WAN-OHD, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û wiha bang li meclisê kir: "Ji bo naskirina statuya fermî ya zimanê kurdî û mîsogerkirina mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî gavên destûrî û qanûnî yên pêwîst bavêje."
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyan dsa destpêkirin. Parêzerên OHD'î ku li Wanê kampek li dar xistin, têkildarî kampanyaya îmzeyan daxuyanî dan. Endama OHD'ê parêzer Ebrû Demîrtepe metna daxuyaniyê xwend.
Daxuyaniya OHD'ê bi vî rengî ye:
"Ji damezrandina Komara Tirkîyeyê heya îro bi tirsa jihevqetandinê li ser zimanên qedîm ên ku bi sedsalan e li ser vê erdnigarîyê têne axaftin polîtîkayên asîmîlasyonê hatin meşandin. Zimanê kurdî jî rastî van polîtîkayên asîmîlasyonê hat ku li vî welatî zimanê duyem ê herî pir tê axaftin e. Her çiqas di vê sedsala bihurî de gelê kurd bi israr daxwaza xwe ya azadîya kurdî bi awayekî xurt anîbe ziman û li ber xwe dabe jî, dewletê dev ji van polîtîkayên xwe yên yekzimanî bernedaye.
Bêguman çareserîya meseleya kurd girêdayî naskirina nasnameya kurd û kurdî ye. Her wiha naskirina nasnameya kurd jî girêdayî fermîbûn û perwerdeya zimanê kurdî ye, da ku kurd zimanê xwe bi her awayî bikaribin di her qada jîyanê de bi kar bînin û pêş bixin. Mafê zimanî mafekî mirovî ye ku ji alîyê hiqûqî ve jî di gelek qanûnên navneteweyî de hatîye pênasekirin û di gelek peymannameyên navneteweyî de jîhatîye mîsogerkirin. Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî, Peymannameya Parastina Zimanên Kêmîneyan û Zimanên Herêmî yên Ewropayê, Peymannameya Çarçoveyî ya Parastina Kêmîneyên Neteweyî, Peymannameya Mafên Sîyasîû Sivîl ya Neteweyên Yekbûyî û Peymannameya Mafên Zarokan di warê mafên zimanî de belgeyên bingehîn in.
Her çend di van peymannameyên navneteweyî de mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî û gelek mafên çandî yên din hatibin mîsogerkirin jî Tirkîyeyê têbînîya sînordarkirinê danîye ser gelek xalên van peymannameyan û bi vî awayî nehiştıye û hîn jî nahêle gelê kurd ji van mafan sûdê werbigire.
Ji bo avakirina aşitî û civaka demokratîk perwerdehîya zimanêzikmakî xaleke bingehîn e ku ji bo çareserîya meseleya kurd jî divê ewil ev maf bê şert û merc were naskirin.
Em wek hiqûqnasên vê kampanyaya destnîşanê ya ku bipêşengîya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê ve tê birêvebirin û daxwaza statuya fermî ya zimanê kurdî û naskirina mafê gelê kurd a perwerdehîya bi zimanê zikmakî dike, wek berpirsîyarîyeke pîşeyî û wijdanî dibînin û piştgirî didinê.
Em bang li Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkîyeyê dikin ku ji bo naskirina statuya fermî ya zimanê kurdî û mîsogerkirina mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî gavên destûrî û qanûnî yên pêwîst bavêje."