NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Calî û navçeyên wê yên Kolombiyayê bi awayekî hemwext 19 êrişên bombeyî li dijî saziyên cemaweriyê hatin kirin. Di êrişan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Calî û navçeyên nêzî wê yên Villa Rica, Guachinte û Corintoyê bi awayekî hemwext 19 êriş li dijî qereqolên polîsan, avahiyên şaredariyan û deverên sivîlan hatin kirin. Di encama êrişên koordîneyî yên bombeyî û çekdarî de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya The Guardianê; şefê polîsan ê neteweyî Carlos Fernando Triana diyar kir ku êriş bi wesayîtên bombebarkirî, motosîkletên bombebarkirî, çek û droneyan hatine kirin. Triana, diyar kir ku du polîsan û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Polîsên Kolombiyayê îdia kirin ku êriş ji hêla baskekî muxalîf ê Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) hatiye kirin.
Ji Koma Krîzê ya Navneteweyî pispora ewlehiyê Elizabeth Dickenson jî ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li gorî îxtîmalan dibe ku êriş ji hêla koma bi navê Serfermandariya Navendî (EMC) ve hatibe kirin.
EMC’ê jî bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku ji deverên leşker û polîsan dûr bisekinin lê êriş li xwe negirt.