Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin

  • rojane
  • 14:02 22 Hezîran 2025
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gavên divê dewlet û îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd biavêjin şênber in û got: “Divê girtiyên siyasî bên berdan û biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin.”   

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Tekîrdagê, li Eywana Konferansan a Unal Baysan, 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Çand Hunerê ya Mezopotamyayê, alimên olê û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî beşdarî kongreyê bûn. 
 
Piştî hilbijartina dîwanê, kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari, ji ewil bal kişand ser krîza aborî û got ku kêmtirîn mûçe bi têrî tu kesekî nake û xwest ku zem were kirin. Tulay Hatîmogûllari, got ku li Tirkiyeyê nêzî 50 milyon kes di sînorê birçîtiyê de dijî û ev rewşê qebûl naknin. 
 
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’
 
Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê bi bîr xist û got: “Dema birêz Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kirî wiha got; ‘Ev bang ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê ye. Ji bo hemwelatiya wekhev e.’ Dibêje ku her gel û bawerî xwedî xweparastina cewherî be. Divê her zayend, di serî de jî jin xwe birêxistin bike... Yek ji mebesta herî girîng a birêz Oalan a ji civaka demokratîk, xurtkirina rêxistiniya jinan a xweser e.  
 
Piştî banga birêz Ocalan û kongreya PKK’ê, em li bendê ne ku pêvajo bilez pêş bikeve. Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene. Ev gav e pir şênber in û divê tavilê bên avêtin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin. Tu bingeheke qanûnî ya cîbicînekirina biryarên DMME’yê nîne. Bi pêkneanîna wan biryaran sûc dikin. 
 
DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ XURTIR BIKIN
 
Demokratîkbûn, yek ji gavên sereke ya aştiyê ye. Ev her du têgeh girêdayî hev in û yek ji wan beriya ya din nabe. Heta niha Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê tu gaveke şênber neavêtiye. Ji bo vê divê em xwe bêhtir birêxistin bikin û bêhtir bixebitin. Em vê yekê bi taybet destnîşan dikin; ji ber hevdîtinên didomin nebêjin qey li dora maseyekê civiyane û protokolek hatiye mohrkirin û her tişt dê mîna saetê biherike. Nexêr, pêvajoyeke wisa tune ye. Mîna birêz Ocalan jî gotiye, di vê pêvajoyê de berpirsyartiya me tevan zêde dibe. Ji Çînê heta Erebistana Siûdî û welatên Amerîkaya Latîn, her kesî piştgirî da banga birêz Ocalan. Li Tirkiyeyê jî me bi tevahiya muxalefetê re hevdîtin kir û peyamên erênî dan. Ji bo xurtkirina vê zemînê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
ŞERÊ ÎRAN-ÎSRAÎLÊ
 
Em îro bi mudaxileya DYA’yê ya şerê Îsraîl-Îranê hişyar bûn. Ev şer ne şerê gelan e, şerê hêzên emperyalîst e ku dixwazin li Rojhilata Navîn tehekûma xwe ava bikin. Hêzên sedsal berê teşe dan Rojhilata Navîn, niha dixwazin jinûve dîzayn bikin. Heke şer mezintir bibe, dê xetereyên wê ji yên şerê duyemîn ê cîhanê zêdetir bin. Ji ber ku wê demê ewqas çekên nukleerî û biyolojîk pêş neketibûn. Em niha bi hemû xetereyan re rû bi rû ne. Em li vir careke din bang dikin ku şerê Îran-Îsraîlê tavilê bidin sekinandin. Di serî de NY, divê hemû derdor ji bo vê bikevin nava tevgerê. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo bidawîbûna şerê Îsraîl-Îranê em dibêjin aştî. 
 
Li Tirkiyeyê dê guherînên nû çêbibin. Banga birêz Ocalan, lidarxistina kongreya PKK’ê. Dê bandora vê li tevahiya avadaniyên siyasî bibe. Ji rast û çep, ji neteweperest û her derdoran kes dê bifikirin û xwe jinûve binirxînin. Ji bilî rêxistinkirina aştî, wekhevî û edaletê tu vebijêrkên me nînin. Tevî her tiştekî dê aştî bibe.”  
 
 

Sernavên din

20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin