dibîne. Îro, jinên perwerdekirî di her aliyê têkoşîna me de pêşengiya vê civakê dikin. Ev yek, di encamê de, veguherî feraseteke azadîxwaz. Ji hêla îdeolojîk ve, jinan cara yekem ji xwe pirsî, 'Ez kî me?', 'Rastiya min çi ye?', 'Ez li ku derê jiyanê cih digirim?' û 'Diyalektîka di navbera jin û jiyana azad de çi ye?' Bi van nakokiyan re, jin ketin nav lêgerînên kûr û karakterê jin ê ku di dawiya van lêgerînan de derket holê îro pêşengiya şoreşekê dike.
 
 Modernîteya Demokratîk, pergala herî îdeal e ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê. Netew-dewlet YPJ'ê hedef digirin, ji lew re yekane hêza ku bi awayekî îdeolojîk li ser navê jinan li dijî hişmendiya netew-dewletê şer dike, artêşa jinan YPJ ye.
 
Di serdema nû de hewl tê dayîn ku dîzayneke dîrokî bê kirin. Sûriye di vê dîzaynê de cihekî girîng digire. Bi rêya vê yekê, ew armanc dikin ku bi polîtîkaya dabeş bike û parçe bike û bi rê ve bibe ya bi salan kirin û vê pergala îllegal a serdema borî, legal bikin. Lêbelê, wekî YPJ û QSD, me pergalek li ser bingeha Modernîteya Demokratîk ava kiriye. Ev pergal, ji hemû etnîsîteyan û baweriyan, her kesî digire nav xwe. Di nav pergala me de, her kes bi zimanê xwe û çanda xwe ya zikmakî tevdigere, wekî pêkhateyeke rêveberiya herêmî ya demokratîk tevdigere. Pêşengiyên pergalê jin in. Ev pergal, pergala herî îdeal e ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê. Ma em dikarin hêzên xwe tenê wekî 'hêzên Kurd' bi nav bikin? Na. Ji ber ku hêzên me hemû komên etnîkî yên li Sûriyeyê dihewînin. Divê em vê yekê fêm bikin: YPJ û QSD artêş û hêzên her beşê civakê ne li herêmê ku bi pirsgirêkên azadiyê re rû bi rû ne. Vê yekê hesteke hevgirtinê afirandiye. Ji ber ku bi vî rengî, ji gelê me yê Ereb bigire heya gelên me yên ermen û suryanî, kîjan koma etnîkî êriş lê were kirin, em ê hemû bi hev re li dijî vê neheqiyê bitêkoşin û em ê vê têkoşînê bidomînin. Eger ev modela ku me li Rojavayê ava kiriye, statuyekê bi dest bixe, ew ê ji bo tevahiya Rojhilata Navînê bibe ronesanseke nû. Ji ber ku bi vî rengî, em ê dîwarên ku bi sedsalan di navbera gelan de hatine avakirin hilweşînin, jiyana hevbeş nîşan bidin û di têkoşîna li dijî ferasetan de bi ser bikevin. Ji ber vê yekê, YPJ berhema mêjiyê pergala demokratîk a hatiye afirandin bi xwe ye. Tişta ku YPJ'ê cudatir dike ev e ku ew artêşek e ku li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinan têdikoşe. Ji ber vê yekê, bi şêwaza jiyana xwe û şêwaza şerkirinê, ew yek ji artêşa jinan a hevta a yekem e li cîhanê. Ew ji hemû ferasetên paşverû re nîşan dide ku divê têkoşîn û şerê li ser bingeha rengê jinan çawa be. Îro, YPJ ne tenê li Rojava û Rojhilata Navînê, li seranserê cîhanê bûye temînata jiyana jinan. Ji lew re eger em nikaribin hişmendiya heyî ya serdestiya mêran biguherînin, em ê nikaribin îdeolojiya 'hevjiyana azad' a ku Rêber Apo qala wê dike bi cîh bînin. Ji bo vê armancê, em têkoşîneke mezin a ji bo jiyanê dimeşînin. Armanca me ya bingehîn guhertina vê pergalê ye ku qirkirina çandî bi sozên derewîn ên 'evînê' yên hişmendiya heyî û kuştina jinan di bin navê 'namûsê' de hîn bêtir giran dibe. Bi vî rengî, em ê rêxistinbûna xurt a jinan li ser bingeha hêza xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê netew-dewlet YPJ'ê hedef digirin. Niha, yekane hêza ku bi awayekî îdeolojîk li ser navê jinan li dijî hişmendiya netew-dewletê şer dike, artêşa jinan YPJ ye.
 
