ENQERE - Hevserokê DAD’ê Zeynel Kete diyar kir ku daxwazên Elewiyan û hemû derdorên bawerî û bindestan dikare bi pêvajoya aştiyê re veguherin destkeftiyan û got: “Şêweyê baweriyê û civaka Elewiyan û modela civaka demokratîk gelek dişibin hev.”
Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re lêgerîneke mutebeqeta civakî ya nû ku pirnasnametî û pirbaweriyê di xwe de dihewîne jî bi xwe re anî. Di mijara civakîkirina banga Abdullah Ocalan de rola ku Elewî li xwe digirin jî dê girîng be.
Hevserokê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Zeynel Kete diyar kir ku hewceye civaka Elewî ji bo civakîbûna pêvajoya heyî bi roleke krîtîk rabe. Kete, anî ziman ku Elewî dem bi dem tev li tevgerên muxalîf dibin û di asta baweriyê de xwe di komeleyan de hefsî dikin û ev yek jî ji bo rizgariya civakî dê sûdewer nebe.
TEVLIBÛNA ELEWIYAN A PÊVAJOYÊ
Kete, destnîşan kir ku civaka Elewî hêj niha jî ji hêla çandî ve şopa Nesîmî, ji hêla polîtîk ve şopa Pîr Sûltan û ji bo anîna cem hev a gelek derdorên cuda jî kevneşopiya Baba Îshak û Baba Îlyas di nav xwe de dihewîne. Kete, got: “Her wiha modela rêxistinbûnê jî ji Haci Bektaş û Seyîd Riza digire. Hêza esasî ya çareseriyê Elewî ne û divê bibin kirdeya çalak a siyaseta demokratîk.”
HELWESTA SERDEST A LI DIJÎ ROJHILATA NAVÎN
Di berdewamiya axaftina xwe de Kete anî ziman ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêvajoyeke stratejîk e û wiha domand: “Bi taybet jî di serdemeke ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ewqas zêde tê hîskirin de. Hêzên kapîtalîst, hêzên navendî yên hegemonîk sed sal berê li Rojhilata Navîn li gorî daxwaza xwe gelek netewe dewlet ava kirin. Sedsal piştre dîsa ji bo domandina hebûna xwe ketine nava stratejiyeke nû. Ji bo vê jî dixwazin li Rojhilata Navîn pergaleke nû ava bikin. Netewe dewletên wan bi xwe ava kirin, niha li pêşiya wan dibin astengî. Tiştên li Îran, Iraq û Sûriyeyê diqewimin, asta têkoşîna gelê Kurd di halê hazir de li pêşiya projeya wan a sedsalî astengî ye. Dema mirov van geşedanan tevan bi hev re dinirxîne, mirov dibîne ku banga civaka demokratîk û sosyalîzmê stratejiyeke girîng e.”
BI AŞTIYÊ RE DÊ DAXWAZ VEGUHERIN DESTKEFTIYAN
Kete, got ku daxwazên bindestan, jinan, ciwanan, nasnameyên cuda û baweriyan bi pêvajoya aştiyê re dê veguherin destkeftiyan û wiha axivî: “Tevlibûna Elewiyan a pêvajoyê jî hewceye di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Beşdariya civaka Elewî, bi qasî pêvajoya aştiyê girîng û stratejîk e. Di dîrokê de Elewî rastî gelek zext û cihêkariyan hatin. Hema hema tevahiya Elewiyan îro li derveyî dewletê mane û avadaniya xwe ya civakî bi xwe ava kirine. Bi hezaran sala ye serbixwe jiyane û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser kirine. Feraseteke edaletê ya xwe dispêrê demokrasiya yekser jiyane.”
CIVAKA RIZAYÊ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Kete, bi lêv kir ku şêweyê avadaniya baweriyan Elewiyan, rastiya wan a civakî û kodên wan ên civakî û modela civaka demokratîk pir dişibin hev û got: “Taybetiyên wan ên hevpar pir zêde ne. Her çend têgeha ‘civaka demokratîk’ di demên dawî de ji hêla tevgera Kurd ve bi awayekî xurt bibe rojev jî, civaka Elewî ji xwe di tevahiya dîroka xwe de ev yek weke ‘Civaka Rizayê’ pênase kirine. Civaka Rizayê, tê wê wateyê ku tevahiya pêkhateyên civakê hebûna xwe bi awayekî azad ava dikin.”
‘PIŞTGIRIYA ELEWIYAN A JI BO PÊVAJOYÊ DÊ MEZIN BE’
Kete, daxuyand ku civaka Elewî ya li Tirkiyeyê di nava 100 salên dawî de rastî komkujiyên pergala netewe dewlet û pergala yekperest hatiye û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava vê pêvajoya dîrokî de Elewî û Kurd li vê xakê rastî bi hezaran cureyên komkujiyan hatin. Ji Komkujiya Dêrsimê heta roja me gelek rêzekomkujî hatin kirin. Dema mirov van tevekan tîne gel hev, dikarim bibêjim yên herî zêde daxwaza aştiyê dikin, yên herî zêde ji bo civakîbûna aştiyê dê bixebitin û ji bo avakirina civaka demokratîk dê piştgiriya Elewiyan mezin be.”