Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin

  • jin
  • 09:05 4 Hezîran 2025
  • |
img

AMED – Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser têkoşîna herêmî û cihanê ya li hember desthilata serdest a mêran û wiha got: “Jinên Kurd ronesansa Rojhilata Navîn ava dikin. Bila hemû jin di ronesansa Rojhilata Navîn de cih bigrin.”

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê, Meclisa Jinan a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê, bi partiyên siyasî, komel û bi derûdorên ku têkoşîna jinan dikin re civiyan. Di rojevê de di avakirina civaka demokratîk de hizra jinan û nirxandinên wan ên li ser pêvajoyê hatin gotûbêjkirin.
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê Halîde Turkoglû pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
 
We piştî banga Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk biryara hevdîtinan girt. Di hevdîtinan de çi hate gotûbêjkirin?
 
Meclisa Jinan, di 3’ê Adarê de bi deklerasyonekî ve di çerçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, guftûgo kir û vê yeke bi raya giştî re parve kir. Nîqaşên me li ser rola jinan di pêvajoyê de û metirsiyên wan bû. Di destpêkê de, em bi saziyên jinan ên partiyên ku koma wan li Meclisê hene re civîyan.
 
Em li ser nirxandinên wan ên ji bo bangê, beşdariya wan a pêvajoyê axivîn. Di pevçûnan de ewil jin dibin hedef. Wextê aştyê jî dema ku jin bibin kirde serkeftin zede dibin. Ji ber vê yekê, em fikirîn ku di pêvajoya aştiyê de, di avakirina civaka demokratîk de û di azadî û di têkoşîna wekheviyê de rola jinê girîng e.  
 
Jinên din ava opizisyonê de li ser pêvajoyê çi metirsî û gumanên xwe anîn ziman. Pêvajoyê çawa dinirxînin?
 
Em weke jinên din ava opizisyonê de wexta em li desthilatê dinêrin desthilata li hemberî me bawerî nade. Ji baweriyê zêdetir, em li ser rola jinan di avakirina civaka demokratîk de, guherînên demokratîk ji bo dewletê, mijara maf û azadiyê, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd axivîn. Nexasim di Meclisê de têkoşîna li hember serdestiya mêran, şêwra jinan û siyaseta aştiyê, zimanê aştiyê me gotûbêj kir. Gelo wexta komisyonek li Meclisê bê avakirin gelo dê jin din av de aktro bin? Dê tenê komisyon, ji jinên hatine şendin ve sînordar ve? Din ava siyasetê de rojeva jinan dê winda bibe? Di sernavan de em weke jinên di nava opozisyonê û jinên din ava desthilatê em ê karibin çi bikin? Me van babetana nîqaş kir. Berê ev şêwirîn û gotûbêj pêknehatibû. Di Meclisê de civîna jina bo moral ji bo saziyen jinan. 
 
Baskên Jinan ên partiyên koma wan li Meclisê hene, piştî civîna bi saziyên jinan re hûn bi jinên rojnameger re jî civiyan. Zimanê medya ya desthilatê pir tê rexnekirin. Di van hevdîtinan de sernav çi bûn?
 
Piştî partiyên siyasî em bi rojnamegerên jin ra jî civiyan. Di siyaseta giştî de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ji dêleva famkirina ji aliyê jinan medyayeke manîpulatîf heye. Em qala medyayeke ku li Meclisê zimanê mêran tê de serdest de dikin. Li vir em weke jin em dikarin çi bikin? Em çawa dikarin têkoşîna bi zayendperestiyê bikin û medyaya şer veguherînin ji bo medyaya aştiyê. Me li ser “li vir jin dikarin çi bikin” nîqaş kir. Em dixwazin di vê qadê siyasetê bikin kirde, yê ku dengê vê dê ragihîne civakê medya ye. Ji aliyê jinan ve nîqaşên li ser medyayê biqîmet bû.
 
Li herêmê hevdîtinên we yên bi cinan re didome. Bi gelek komeleyên herêmî an derûdorên ku têkoşîna jina rêvedibin re hûn civiyan. Giringiya beşdarbûna saziyên herêmî çi ye?
 