 Destkeftiyên jinan çawa dikarin li dijî êrişên berdewam bên parastin?
 
Berî her tiştî, em Şoreşa Rojavayê wekî serkeftineke ku ji hêla jinan ve li dijî emperyalîzmê hatiye bidestxistin dibînin. Şoreşa me di bin pêşengiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Jiyan Tolhildan û gelek şehîdên din ên jin ên qehreman de pêş ket. Şehîdên me bi bedena xwe, xwe kirin mertal, bûn pirek di navbera jinan û gel de. Ger îro li vir bi beşdariya nûnerên Kurd, Ereb, ermen, suryanî, durzî û elewî yên ji Rojava û Sûriyeyê konferansek hatibe lidarxistin, ev bê guman serkeftinek e artêşa jinan YPJ'ê ye. Jin dikarin destkeftiyên xwe bi qasî ku dikarin rêxistin bikin biparêzin. Bi vî rengî, têkoşîna me ya rêxistinkirî xîtabî zemîneke civakî dike. Wekî jin, em di her warî de têdikoşin û bi çeka xwe xweparastina xwe, zimanê xwe û çanda xwe bi şoreşê re jiyanbar dikin.
 
 HTŞ a di hikûmeta demkî de, hem bi rêya polîtîkayên xwe yên li herêmê û hem jî bi rêya polîtîkayên xwe yên der barê jin û pirrengiyê de, pabendbûna xwe ya bi pergala unîter ya ku li Sûriyeyê hilweşiyaye nîşan dide. Hûn ê li Sûriyeyê çawa bi vê avaniyê re têkilî daynin?
 
Wekî hûn dizanin, berî ku rejîma Baasê were hilweşandin, me, YPJ û QSD, bi awayekî qismî bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kirin. Bi vî rengî, me bi israr hewl da ku rejîma Esed bi awayekî sîstematîk xwe biguherîne û me bi fermî nas bike. Jixwe piştî 'Şoreşa Rojava'yê, em faktora sereke bûn ku rejîma Baasê li ser pêyan hişt. Ger me çeteyên DAIŞ'ê li seranserê herêmê, bi taybetî li Kobanê, Reqa û Dêra Zorê, neşkandiba, ew ê tavilê bi ser hikûmeta Sûriyeyê de biçûna. Rejîma Esed, berevajî hikûmeta demkî ya niha, di şerê li dijî DAIŞ'ê de rolek negirt ser xwe. Me ji rejîma Esed hin tecrûbe girtin. Ev tecrûbe çi ne? Ger ew li ser rêveberiya xwe ya navendî û otorîter tawîzê nedin, tişta ku bi serê Esed hat, dê bi serê hikûmeta demkî ya HTŞ'ê jî were. Di bingeha vî şerî de nebûna naskirina ol û nijadên cuda heye. Dîsa, em ne tenê li dijî şêweyekî navendî yê hikûmetê, lê di heman demê de li dijî feraseta cîhadîst jî şer dikin. Di pergala îdeolojiya cîhadîst de, jin tenê zarokan tînin dinyayê; ji wê wêdetir tu nirxeke wan tune. Muameleya vê ferasetê ya bi jinan re, bêqîmetkirin e. Ji ber vê yekê îro di êrişên ku li dijî gelên durzî û elewî dikin de bi taybetî jin hedef tên girtin. Ji ber ku jinan xwe wekî pêşeng di hem civakên elewî û hem jî durzî de diyar kirine. Ger jin winda bibe, civak jî winda dibe. Nirxên bingehîn û hêzên bingehîn ên van civakan hîn jî di destê jinan de ne. Jin çerxa nirxên civakî bi rê ve dibin, hem ji hêla exlaqî û hem jî ji hêla siyasî ve. Di lêgerîna li çareseriyeke demoktratîk de ya bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re, em jin, em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Bê guman, mijara tê meraqkirin ev e ku YPJ dê çawa entegre bibe. Bi taybetî, em ne li ser wê yekê ne ku bibin mîna vê ferasetê yan jî tabiî wê bibin. Ger wiha be, navê vê dê bibe asîmlasyon. Em dixwazin avaniya me ya bêhempa wekî modeleke li seranserê Sûriyeyê were bicîhkirin û em pergaleke demokratîk dixwazin ku hemû komên etnîkî karibin bi azadî bijîn. Wekî YPJ, em dixwazin li seranserê Sûriyeyê roleke bi heman mîsyonê bilîzin. HTŞ jî di nav de, em ewlehiya jinan radestî tu rêxistineke mêran nakin. Di vî warî de, entegrasyon yekbûnekê di xwe de dihewîne. Ev yekbûn dê roleke mezin di demokratîkbûna Sûriyeyê de bilîze. Gava hêzên me, li dijî dijminên mirovahiyê şer dikirin, gelek caran gotin ku ev şer bandorê li tevahiya mirovahiyê dike û dê bike. Binêrin, em îro bi heman pirsgirêkan re têdikoşin. Ji ber ku ev şer ne tenê têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê ye; ew têkoşîna gelên cîhanê ye ku mafên xwe tayin bikin. Bi vî awayî, divê em bi hev re xwe birêxistin bikin, bibin yek û di heman çeperan de li dijî dijminên xwe yên hevpar şer bikin. Ew roj, îro ye. Her kes dibîne ku şerê HTŞ'ê li dijî elewî û durzîyan şerê hebûn û nebûnê bû. Divê ev rewş bi baldarî were fêmkirin û şîrovekirin. Em li kêleka hemû etnîsîteyên ku di vî şerî de bi pirsgirêkên parastinê re rû bi rû ne. Gelê Sûriyeyê jî hewlên me yên ji bo azadiyê dibîne. Divê em bi hev re xwe birêxistin bikin da ku em karibin qadên me yên jiyanê yên hevpar û hêzên me yên parastinê yên hevpar hebin.
 
 Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li seranserê Rojhilata Navînê kûr dibe û belav dibe. Di demên dawî de, di navbera Îsraîl û Îranê de pevçûneke tund derket. Wekî YPJ, hûn krîza ku şer û pevçûnê kûrtir dike çawa dinirxînin?
 
Di vê serdema ku em wê wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase dikin de, em ji aliyê hêzên emperyal ve bi ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê re rû bi rû ne. Di çarçoveya vê dîzayna nû de, li gelek welatan destwerdan çêbûn. Ûkrayna, Îran, Xeze… Bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re, li Rojhilata Navînê û bi taybetî li Kurdistanê, rewşeke şerekî germ dest pê kiriye. Bedelên vî şerî giran bûn û hîn jî giran in. Armanca her şerekî nû ew e ku yên kevin hilweşîne û ya nû biafirîne. Tişta ku îro tê serê gelan tenê amûrek e ji bo pergala kapîtalîst û netew-dewletan da ku pergalên xwe bi rê ve bibin. Pirsa 'Çima li Rojhilata Navînê û bi taybetî li Kurdistanê şer diqewime?' girîng e. Ji ber ku pergala kapîtalîst dixwaze bi rêya vî şerî temenê xwe dirêj bike. Bi vî awayî, ji ber krîza aborî û sîstemîk a ku ew pê re rû bi rû ye, ew dikare stratejiya parçe bike û bi rê ve bibe ku min berê behs kir, bi cîh bîne. Armanca niha ew e ku ev proje bi ser bikeve. Li aliyekî bloka Rûsya-Çînê heye, li aliyê din jî bloka DYA-Îsraîlê heye. Ev her du blok hemû amadekariyên xwe dikin da ku serdestiyê bi dest bixin. Niha, ger rêyên enerjiyê kontrol bike û projeyên xwe bicîh bîne, dê bibe hêza hegemonîk li Rojhilata Navînê. Ji bo vê projeyê gelek welat hatin serobinokirin. Lê cîhan bêdeng maye. Ji ber ku windabûna wan welatan ji bo pergalê ne girîng e. Ya girîng berjewendiyên hegemonan e. Ewqas ku dewletên hegemonîk amade ne ku her cure komkujiyan li ser gelên xwe bikin. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, durzî û elewî xeterek e; ew ji bo hemû gelan xetereke mezin e. Wekî YPJ, em ê li dijî komkujiyên ku em niha li dijî wan in, têkoşîna xwe bidomînin. Me cîhaneke bêşer dixwest, lê erdnîgariya ku em niha lê dijîn navenda şer e. Ji ber vê yekê, divê em wekî gel bi hevgirtineke mezin tevbigerin da ku em karibin li dijî şerê hişmendiya serdest a mêran bi ser kevin.
 
 Tecrûbeya herî mezin ku me wekî YPJ bi dest xistiye ew e ku tu jin bê xweparastin nikare bijî. Jin ne tenê qurbaniyên şerê mêrekî ne, qurbaniyên şerên hegemonîk in jî. Ji ber vê yekê, wekî YPJ, em bang li hemû jinan dikin ku di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin.
 
 Jin di nêvenga şer û krîzê de, bi taybetî li Rojhilata Navînê bi gef û metirsiyên cidî re rû bi rû ne. Hûn ji bo têkoşîna jinan a li dijî vê yekê çi çareseriyê pêşniyaz dikin?
 
Tecrûbeya herî mezin ku me wekî YPJ bi dest xistiye ew e ku tu jin bê xweparastin nikare bijî. Li cihê ku jin hebin, civak jî heye. Ger em wekî jin, xwe hem ji hêla fikrî û hem jî ji hêla fizîkî ve neparêzin; îro ya bê kuştin kesek din be, dê sibê em bin. Jin ne tenê qurbaniyên şerê mêrekî ne, qurbaniyên şerên hegemonîk in jî. Ew ne tenê bi fizîkî tên revandin, îşkencekirin û tecawizkirin. Her roj bi hezaran jin rastî tecawizê tên, lê civak vê yekê nayne zimên. Her çend bîne ziman jî, kes nayê darizandin. Jin bûne sûcdarên vê civakê, kes behsa 'mêrên' hişmendiya serdest a mêrî ya gerdûnî yan jî 'mêraniya' xwe winda kiriye ya pergalê nake. Her kes jinan ji ber pirsgirêkên civakî sûcdar dike. Ev asta zayendperestiyê di nav civakê de nîşan dide. Em ji bîr nekin ku hişyariya jinê, asta hişyariya wê di civakê de bilind dike û jineke hişyar ew e ku hay ji rastiya xweparastinê hebe. Wekî ku hûn dizanin, di serdema Kobanê û Şengalê de em bi êrişeke mezin a DAIŞ'ê re rû bi rû man. Tenê xeyala endamên DAIŞ'ê yên ku bûbûn bela serê tevahiya cîhanê, ew bû ku bi destê jinê nemire. Ji ber ku li gorî hişmendiya serdest a mêr, kuştina ji aliyê jinê ve nayê wê wateyê ku meriv biçe bihuştê. Ev bi tena serê xwe rastiya hişmendiya cîhadîst û dijminê jinan nîşan dide. Tevahiya cîhanê şahidî li vê kir û temaşe kir ka çi bi jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, nemaze ezdî, hat kirin. Dema ku me wekî YPJ çek hilda, welatê me, nasnameya me û çanda me bi dagirkeriyeke mezin re rû bi rû bûn. Eger me artêşek ava nekiriba, me nedikarî xwe û civaka xwe biparêze û azad bike. Me bi helwesta xwe ya parastina cewherî gelek jin jî rizgar kirin. Me ji Dêra Zorê heta Reqayê û ji wir heta Cizîrê li dijî DAIŞ'ê mekanîzmayeke parastinê ya bihêz ava kir. Wekî jinên Kurd, me hêvî da jinên li herêmê û li çaraliyê cîhanê. Wekî jinên li her derê, em dixwazin xweparastina xwe pêş bixin û rêxistineke bihêz biafirînin da ku em ji bo nifşên pêşerojê soza pêşerojeke azad bidin. Ji ber vê yekê, wekî YPJ, em bang li hemû jinan dikin ku di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin.
 
Di demên dawî de Konferansa Jinên Kurd, Kongreya 1'emîn a NADA'yê jî hat lidarxistin û xebatên jineolojiyê hatin berfirehkirin. Fêdeyên van hewldan û rêxistinkirina ji bi têkoşîna jinan çi ne?
 
