WAN - Halîme Karataş, ji ber ku nikare bimeşe û nikare tu pêdiviyên xwe bi cih bîne, li benda piştgiriya rayedaran e. Halîme Karataş ku hevjînê wê jî astengdar e, 4 sal in di nava nivînan de ye.
Krîza aborî li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj kûrtir dibe. Ji ber krîzê, welatî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî peyda bikin. Gelek kes nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê jî. Yek ji van Halîme Karataş a 45 salî ye. Halîme Karataş, nişteciha taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armuşê ya Wanê, çar sal berê ji ser darê ketiye û ji ber vê pişta wê şikiyaye û nikare bimeşe. Piştî emeliyatan, ji ber kêmbûna gera xwînê di lingên wê de, demarên wê teqiyan. Ji ber vê ew êdî nikare bimeşe û nikare pêdiviyên xwe peyda bike. Hevjînê Halîme Karataşê, Hakan Karataş, diyar kir ku ew ji rayedaran piştgiriyê dixwaze û got: "Rapora astengdariyê jî li cem min heye, lê derfetên min tune ne. Ez ji rayedaran piştgiriyê dixwazim. Divê ew piştgiriyê bidin ji bo dermankirina hevjîna min."
‘EZ NIZANIM EZ Ê ÇI BIKIM'
Hakan Karataş got: "Hevjîna min ji darê ket û pişta wê şikest. Emeliyat heft saetan dom kir. Bijîşk got ku ew ê felc bibe. Wan got ku demarek di lingê wê de hatiye birîn. Em çûn Edeneyê, lê lênenêrîn. Mecbûr man ku em vegerin Wanê û hevjîna min li nexweşxaneyê ma. Ew careke din emeliyat bû û ew baş bû, lê demar teqiya. Em nizanin em ê çi bikin. Bijîşk dibêjin, 'Herin Enqereyê,' lê derfetên me tune ne. Em ê çawa herin? Min îro raporek din wergirt û ez êdî nizanim çi bikim. Ez kirêya xanî didim û mesrefê malê dikim."
BANGAWAZÎ
Karataş diyar kir ku rapora wî ya astengdariyê jî heye û nikare hevjîna xwe bibe nexweşxaneyê û got: "Rapora min a astengdariyê heye, lê ez nikarim derkevim derve jî. Divê ez li zarokan û hevjîna xwe mêze bikim. Hevjîna min di nav nivînan de ye. Nexweşxane eleqedar nabin, bijîşk êdî eleqedar nabin. Bijîşk ji min re dibêje ku hûn 'ê şikir bikin.' lê ez çiqas dikarim şikir bikim? Derfetên min tune ne. Ez li benda piştgiriya rayedara me. Divê ew piştgiriyê bidin min ku ez hevjîna xwe bibim nexweşxaneyê. Çar zarokên min hene, ew dixwînin. Ez nizanim ez ê çi bikim."