Ev mihareke demokrasiya herêmî ye. Wexta em dibêjin “Aştî û Civaka Demokratîk” hûn nikarin vê yekê li navendê avabikin. Tevgerên jinan, platformên jinan, komel, konseyên bajêr ên jinan û jinên li herêmî dixebitin, meriv dikare çi bikin weke herêmî? A dawîn madem jin her para xwe ji tundiyê distînin, ji bo vê xebatê jî komele û platformên jinan girîng ein. Ew dengê xwe li wir bilind dikin û li wir înşaya xwe pêktînin. Wexta em bi platformên jinan, bi komeleyên jinan, saziyên femînîst re civiyan nexasim ên li Tirkiyeyê hinek metirsiyên wan hebûn. Metirsî ji ber zirarên encamên polîtîkayên AKP’ê dijminane ji bo jina û ji babetên din bûn. Bi salan ezmûna hewldanên tevgera jinên Kurd û tevgera jinên li Tirkiyeyê ji bo aştiyê heye. Şerê bênavber, di pêvajên pevçûnan de, di rewşên tundiyê de tene ba hev û ezmûna wan a rêxistina li kolanan heye. Me nîqaşen xwe ne li ser nevendên siyasetê ku tê de êrişê manîpulasyonan tên, li cihê ku hewce bi aştiyê heye û rola jinan lê girîng e kir.
 
Jinên Elewî çawa nêzî vê pêvajoyê dibin? Daxwazên wan ên bingehîn çi ne?
 
Komar, bi tekparêzî, netewperestî û bi zayendperestiyê ve zirar daye gelek nasnemeyan û gelek bawerî kiriye hedef. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di heman deme de çareseriya demokratbûna Tirkiyeyê ye. Desthilata AKP’ê li hember nasname û baweriyan nexasim ki hember Elewîyan polîtîkayên bişaftinê rêvedibe. Me li ser mijara rola jina Elewî di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaş kir. Ger metirsî hebin, em weke jin dikarin çawa çareser bikin û me li ser êrişên li hember jinên Elewî em çawa dikarin bi hevre tevbigerin nîqaş kir. Jinên Elewî, anîn ziman ku bi hawayekî demokratîk, sekuler û li hember baweriyan azadîxwaz nêz dibin. Baweriya jinên Elewî ne bi desthilatê, bi tevgera jinên Kurd, bi Meclisa Jinan a DEM Partî heye. Kurd, Elewîyên Kurd û Ereb di kodên hişmendiya vî welatî bûne hedefa polîtîka. Di vê babetê de hevdîtinên me, ji bo em dikarin avakirineke çawa pêkbînin çêbû.
 
Hûn bi rêvberiya TTB û TBB a jinan re jî civiyan. Tevkariyeke wan ê çawa çêbû ji bo pêvajoyê?
 
Em bi Rêveberiya Jina a Yekitîya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) re civiyan. Me piştevaniya TTB’ê ya ji bo mijara hiqûqê, 10’mîn Pakêta Darazê, Peymana Stenbolê, êrîşên li hember maf û azadiya jinan gotûbêj kir. Aştî, bi heq û azadiyê ve pêkan e. Ev mijareke bi hiqûqa me ve girêdayî ye. Xebata vê yeke û tevkariya li Meclisê girîng bû. Her jineke ku di van saziyan de cih digre, jinên ji bo heq û azadiya xwe û ji bo heq û azadiya welat têdikoşin in. 
Çawa tê gotin ku “Şer mijara tenduristiya gel e”, ji aliyê jina ve jî wexta am dibêjin tenduristî pirsa “peywendiya wê bi aştiyê re çi ye” tê hişê meriv. Me nîqaşên der barê di civaka demokratîk de polîtîkayên tenduristiyê, rêvebirina polîtîkayên jina kir. Polîtîkayên desthilatê yên li ser laşê jinê, nêzikatiyên wê û wek mînak “Sala malbatê”, li gel vê yeke demeke ku em li ser “Aştî û Civaka Demokratîk” diaxivin aliyekî de jî êriş çêdibin. Divê em aştiyê nehêlin bin nîrê desthilatê. 
 
