Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe

  • rojane
  • 11:32 14 Tebax 2025
  • |
img

ENQERE - Dr. Osman Îşçî ku ji bo komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hat vexwendin, diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê şert e ku li Abdullah Ocalan were guhdarîkirin û got: “Komîsyona li Efrîqaya Başûr hatiye avakirin jî bêyî hevdîtina bi Nelson Mandela re nekarî pêvajoyê temam bike.” 

 
Xebatên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, didomin. Komîsyonê, civîna xwe ya ewilî di 5’ê Tebaxê de li dar xist û heta niha 3 caran civiyaye. Civîna 4’emîn jî dê di 19-20’ê Tebaxê de bê lidarxistin. Di vê civînê de komîsyon dê li Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), komeleyên xizmên leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dane û Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaşê guhdarî bike. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya geşedanan de ji bo lê were guhdarîkirin lîsteyeke gelek sazî, înîsiyatîf û kes tê de cih digirin  pêşkeşî serokatiya komîsyonê kir. Yek ji kesên di vê lîsteyê de cih digire jî Endamê Konseya Navendî ya Rêxistina Li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) Dr. Osman Îşçî ye. Îşçî, têkildarî komîsyonê axivî. 
 
Îşçî, diyar kir ku cewhera mafên mirovan aştî ye û salên dirêj e bi rêxistinên mafên mirovan re bi koordînasyoneke baş dixebitin. Îşçî, da zanîn ku weke OMCT’ê ew tevî rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, binpêkirinên mafan dikin belge û ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan di nava hewldanan de ne. 
 
Îşçî, got ku demekî dirêj e hem şahidiya şerê li Tirkiyeyê dikin hem jî van pêvajoyan dikin belge û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê li ser sedemên esasî yên pirsgirêka Kurd biaxivin. Tirkiye, salên dirêj e tenê bi nêrîna ‘ewlehiyê’ li pirsgirêka Kurd dinêre. Vê jî di van 40 salên şer de rê li ber gelek binpêkirinên mafan ên cidî û pevçûnan vekir. Lewma jî em pêvajoya aştiyê ji nêz ve dişopînin û ji bo jê re sûdewer bin tişta ji dest tê dikin.” 
 
'AŞTÎ DI ROJEVA RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN DE YE’ 
 
Bi domdarî Îşçî bi lêv kir ku ew serdemên şer û aştiyan ji nêz ve dişopînin û wiha axivî: “Weke rêxistinên mafên mirovan, piştî biryara PKK’ê ya agirbestê ji bo ev veguhere aştiyeke rast me gelek hewl da. Beriya Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmehê de silavê bide DEM Partiyiyan jî me her tim qala pêdiviya bi aştiyê dikir. Aştî, rojeva sereke ya parastvanên mafên mirovan e. Rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiye û cîhanê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Vê pêvajoyê bi baldarî dişopînin. Me banga Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de jî ji nêz ve şopand. Ev ne tenê di rojeva me de bû lê di ya parastvanên mafên mirovan a NY’ê û raportorên taybet de jî bû. Jixwe di 11’ê Nîsana 2025’an de bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ragihandin û gotin pêdivî bi aştiyeke mayinde heye.” 
 
'PIRSGIRÊKA KURD BANDORÊ LI HEMÛ DERDORÊN CIVAKÎ DIKE’ 
 
Îşçî, anî ziman ku pêvajoya heta avakirina komîsyonê bêyî pirsgirêkek were jiyîn domiyaye û got: “Ji bilî Partiya Îyiyê hemû partiyên siyasî tev li komîsyonê bûn. Ev gavekî girîng e. Ev, nîşaneya nêzikatiyeke piralî ya têkildarî meseleya Kurd û pirsgirêk û binpêkirinên ji ber vê meseleyê derketine holê ye. Ji ber ku di esasê xwe de binpêkirin û pirsgirêkên ji ber pevçûnan, hemû derdorên civakê eleqedar dike. Ev meseleye ne tenê Kurdan an jî aliyên şer dikin eleqedar dike. Aliyekî vê meseleyê yê aborî, mafên mirovan, zayenda civakî, hawirdor û hêj gelek aliyên din hene.” 
 
‘DIVÊ KOMÎSYON ALIYAN GUHDAR BIKE’
 
Îşçî bal kişand ser rola komîsyonê û wiha axivî: “Eger em weke tevgera mafên mirovan bala xwe bidin vê pêvajoyê, di vê pêvajoyê de em dikarin hinekî tevkariyê li xebatên mafên mirovan bikin û bale bikişînin ser mafên mirovan. Heman tişt ji bo derdorên din jî derbasdar e. Bêguman di vê xalê de divê komîsyon jî xwedî perspektîfekê be û dema ku li ser esasê mafperweriyê kar dike divê guh bide aliyên peywendîdar. Divê pêvajo şefaf be û kesên din jî tevli bike, hemû kes ji pencereya xwe, ji perspektîfa xwe ve tevkariyê bike. Armanca me ew e ku aştî mayînde mayînde û civakî be.”
 
‘DIVÊ KOMÎSYON ABDULLAH OCALAN GUHDAR BIKE’
 
Îşçî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mûxatabê bingehîn ê vê pêvajoyê ye û divê ji aliyê komîsyonê ve bê guhdarkirin û wiha got: "Ji hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan tiştek pir xwezayî ye. Ji ber ku ew aliyekî mijarê ye. Dema em behsa tevlêkirina xebatên komîsyonê dikin, pêwîst e bi muxatabê destpêkê re hevdîtin bê kirin. Ev tenê ne ji bo Tirkiyeyê ye. Komîsyona ku li Afrîkaya Başûr ku me salên berê şopand jî bêyî ku bi Nelson Mandela re hevdîtinê bike nekarî pêvajoyê temam bike. Li deverên din ên cîhanê, ji xwe tiştekî xwezayî ye ku partiyên bi nakok an jî yên tevlî mijarê bûne bişêwirin, bên nîqaşkirin û tevkariyê li pêvajoyê bikin."
 
‘BÊYÎ OCALAN DÊ NÎVÇO BIMÎNE’
 
Îşcî diyar kir ku ger Abdullah Ocalan neyê guhdarkirin dê pêvajo nîvço bimîne û wiha got: “Em dizanin ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an vir ve li Îmraliyê tê tecrîdkirin û ji ber tecrîda mutleq nikare mafên xwe yê girtîbûnê bi kar bîne. Lê em dizanin ku ew girtiyek ji rêzê nîn e, ji bo çareseriya pirsgirêkê xwedî îrade ye û divê bi wî re hevdîtin bê kirin. Ji bo pêşî li pêvajoyê were vekirin ev pêwîstiyek e. Di çarçoveya mafên mirovan de dikare hevdîtin pêk were û em tişte rast e û em piştgiriyê didin vê hevdîtinê.”
 
Di heman demê de Îşçî yek ji kesê ku ji aliyê DEM Partiyê ve ji bo guhdarkirinê hatiye vexwendin e û Îşçî got ku piştî vexwendinê dest bi amadekariyan kiriye û wiha got: "Ji bilî xebatên min ên li Komeleya Mafên Mirovan a li Tirkiyeyê, ez li derveyî welat jî di nava saziyên mafên mirovan ên navneteweyî de çalak im. Rêxistina Li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê li zêdetirî 100 welatan nûnertiya 200 saziyên mafên mirovan dike. Em li pênc parzemînan rêxistinbûyînek mafên mirovan ne. Em li Latîn Amerîka, Ewropa, Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn bi rêxistin in. Di tecrubeyên xwe yên li van her pênc herêman de, me di binpêkirina mafên mirovan a bi pevçûnan û çareserkirina pevçûnan da alîkariyên xwe peşkeş kir. Ji ber vê yekê, dema ku komîteyê bang kir, ez plan dikim ku bi amadekirina lêkolînekê li ser rola ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û pêvajoyeke li ser bingeha mafan dikare ji bo çareseriyeke mayînde bibe, amadekariyan dikim. Ez li Bakurê Îrlandayê li zanîngehê xebatên akademik dikim. Min li ser vê mijarê doktoraya xwe qedandibû. Eger firsendeke bi vî rengî hebe, em jî dikarin di vî warî de tevkariyê bikin.”
 
Îşçî herî dawî got ku divê komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin qanûnî bibe û qanûnîbûna pêvajoya aştiyê tiştek xwezayî ye û dê bêhtir encamgir be.
 
MA / Melîk Varol
 

Sernavên din

17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt