RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyên aştiyê zêde kiriye û got: “Hewceye destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev ku tevahiya civakê qebûl dike were çêkirin.”
Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate avakirin, xebatên xwe didomîne. Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî piştî demekî dirêj di 28’ê Tebaxê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê, têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye “Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê tegehên bingehîn ên vê pêvajoyê ne.” Di mijarên Abdullah Ocalan bal kişandiye ser de heta niha tu gavek nehatiye avêtin û ev jî fikarên civakê zêde dikin. Gelek derdor, dewlet û îktîdarê ji ber neavêtina gavan rexne dikin.
'BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ DEWLETÊ’
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got ku divê destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev were çêkirin. Oncel, got: “Tirkiye, piştî daxuyaniyên birêz Ocalan, Devlet Bahçelî û Tayyîp Erdogan û çekşewitandina PKK’ê derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi taybet jî di vê pêvajoyê de berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê dewletê.”
'XEYALA ME CÎHANEKE BÊŞER E’
Bi domdarî Oncel, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û ev tişt anî ziman: “Em, geşedanên li Sûriyeyê bi fikareke mezin dişopînin. Bi taybet jî gotinên hêzên emperyal ên têkildarî Rojhilata Navîn û gurkirina şerê li Rojhilata Navîn, êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriye, Îran û Yemenê didomin. Di vê çarçoveyê de, hewceye aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê divê teqez bi ser keve. Ji ber ku dewleteke aştiya xwe ya navxweyî tune be, mimkin nîne li derve serkeftî be. Lewma jî piştî daxuyaniyên PKK û birêz Ocalan, divê dewlet berpirsyartiya dikeve ser milê xwe teqez bi cih bîne. Dixwazim bibêjim ku xeyala me ya cîhaneke bêşer heye.”
'BI BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDÎ RE PIRSGIRÊK ÇARESER NABE’
Di berdewamê de Oncel got ku piştî banga Abdullah Ocalan, ji bo serkeftina pêvajoyê lez dane xebatên xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû derdorên li Rihayê em diçin serdana wan, xwedî li pêvajoyê derdikevin. Ji bo serkeftina pêvajoyê yek ji tişta herî girîng, bawerî ye. Hinek tiştên diqewimin, vê baweriyê dişikînin. Destûr nedan Dayika Aştiyê ku li komîsyonê bi Kurdî biaxive. Vê yekê bi rastî jî em xemgîn kirin. Heke tehemûla we ya ji bo Kurdî tune be, wê demê xelk dê pirsa ‘Wê demê dê aştî çawa bibe?’ bike. Li gorî min îxtîmaleke mezin dê pêvajo bi ser keve. Lêbelê divê rayedarên dewletê hinek bi inyeteke baştir tevbigerin.”
‘PIŞTGIRIYA LI RIHAYÊ JI SEDÎ 99 E’
Oncel, destnîşan kir ku ji sedî 99’ê civaka Rihayê dixwaze pêvajo bi serkeftî encam bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Diviyabû Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Can Atalay ku bi sala ye rastî binpêkirinên mafan tên û tevî biryarên DMM’yê jî hêj girtî ne, bihatina berdan. Di vê çarçoveyê de girîngiya serweriya hiqûqê û serbixwebûna darazê jî careke din derket holê. Divê destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev were avakirin. Divê destûreke bingehîn a tevahiya civakê qebûl dike were çêkirin. Hewceye astengiyên li pêşiya azadiya xweîfadekirinê û fikir û raman bên rakirin. Divê daraz serbixwe be. Divê biryarên AYM û DMME’yê teqez bên cîbicîkirin. Divê birêz Demîrtaş, Kavala, Atalay û siyasetmedarên CHP’î tavilê bên berdan. Civaka me vê aştiyê ji rayedaran bêhtir daxwazin.”
MA / Ceylan Şahînlî