 Dê hevdîtinên we bidomînin?
 
Rojên pêş de hevdîtina di keda jinê de heye. Rastiya desthilta a ku di saziyên cemawerî de jinê di jiyana xebatê de aforoz dik heye. Em li gel jinên femînîs sosyalist hatin cem hevudin. Jin sosyalîzmê çawa nîqaş dikin, “em ê di paradigmaya azadiya jinê de çawa nêzî mijara civaka sosyalist bibin”, aktivîzma jinan, xebatên der barê avakirinê em ê nîqaş bikin û bi jinên ku ji bo sosyalîzmê têdikoşin re hevdîtinan pêkbînin.  
 
Mijara “Aştî û Civaka Demokratîk” heye, ev ne mijareke ten bi çend nîqaşen, bi hawayeke sethî bê hiştin. Bi giştî nîqaşên medya li ser vê mijarê manîpulatîf e “çekdanîn”, “vê partîyê bazara çi kirî” û hwd. Em civînên bi jinan re li malan de jî dikin. Kargehên me yên ji bo civîna bi jinan re li taxan hene. Famkirina banê û firsendên ji bo me avakirî hene. Ji bo tevgera azadiya Kurd ve em vê yekê dibêjin. Ji bo sazûmaniya azadî û wekheviya jinan gelek firsendên cidî hene.
 
Hûn bi gelek kes û aliyên ku heta îro qet bi wan re neşêwirîbûn re jî civiyan. Çavdêriyên we çi ne der barê van hevdîtinan de?
 
 
Em ji aliye partî, komel û hemû rêxistinên jinan de binerin, her kes aştiyê dixwaze. Nêzikatiyeke “Bila li vî welatî aştî pêk bê, pirsgirêka Kurd çareser bibe.” Carîna têgeh diguherin. Lê wexta em werin ser meseleya dê aştî çawa pêk bê; di vir de jin dixwazin bibin kirde.
 
Heta îro kesên nehatibûn gel hevudin, civiyan. Me dît ku modela Meclisa Jinan a Dem Partiyê, ji kîjan pêkhateyî, xetên wê yên berxwedanê, têkoşîna wê ya li hember hişmendiya serdestiya mêr, pergala hevserokatiyê, temsiliyeta wekhev û hwd. nizanin me nasnakin. Em di vê têkoşînê de, li cîhanê de kirde ne. Jina ji Meclisa Jina a Dem Partiyê feyze digirn. Jinan bi salan têkoşîn berdewam kir û ji vir de dest bi avakirinê kir. Wexta em qala wekhevî û azadiyê dikin li vir paradigmaya civaka demokratîk der tê holê. Wexta em dibêjin “Jin azad nebe civak azad nabe”, ev  yek mijara azadiya welat jî di xwe de dihewîne. 
 
Di hevdîtinên we de, daxwaza sereke çi bû? Daxwaza jinan çi bû? Jin çawa li pêvajoyê dinêrin?
 
Em ji aliye partî, komel û hemû rêxistinên jinan de binerin, her kes aştiyê dixwaze. Nêzikatiyeke “Bila li vî welatî aştî pêk bê, pirsgirêka Kurd çareser bibe.” Carîna têgeh diguherin. Lê wexta em werin ser meseleya dê aştî çawa pêk bê; di vir de jin dixwazin bibin kirde. Ev rewşa kirdebûnê esasê xwe de mîsagerkirina aştiyê ye. Lê sazûmanbûna AKP’ê mijra faşîzmê ye. Ev 23 sal e têkoşîna jina li hember AKP didome. Jin di vê mijarê de bi tecru be ne, di pêvajoya aştiyê de ji ev tecrübe kir. Heta îro yên ku bi me re neketine peywendiyê di metirsiyê de ne. Lê di ziman û gotinê de guhertin hene. Ji aliye rêxistinî ve jî am qala guhertinekî dikin. Ji berk u “Bagna Aştî û Civaka Demokratîk” di medyayê de dernekete pêş, wexta em dibêjin em hatine “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ragihînin dipirsin “ew çi ye”. Em dema civaka demokratîk vedibêjin “Dawza me ev civak e, em welateke wiha dixwazin” dibêjin. Em dipirsin bê ka guherîn dê çawa pêk bê; em qala civaka demokratîk, siyaseta demokratîk, demokratbûna dewletê din ava hev de dikin wê deme metirsî diqedin. Armanca me bêtir bi wate ye, bêtir avakar e.Em wexta qala armanca hevpar dikin, her kes dixwaze di vir cih bigre. 
 
