ENQERE – Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafên Çapemeniyê ya Şaxa ÎHD’e ya Enqereyê, raporek li ser binpêkirinên 6 mehên dawî yên li dijî rojnamevanan hatine kirin, weşand. Endamê Komîsyonê Ercan Îpekçî, diyar kir ku mekanîzmayên tundiyê yên li dijî çapemeniyê bûne mayînde.
Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafên Çapemeniyê ya Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên çapemeniyê yên ku di şeş mehên dawî de li dijî rojnamevanan hatine kirin, di çarçoveya 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê de li navenda komeleyê aşkera kir. Endamê Komîsyonê Ercan Îpekçî axaftina xwe bi bîranîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, ên ku di 19’ê Kanûnê 2024’an de hatin kuştin û rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku di 27’ê Çileyê de hate kuştin, dest pê kir. Îpekçî destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê bi mafên mirovan ve girêdayî ye û ev tişt got: "Azadiya çapemenî û îfadeyê di heman demê de tê wateya mafê civakê yê wergirtina nûçe û agahdariyê."
‘KOMISYONÊ ÇARESERIYÊ ARMANC DIKE’
Îpekçî, diyar kir ku komîsyon armanc dike ku binpêkirinên mafên rojnamevanan tomar bike û desnîşan kir ku binavkirina rojnamevanan wekî "endamên rêxistineke neqanûnî" an "terorîst" di lêpirsînên ku ji ber xebatên wan ên pîşeyî li dijî wan hatine destpêkirin de nîşan dide ku pirsgirêkek cidî ye. Îpekçî, got: "Darizandin û girtina rojnamevanan di bin navê 'terorîzmê' de li Tirkiyeyê bûye kiryareke berbelav. Girtin, ku di daraza cezayî de rêbazek e ku dikare wekî tedbîra parastinê ya herî giran di hin rewşan de, wekî îhtîmala revînê an tunekirina delîlan, bê bikar anîn, lêbelê li Tirkiyeyê bûye rêbazeke cezakirinê, nexasim li dijî rojnamevanên."
"MEKANÎZMÊN TUNDIYÊ MAYÎNDE BÛNE"
Îpekçî, diyar kir ku rapora ku ji aliyê Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hatiye amadekirin ne tenê bûyerên şeş mehên dawî ne, di heman demê de beşek ji qeyrana kûr a deh salên dawî jî nîşan dide û wiha pê de çû: "Maf û azadiyên bingehîn li Tirkiyeyê ji sala 2015’an vir ve bi berdewamî kêm dibe. Bi rewşa awarte re, ev mekanîzmayên tundiyê mayînde bûne. Dema ku em li ser azadiya çapemeniyê nîqaş dikin, ne pêkan e ku meriv behsa demokrasiyê an serweriya hiqûqê nekin. Naverokên nûçeyan ên bi awayekî kategorîk hatî astengkirin, rojnamevanên ku ji aliyê darazê ve hatine bêdengkirin û polîtîkayên bêcezatiyê yên berbelav vê yekê bi zelalî nîşan didin."