Em nikarin rastiya gelê Kurd ji rastiya jinan cuda binirxînin. Kurd di warê siyasî, çandî û fizîkî de sed salan bi qirkirinê re rû bi rû mabûn û bîra dîrokî bê perwerde hatibû hiştin û ji dest hatibû girtin. Civatek hatibû afirandin ku xwe ji rastiya xwe dûr ketiye û ji wê reviyaye. Ev civak ne xwediyê zimanekî û ne jî tevgerekê bû. Ji ber vê yekê, bi tevahî ne gengaz bû ku meriv behsa rastiyeke rêxistinkirî ya gel bike. Bê guman, dema ku gelê Kurd di vê rewşê de bû, jinên Kurd bi tevahî hatibûn dagirkirin. Bi tevgera azadiyê re, jinên Kurd ne tenê ji bo nasnameya xwe, di heman demê de ji bo nasnameya xwe ya jinê jî şer kirin. Gava ku jinên Kurd xwe wekî 'xwebûn' nas kirin, wan bandora kûr a jinan di afirandinên mirovan ên ku li xaka Mezopotamyayê ku wekî heyva bibereket tê zanîn hatine şekildan de dîtin. Rastiya windabûyî di şexsê jinan de jiyaneke nû dît. Ev rastî ne tenê ji bo jinên Kurd, lê ji bo hemû jinan rast bû. Îro, hişmendiya neteweyî bi rêya konferansên ku ji hêla jinên Kurd ve tên lidarxistin tê parvekirin û pêşxistin. Ew dizanin ku ew tenê dikarin têkoşîna xwe ya ji bo nasnameyê bi rêya ji nû ve yekbûna hişmendiya neteweyî û nirxên bingehîn ên jinan biparêzin. Gava ku jinên Kurd xwe birêxistin bikin, ew ê careke din bibin modelek ji bo hemû jinan, wekî ku di tevahiya dîrokê de kirine. Zanistek me ya jinan a mîna Jineolojiyê heye. Bi rêya Jineolojiyê, jin di nav rabirdû û pêşerojeke geştir de bi rastiya xwe re ji nû ve tên cem hev. Jin niha hîn bi bêtir şer dikin da ku nirxên xwe yên windabûyî bi dest bixin. Ji ber vê yekê, Konferansên Jinên Kurd, 1'emîn Kongreya NADA û xebatên Jîneolojiyê rola girîng a ku em di Rojhilata Navîn û pergala gerdûnî de dilîzin nîşan didin. Ez dixwazim dubare bikim ku armanca me ew e ku em xebata xwe di vî warî de bêtir berfireh bikin û bigihîjin hemû jinan. Her jineke rêxistinkirî garantiya banga Rêbertiyê ya ji bo aştî û civakeke demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, em ê xebata xwe bêtir berfireh bikin û bi ruhekî kolektîf têkoşîna xwe ya bihêz bidin meşandin da ku hişmendiya heyî ya serdestiya mêran hilweşînin.
 
 Yek ji têkoşînên mezin ên jinên Kurd pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Li her çar herêman têkoşîn tê xurtkirin û zimanekî hevpar tê afirandin. Hûn hewldanên jinan ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd çawa dinirxînin?
 
Bi nêrîna dîrokê ya Rêber Apo, dîroka jina Kurd ji nû ve hat nivîsandin. Jinên Kurd ku ji aliyê dijmin ve hatin paşguhkirin, dîroka xwe ji nû ve hûnandin û di warê sosyolojîk, siyasî, felsefî, wêjeyî û çandî de cihê ve ji nû ve cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtin. Ev rastî ji polîtîkayên şerê taybet ên dijmin li çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşîgirtina li avakirina yekîtiya Kurdan derket holê. Ev hewldan vedigerin projeyên ji serdema Ebdulhemîd. Bi taybetî li Tirkiyeyê, hêzên dewletê bi rêya gelek polîtîkayên şerê taybet, ji pergala cerdevaniyê bigire heya pergala sîxuriyê, ji narkotîkêtiryakê bigire heya bazirganiya mirovan û fihûşê, hewl dan ciwan û jinên Kurd ji mîrateya wan a çandî dûr bixin. Dewleta Îranê bi tirsandina mirovan bi rêya komplo û darvekirinan heman siyasetê dimeşîne. Li Başûrê Kurdistanê pergalek hatiye damezrandin ku azadiyên jinan paşguh dike da ku rê li ber Kurdan bigire ku nebin civakeke demokratîk. Beşa me ya Rojava bi projeyek bi navê 'Kembera Erebî' di bin sîwana rejîma Sûriyeyê de hatibû dorpêçkirin ku ji bo rêgirtina li windakirina mîrateya çandî ya Kurd hatibû çêkirin. Van polîtîkayan ku li her çar perçeyên Kurdistanê hatine bicîhkirin, bandorek kûr li ser pêşxistina hişmendiya neteweyî di nav gelê me yê Kurd û jinan de kir. Tişta ku me ji wan rojan heta roja îro li her çar perçeyan aniye, rastiya Rêber Apo ye. Dilê gelê Kurdistanê îro li Amed, Kobanê, Mehabad, Silêmanî û Şengalê lêdide. Hişmendiya neteweyî ya Kurd gelê Kurd li hember her êrişekê di qadên berxwedan û têkoşînê de dike yek. Rastiyeke polîtîka a bihêz derketiye holê û ev têkoşîna bihêz bê guman ji têkoşîna jinên Kurd serbixwe nîne. Jinên Kurd dema ku xwe rêxistin kirin û şer kirin, wan pêşengiya hişmendiya neteweyî kir û roj bi roj ji bo jinên li çaraliyê cîhanê bûn sembola hêvî û serkeftina ku bi têkoşînê çêbûye.
 