We got “her kes aştiyê dixwaze”, gelo tenê xwestek bes e? Bi rawestanê ve ev pirsgirêka Kurd dê çawa çareser bibe?
 
Em dibêjin em ranewestin. Ger em li cihekî bi gumana “Desthila dê çi bike, dê me bixapîne, an dê wiha bike, ev di berjewendiya wê de ye” bibêjin jixwe dê desthilat wiha bike. Helbet desthilat dê berjewendiya xwe bifikire. Dê dethilat hewl bide ji bo rawestandia heq û azadiyê. Em rave dikin ku divê her yek ji me bêtir di pêvajoyê de cih bigre. Ger em ji xwe bawer bin û em vê têkoşînê nehêlin li benda insafa desthilatê em ê di avakirina civaka demokratîk de bi serkeftî bin. Em div an şêwiran de veger û bersivên baş digrin. Di çalakiyên beşdariyeke rengîn çêdibe. Komeleyên ku tu caran nehatine gel hev tên ba hav. Li vir mafê axaftinê digrin. Nîqaş dikin. Em kedeke zêde didin da ku ev bang bighîje jinên dîtir. Wexta em dibêjin aştî tenê ji rawestandina aştiyê pêknayê. Di heman deme de divê em çareseriyan jî biaxivin. Çareserî tenê ji nasneme,i perwerdeya bi zimanê dayikêi, ji rêveberiyên herêmî pêk nayê. 
 
Li gel hevdîtin û civînên bi jinan re we mazûbaniya desteya rêvebirin herêmî û hem jî Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd pêşwazî kir. We pênaseya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi hevoka “Ev mijara demokrasiya herêmî ye” kir. Di vê pêvajoyê de giringîya rêveberiya herêmî çi ye?
 
Mijara avakirina “Aştî û Civaka Demokratîk” mijara rêveberiya herêmî ye. Pergala wê ya bi rêxistina ji gund, tax, heta konfederal ve têkildar e. Di rêveberiyê de mafê derbirinê dide rêxistina herê biçûk. Ev jî ji bo demokrasiyê girîng e. Cihê ku nasnameyên cüda, bawerî, ciwan, jin, di her qadê de dikarin bên ba hev û xebatê bikin li ser esasê azadî û wekheviyê civakê veguherîne rêveberiya herêmî ye. Di netew-dewletan de ferman li ser wezaretan heta gundan diçe lê di rêveberiyên herêmî de ne wiha ye. Seda azadî û xweseriya rêveberiya herêmî ev e. Hişmendiya me ya rêveberiya demokratîk a herêmî jî ev e. Civaka demokratîk hem qada rêxistinkirinê hem jî ya têkoşînê ye. Heta niha “Her tim civak sekiniye da ku yek were vê pirsgirêkê çareser bike.” Ji vir û şûn de dê civak xwe bi xwe rêve bibe û dê fikra xwe bibêje ji bo çareseriya pirsgirân. Dê civak bibe hem perçeyek ji pirsgirêkê û hem jî parçeyek çareseriyê. Di guherîn û veguhertinê de xwe wiha ava dike. 
 
Piştî 31’ê Adarê hûn dîsa bi qeyûman re rûbirû man. Di navala salekî de civînên ku we ji bo rêveberiyên herêmî kir ancamên wê çi bûn?
 
Cîvîna me de xwerexnekirin pêkhat. Nexasim em dema ji aliyê têkşîna azadiya jinan de dinêrin “hevserokatî”, “temsiliyeta wekhev” di avakirinê de mijarên me yên sereke ne. Ev yek bi civakbûnê, honandina siyaseta demokratîk li gel meclisan, pêşxistina di herêmî de, bi meclisên jinan ve û bi pergaleke konferal ve pêkan e. Pergala şaredariyê jî ne dûrî vê yekê ye. Em ê ji qetla jinan, ji qetla zaroka, ji siyaseta înkarê “çawa çareseriyê bibinin”, tiryakêşî, xizanî, pirsgirêkên perwedehiyê, perwerdeya bi zimanê dayikê, çand û huner û pêdiviyên sereke yên civakî dê çawa çareser bibe û ji polîtîkayên desthilatê bê paqijkirin. Em ê ji dethilata mêr çawa paqij bikin? Mijara civaka demokratîk, mijara rêveberiyên herêmî ye.
 
Li Amedê 1’mîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd lidarket. Der barê girîngiya têkoşîna jinan û hevdîtinê de we çi got? 
 
 
Hevdîtina Parlamenterên Jin ên Kurd di 28-29’ê Gulanê de ji aliyê têkoşîna hevpar, afirandina polîtîka de girîng bû.
 
Civîna parlamenterên jin hevdîtineke dîrokî bû. Ji aliyê hestewarî û ji aliyê fikrî ve ji bo yekitiyê nîqaşên hatin kirin pir bi qîmet û girîng bû. Nexasim parlamenterên jin ên Kurd, hem ji aliyê siyaseta demokratîk û hem jî ji aliyê têkoşîna li hember serdestiya mêran ve û ji aliyê dîrokî ve êşên jinên Kurd hevpar in. Li gel ewqas qetlîaman modela xwe ya parastin û avakirinê çêkirine û bi rêxistinbûyina xwe ve ji bo guhertinê têkoşiyane. 
 
Di konferansê de biryarên dîrokî hatin girtin. Tevî van biryaran dê jin çawa têbikoşin?
 
Ji bo avakirina Tora Parlamenterên Jin biryar hate girtin. Di gel vê yekê hinek rêzenîqaş hatin kirin li ser mijarin wek; “Di têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna neteweyî de dê jin çi bikin? Jina çawa dikarin pêşengiya vêxebatê bikin? Jinên Kurd dê çawa karibin pêşengiya aştiyê bikin? Di siyaseta demokratîk de rola jinê.” Li her parçeyê welêt tecrube cüda ne. Li Bakur serkeftiyên jinan “hevserokatî”, “temsiliyeta wekhev” heye. Parlamenterên ji Başûr hatibûn gotin ger ev yek pêk were “em ê jê feyz bigrin”. Me jî got “bi têkoşînê ve pêkan e”. Ji ber vê yekê biryar hat girtin da ku li Başûr kotaya ji sedî 0 pêk bê. Dê di partiyên xwe yên siyasî de vê têkoşîn û konferansê weke referans nişan bidin. Ev pir girîng e.
 
Li Bakur politikaya bişaftinê pir kûr e. Biryara sereke li hember polîtîkayên bişaftinê bû. Li Rojava modeleke heye û avakirinê de berdewam e. Wexta tê gotin qirkirina jina Şêngal tê bîra me. Li hember vê yekê li Şêngalê rêxistinek hate damezirandin. Rakirina ambargoyê li ser Şêngal û Mexmûrê, li hember vê yekê helwesta jinan û hesabpirsîna jinên Êzidî ji biryarên sereke bûn. Ji bo bilinkirina dengê jinên Rojhilat, têkoşîna ji bo wan biryara me ya hevpar e. Xebateke dîrokî bû hemû parlamenter bi moral û hêzê ve ji wir veqetiyan. Jiyan û dîtina têkiliya neteweyî ji bo me hemû jinan pir girîng bû.
 
Sedsala 21’mîn wek “ronesansa jinê” tê pênasekirin. Peyama jinan li hember vê yekê çi ye?
 
Li çarhêlên cîhanê de desthilata mêran weke pergal êrişê me dike û li gorî vê yekê divê rêxistina me jî ne tenê herêmî be, li her derê cihanê hebe. Wexta guhertina desthilatan em bi êrişên cüda re rûbirû dimînin. Têkoşîna wekhevî û azadiya jinê di heman demê de têkoşîna nasnameyan e. Ev mijra çîn, ekoloji, bawerî û têkoşîna demokrasiyê ye. Ji ber vê, pêdiviya jinan bi pergaleke konfederal heye. Em xeta têkoşînê çiqas mezin bikin em ê karibin ewqas jî demokrasiyê avabikin. Her wiha em ê astengiyan deynin da ku cîhan bi polîtîkayên qirkirinê li ser me rêvenebe. Ji ber vê yekê em dibêjin sedsala 21’mîn sedsala jinan e. Têkoşîna jinan ya hemû cîhanê ye, ya hemû civakan, gelan, nasnameyan, baweriyan û azadiya kedê ye. Em her kes li cihê xwe çiqas karibin rêxistina jinan xurt bikin, em çiqas karibinin li rex hev têbikoşin; dê jin sedsala 21’mîn ronesansa Rojhilata Navîn bihûnin. Niha jina Kurd li Rojhilata Navîn de ronesansa jinan ava dike. Bila hû jin werin beşdarê vê ronesansê bibin. Ev ronesans ya me hemûyan e.
 
MA / Berîvan Altan -  Mujdat Can
 

Sernavên din

08:11 Vedat Aydin tê bibîranîn ZINDÎ
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî
13:59 Li Wanê ji bo protestoya qeyûm ceza
13:55 Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman
13:30 Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê kirin
13:21 Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
13:20 DFG: Di meha Gulanê 78 rojnameger hatin darizandin
12:50 Serxwebûnê xatir xwest: Ji bo destpêkeke nû…
12:44 Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze
11:54 Tevahiya perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand
11:26 10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
11:18 Li Rihayê di du salan de li hemberî 6 hezar û 287 zarok û jinan 13 sûc hatin kirin
10:38 Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn
10:32 Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan
09:53 Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
09:39 Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
09:22 Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
09:07 Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
09:06 Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
09:05 Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
07:40 Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
07:39 Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
10:27 Jinên Kurd li 4 parçeyên welêt ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin
09:58 ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
09:20 Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
09:13 Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
09:07 Bîra Dêrsimê hedef tê girtin
09:05 Juliana Gozen: Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê
09:04 Li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî hat avakirin
09:02 'Pêkanîna mafê hêviyê berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ye'
09:01 Li dijî 'qanûna qetlîamê' li ber xwe didin: Bila vekişin
09:01 Di êrîşa kîmyewî de keça xwe winda kir: Êş bi aştiyeke mayînde derbas dibin
09:00 'Divê destûra bingehîn a nû rengê jinê nîşan bide'
09:00 Hevjîna dadgêr bi yek tikandinê ve dora 8 mîlyon pere winda kir
09:00 Dîmenên nû li ser talana daran a li Gabarê: Bi sedan ton dar hatine jêkirin
09:00 ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN
02/06/2025
16:50 Ciwanên ku pêşengên şoreşger bi bîr anîn hatin berdan
16:49 Prf. Alex Callinicos piştgirî da banga Ocalan
16:49 Mîhrîcana Boreka Kurd dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin
14:48 10'emîn Pakêta Darazê dê sibê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin
14:38 Xwestin hevşaredarên ku ji peywîrê hatin dûrxistin bên berdan
13:35 Rojnameger Elîf Akgul tehliye bû
13:35 Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
13:10 Partiya Şoreşger a Yekbûyî : Em li cem gelê Kurd cih digirn
11:51 Serokkomarê nû yê Polonyayê bû Newrockî yê mihafezekar
11:50 Tedawiya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
11:48 Piştî hevdîtinê daxuyanî: Dê li meclîsê komîsyon bê avakirin
11:45 Muhsîn Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
11:29 Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar
11:27 Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê di bin êrîşan de destpê dikin
10:56 Li Wanê coşa Lîga 1’emîn
10:55 Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir
10:53 'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'
10:10 ‘Di wextê derasayî de betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e’
09:58 'Divê em hemû bi hev re aştiyeke adil û wekhev pêk bînin'
09:00 Qedexe ye lê ew hem cerdevan in, hem jî keya ne
09:00 Dr. Îsmet Konak: Şerê Rûsya û Ûkraynayê veguheriye girêka Gordîon
09:00 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
01/06/2025
16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin