Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê

  • rojane
  • 14:39 27 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - ÎHD û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk aşkera kir û ji bo pêşketina pêvajoyê pêşniyarên xwe pêşkeş kirin. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya çavdêriyê ya têkildarî merasîma îmhakirina çekan ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de li çolterê bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê li dar xist, aşkera kir. Daxuyanî, li navenda giştî ya ÎHD’ê hate dayin û bal kişand ser gelek xisûsan. 
 
'PÊDIVIYA PÊVAJOYÊ BI VEGUHERÎNEKÊ HEYE’   
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, diyar kir ku mezintirîn astengiya li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê ye. Kuçukbalaban, ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibate û geşedanên piştre jî got: “Ji bo çareseriya meseleya Kurd a li ser zemîneke siyasî û hiqûqî, geşedanên krîtîk û girîng in.” 
 
Bi domdarî Kuçukbalaban anî ziman ku hewceye îmhakirina çekan tenê weke mijara “ewlehiyê” neyê dîtin û wiha domand: “Dixwazin bi bîra hemû aliyan û aktorên civakî bixin ku hewceye pêvajo veguhere ser zemîneke siyasî û hiqûqî. Divê teqez bi misogerkirina maf û azadiyên şexsî û kolektîf, bi cîbicîkirina serweriya hiqûqê, mafên mirovan ên gerdûnî û normên demokrasiyê bersiv ji çekberdayînê re were dayin. Ji bo civakîbûna aştiyê, hewcehî bi jinûveavakirina baweriya civakê heye. Ji bo vê jî divê bi rabirdûyê re hevrûbûnek çêbibe, bandora pêvajoya şer a li ser kes û civakê were kêmkirin û pêdivî bi pêvajoyeke çêker heye. Ji bo vê pêvajoya ku em jê re dibêjin edaleta serdema derbasbûnê divê mekanîzmayên pêwîst bên avakirin. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, herî kêm biqasî muzakerekirina her du aliyên şer dikin girîng e.” 
 
PÊŞNIYAR  
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray axivî û pêşniyarên ji bo pêşxistina pêvajoyê amade kirine wiha rêz kir: 
 
“* Divê nêzikatiyeke ne tenê aliyên şer lê tevahiya civakê beşdarî pêvajoyê dike were esasgirtin; di pêvajoyên biryardayînê de bi baldarî tevbigerin û mekanîzmayên piranîparêz, şefaf û ji venêrîna civakê re vekirî bên avakirin. 
 
* Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û hêj di astekî mezin de tecrîdkirî ye bikare bi awayekî çalak tev li muzakereyan bibe, divê mafê wî yê pêwendîdanînê bê dayin û mercên wî yên fîzîkî li gorî hiqûqa navneteweyî bên amadekirin. 
 
* Divê peymaneke civakî û destûreke bingehîn a nû ya li gorî rêbazên beşdariya civakê hatiye amadekirin ku pêşî li ber veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê veke û aştiyê mayinde bike, were çêkirin. Di serî de mafê zimanê dayikê yê gelê Kurd û naskirina çandî, hewceye daxwazên hemwelatiya wekhev bi destûra bingehîn bên misogerkirin. 
 
* Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya dij-demokratîk were rakirin û sererastkirinên qanûnî yên xwe dispêrin serweriya hiqûqê û li gorî onrmên mafên mirovan bikevin meriyetê. 
 
* Di serî de girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, divê sepanên cihêkar ên înfaza cezayê yên li dijî girtiyên siyasî bên rakirin û muwzûata têkildarî mafê hêviyê tavilê bê sererastkirin. 
 
* Divê girtiyên siyasî tavilê bên berdan û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin demildest vegerin ser peywira xwe. 
 
* Her wiha, divê Tirkiye Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ku li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û çareseriya li ser zemîneke aştiyene astengî ye, Peymana Mafên Medenî û Siyasî, Peymana Mafên Zarokan û peymanên din ên navneteweyî mohr bike. 
 
*Hewceye Tirkiye, Peymana li Dijî Hemû Windakirinên bi Darê Zorê, Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (Statuya Romayê), Peymana Stenbolê û peymanên din ên mafên mirovan bihêz dikin îmze bike. 
 
* Biryarên DMME û AYM’ê divê tavilê bên cîbicîkirin. 
 
* Ji bo milîtanên çek berdane bikarin tev li jiyana siyaseta sivîl û demokratîk bibin, divê astengiyên li pêşiya wan bên rakirin.” 
 
DI TORENÊ DE ÇI QEWIMÎ?
 
Di heman demê de naveroka rapora çavdêriyê jî hate parvekirin. Di raporê de têkildarî torenê wiha hate gotin: 
 
“* Toren, 23 deqeyan piştî saeta dihat payin, li gorî saeta Tirkiyeyê di 11.23’yê de dest pê kir. Piştre hate zanîn ku cihê cihê rêxistinên civaka sivîl ên dê agahiyên têkildarî envanterên çekan û agahiyên têkildarî nasnameyên milîtanan bigirtana hatiye guherandin û ev derengmayin bi vê boneyê çêbûye. 
 
* Merasîm, li Şikefta Caceneyê hat lidarxistin. Piştî koma 15 jê jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat û çekên cuda li gel bûn ku Hevseroka KCK’ê Besê Hozat (Hulya Oran) li pêşiya wan bû ber bi qadê ve hatin, merasîm dest pê kir. 
 
* Komê yekser berê xwe da platforma beriya niha hatibû amadekirin ve çû. Wêneyekî Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kişandin dabûn ser dîwarê li pişta platfomê. 
 
* Piştî kom li platformê bi cih bû, Besê Hozat (Hılya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) ji raya giştî re metnên bi zimanên Tirkî û Kurdî xwendin. Du versiyonên cuda yên heman metnê li beşdaran hatin belavkirin. 
 
* Piştî daxuyanî bi dawî bû, li gorî rêza ji şikeftê ber bi qade ve hatin, li herî pêş Besê Hozat, milîtanan yek bi yek çekên xwe xistin hundirê xezneyê. Ji bo agahiyên nasnameyên milîtanên di komê de û envanterên çekan bên radestkirin, bang li Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray û Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkun Ustercî hate kirin, têkildarî bernameya torenê agahî hatin dayin û piştre jî derbasî beşa ji bo wan hatibû veqetandin hatin kirin. 
 
* Milîtanê bi navê Tekîn Mûş (Mehmet Demîrer) ku di komê de cih digirt, piştî çeka xwe xistî hundirê xezneyê, hate cem qada ji bo nûnerên ÎHD, OHD û TÎHV’ê hatiye veqetandin û agahiyên nasnameyê yên milîtanên çekên di destê xwe de berdane û dosyaya envanterên çekên dê bên îmhakirin, radestî şandeyê kir. Di vê navberê de diyar kir ku ew dixwazin êdî di çareseriya meseleya Kurd de tundiyê ji dewrê derxînin, bi vê boneyê îro li vir bi awayekî sembolîk çekên xwe dişewitînin, ew girîngiyê didin ku rêxistinên civaka sivîl di meseleya Kurd de bi roleke mezintir rabin û bi vê boneyê jî wan guncav dîtine ku dosyayê radestî rêxistinên civaka sivîl bikin. 
 
* Piştî tevahiya milîtanan çekên xwe xistin hundirê xeznê, Besê Hozat (Hulya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) hatin hindava xeznê û bi alîkariya peywirdaran agir berdan çekan û şewitandin. 
 
* Piştî şewitandina çekan, koma milîtan a ji 30 kesan pêk dihat li pey hev rêz bû û bêyî çek pê re bin ber bi Şikefta Caseneyê ve çûn. 
 
* Merasîm, saet di 12.00’ê de bi dawî bû. Di sihbetên bi xebatkarên çapemeniyê yên li qadê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran de hatiye destnîşankirin ku şewitandina çekan, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd, mijareke krîtîk e. 
 
* Şandeya Çavdêriyê piştî merasîmê di roja 11’ê Tîrmehê de vegeriya Hewlêrê û ji wir jî bi otobûsan ber bi Amedê ve bi rê ket. Di 12’ê Tebaxê saet derdora 06.00’an jî endamên şandeyê gihiştin Amedê û li vir jî çûn bajarên xwe.” 
 

Sernavên din

03/09/2025
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e