 Nirêxandinên Rêber Apo yên wate didin jiyanê, îro û pêşerojê ronî dikin. Ev jî dike ku her kes ber bi wî ve biçe.
 
 Wekî xulase, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke çawa kir?
 
Dîmena Rêber Apo û ramanên wî ku rê li ber siyaseta cîhanê dixe, bi taybetî di nav jinan de, heyecaneke mezin çêkir û hîn jî çêdike. Gelê me ji vê yekê pir cesaret girtiye. Li ser vê bingehê, li herêmê tevgereke girîng çêbûye da ku ramanên Rêbertiyê, li ser bingeha 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a wî, werin bicîhanîn. Ji bilî entegrasyona herêmî, projeyên taybetî hatine bicîhanîn, ya herî girîng jî ew e ku pergalên komunal û herêmî bêtir çalak bibin û hewldanên ji bo pêkanîna van projeyan bi biryardariyeke mezin hatine meşandin. Ji Rojhilata Navînê bigire heya cîhanê, bi taybetî li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê, pergala kapîtalîst kaoseke mezin afirandiye. Tenê projeya ku dê gel ji vê kaosê ber bi aştî û pergala demokratîk ve bibe, projeya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ye. Projeya Modernîteya Demokratîk şêweyekî rêveberiyê ye ku li ser bingeha herêmî ye. Perspektîfa dîrokî, şêwaza şîrovekirinê, nêzîkatiya gerdûnê û dualîteya ku Rêber Apo pêşxistiye da ku pergalek wisa bîne pêk bîne, analîzên wî yên civakî yên li ser bingeha sosyolojiya azadiyê û nirxandinên wî yên ku wate didin jiyanê, ji ekolojiyê bigire heya jîneolojiyê, îro û pêşerojê ronî dikin. Ev jî dike ku her kes ber bi wî ve biçe. Rêber Apo ew rêber e ku ramana sosyalîst li dijî ramana emperyalîst pêş xistiye. Dogmatîzma Rojhilata Navînê ku wî bi xwe çareser kiriye û derbas kiriye, bersiva herî mezin e ji bo dagirkerî û îstismara ku em niha dijîn. Îro, dewletên neteweyî hewl didin ku felsefeya Rêber Apo ya lêgerîna çareseriyan di bin maskeya 'terorê' de asteng bikin. Divê dîsa were destnîşankirin ku banga dîrokî ya Rêber Apo bandoreke kûr li ser Rojavayê kiriye. Bê guman, em hem bi Sûriyeyê û hem jî bi Tirkiyeyê re di nava danûstandinan de ne. Em nikarin bibêjin ku şer li herêmê rawestiyaye. Bi rastî, erê germ jî nesekiniye. DAIŞ li Dêra Zorê, Reqayê û gelek kantonên me êrişî hêzên me yên ewlehiyê yên navxweyî dike. Bi heman awayî, Tirkiye êrişên xwe yên heyî bi droneyan li herêmê dubare dike. Amûrên keşfê yên Tirkiyeyê li hin deveran difirin. Wekî ku hûn dizanin, di şerê me yê li dijî DAIŞ'ê de û her wiha di şerê me yê li dijî çeteyên SMO û OSO'yê de, me gelek caran têkiliyên wan ên nêzîk bi dewleta Tirkiyeyê re belge kirine. Bi heman awayî, polîtîkayên qirêj ên ku bi rêya MÎT'ê (Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî) tên meşandin li herêmên me yên şoreşger didomin. Ji ber vê yekê, her çend em li hin deveran bi rewşeke şerî re rû bi rû bin jî, em dikarin bibêjin ku hêzên me li dijî êrişên potansiyel amadekariyên berfireh dikin.
 
MA / Ceylan Şahînlî                   

Sernavên din

17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' 2 meh li dû xwe hişt
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket