KONYA - Kedkarên di şeveqa sibehê de diçin ser erd û dest bi karê xwe dikn, diyar kirin ku 12 saetan di bin germa tavê de dixebitin lê heqê keda xwe nagrin û fatûrayên av û ceyranê jî li ser wan dibe barekî giran.
Li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê karkerên demsalî ku ji Rihayê hatine di berbanga sibê de dest bi kar dikin. Kedkar pêxarinê bi xwe re dibin, bi minîbusan ve diçin nav zeviyan û di 07.00’ê sere sibê de dest bi xebatê dikin. Bêyî bêhvedana ji bo xwarinê, kedkar heta êvarê saet 18.00’an dixebitin. Kedkarên ku heta êvarê di bin germa tavê de dixebitin rojane 800-1000 TL qezenc dikin.
Mehmet Demîr ku ji Rihayê hatiye, diyar kir ku ev 15 sal e kedkarê demsalî ye û pereyên qezenc dikin qismek ji diçe lêçûnên rê û ji sedî 10’an jî didin bo heqê çawişan.
Demîr, destnîşan kir ku pirsgirêkên av û ceyranê û mayînê dijîn lê bi serê xwe nikarin van prisgirêkan çareser bikin û wiha got: “Di germa tavê de em heta êvarê dixebitin. Em di karê erdên kemyon, nok, lobî, silq de dixebitin. Ev karên zehmet in. Em niha karê silqan dikin. Derdora 800-1000 TL'an didin me. Pirsgirêka me ya avê heye. Di ber me de xeta avê derbas dibe lê nadin me. Em ji cihekî 200 metre dûr bi xortûman avê tînin. Berî destpêka kar jixwe 50 hezar lêçûnên me dibin. Heqdestên em digrin jî hindik e. Em wek keda erzan tên bikaranîn.”
‘ÎSAL EM TENÊ DIKARIN DEYNÊ XWE BIDIN’
Kedkarê demsalî Alî Selek jî anî ziman ku ji Rihayê dora 150-200 kedkarên demsalî ji bo xebatê hatine Konyayê. Selek, destnîşan kir ku mesrefên av û ceyranê kedkar didin, pirsgirêkên cihê mayînê dijîn û wiha got: “Ji sibê hata êvarê em di bin tavê de çape dikin. Divê berdêla wê ne ev bûya. Me konteynir xwest tenê sê çar heb hatin. Dema li vir baranek dibare em perîşan dibin. Ev dora 40 roj in em hatine vir lê tenê ev 5 roj in em dixebitin. Îsal em tenê dikarin deynê xwe bidin. Tu qezenceke me nîne.”
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'
Hedîye Gezer a dayika çar zarokan e jî diyar kir ku ev 30 sal in kedkara demsalî ye û ev tişt anî ziman: "Pereyê didin me pir kêm e û em tenê dikarin kirêya xwe bidin. Me kirêya meha dîtir hêj neda ye. Ez dayika 4 zarokan im. Ez mecbûr im li wan binêrim. Em ji neçarî vî karî dikin. Heqdest pir kêm e, em nikarin debara xwe bikin."
‘EZ NAXWAZIM ZAROKÊN XWE DI VAN MERCAN DE MEZIN BIKIM’
Halîl Demîr jî daxuyand ku pereyê digrin tenê heqê torbeyeke ard pê tê û got: “Min xwe dîtî nedîtî ez kedkarê demsalî me lê hêj jî şerpeze me.” Demîr, destnîşan kir ku ji ber kar li bajarê wî nîne hatiye heta vê derê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez naxwazim zarokên xwe di van mercan de mezin bikim. Ji sibê heta êvarê di bin germa tavê em piştxûz dixebitin. Ma ji vî karî zehmettir kareke din heye? Cihê ku em lê dimînin dilê meriv pê dişewite. Em di konan de dijîn. Divê kedkarên demsalê ji heqê av û ceyranê muaf bin. Ez li vir mehane 800 TL didim heqê ceyranê. Îsal cotkar jî di qeyrana aboriyê de ne, her kes mexdûr e.”