NAVENDA NÛÇEYAN - Donald Trump piştî daxuyaniya Xamaney ku gotibû li dijî DYA'yê êrîşên nû dikarin pêk bînin, ragihand ku sivikkirina cezayên li ser Tehranê hatiye rawestandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî daxuyaniya serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ku diyar kir ku dibe êrîşên nû li dijî Amerîkayê werin lidarxistin, hewldanên sivikkirina cezayên li dijî Tehranê "tavilê rawestandiye". Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser Truth Social de bersiv da gotinên Xamaney ku pêşniyar dike êrîşên bi heman rengî yên li ser baregeha DYA ya li Qatarê dubare bibin Trump ê ku diyar kir ku ji bo rakirina cezayan û dayina Îranê di nava çend rojên dawî de 'şensekî tam, bi lez û bêkêmasî' daye Îranê û got, "Lê belê, li şûna vê yekê rastî gotinên hêrs, kîn û nefretê hatim. Ji ber vê yekê, min yekser hemû hewldanên xwe yên ji bo rakirina cezayan û bi rengekî din sekinand." Trûmp bal kişand ser vî tiştî ku pêwîst e Îran vegere 'pergala cîhanê', naxwe wê ji bo rêveberiya Tehranê tiştên xirabtir bibin.
Xamaney diyar kiribû ku ew ê bersivê bidin her êrîşê û li dijî êrîşan baregehên DYA'yê hedef bigirin.