'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’

  • rojane
  • 09:04 19 Gulan 2025
  • |

STENBOL - Kesên tev li bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn, gotin: “Em ji bo mirovên wiha re nikarin bibêjin mirine. Ew ê di dilê milyonan de bijîn.” 

PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Yek ji kesên tev li bîranîna li Stenbolê bûyî jî Fînce Akman a di Nobeta Edaletê de cih girtibû. Fînce Akman, got: “Bi dehan salan bû li çiyayên Kurdistanê bûn. Mixabin wan aştî nedîtin. Em şer naxwazin û aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî hêsirên tu dayikan bibarin. Em ê xwedî li ked û têkoşîna şehîdên xwe Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn derkevin. Sirri Sureyya Onder jî Tirkmen bû lê xwedî wijdan bû. Wanê emrê xwe fedayî vê dozê kirin. Bi hezaran şehîdên me hene. Ez wan silav dikim û dibêjin bila dil şad bin. Îşala em ê aştiyê bînin. Hêviya me heye.” 
 
'ZANAYEKÎ RÛSPÎ BÛ’
 
Rêveberê ANYAKAY-DER’ê Necîp Bîngol jî diyar kir ku cihê Kaytan û Altûn ê di dîroka PKK’ê de girîng e û ev tişt anî ziman: “Alî Haydar Kaytan zanyarekî siyasetê bû, civaknas, wêjevan bû. Mirov nikare tenê bi nasnameya şoreşgertiyê pênase bike. Dema jiyana xwe li çiyê derbas dikir, hesta gel û xakê bi helbestê dahûrand. A rast gotin têr nakin. Mîna profesoran bû, zanayeke rûspî bû.” 
 
‘EM MINETDARÊN WAN IN’
 
Bîngol, got ku divê her kes xwedî li bîranîna Kaytan û Altûn derkeve û wiha pê de çû: “Weke Kurdek dema ez bi rabûrdiya xwe re hevrû dibim, wê demê bi navê Kurd tiştek nemabû. Em şahidên wê demê ne. Ez xwendekarê dibistana amadehî bûm. Sala 1981’ê bû. Ji ber ku bi Kurdî axivîm, mamosteyê min ê wêjeyê heqaret li min kir. Di min de jî hişmendiyeke neteweyî tune bû. Min tenê jê re got em Kurd in. Gelek bi zora mamoste çû. Ji min re got; ‘We ji qert qurtê navek ji xwe re çêkirine û hûn bi Farisiyeke xerab diaxivin.’ Dema mirov tenê li vê mînakê jî dinêre, dibîne ka Alî Haydar Kaytan û Riza Altûnan çiqas nirx li civaka me zêde kirine. Wan ev dinya ji bo me afirandin. Kurd niha li Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng in. Di siyaseta cîhanê de hene. Her kes vê dibîne. Em minetdarên wan in. Wan mîrateyeke mezin a manewî ji me re hiştin. Mîrateya wan jî jiyaneke birûmet û azad e. Bi taybet jî divê Kurd xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin. Dema em xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derketin, wê demê em ê li bîranîna wan jî xwedî derkevin.” 
 
'EM NIKARIN BIBÊJIN EV MIROV MIRINE’
 
Fazîle Erturk ku tev li bîranînê bûbû jî ev tişt anî ziman: “Wan çirûska ewil a rizgariya gelekî vêxistin. Hevrêyên ewil ên Rêbertiyê bûn. Bûn dermanê derdê gelekî. Mirov nikare wan bi gotinê vebêje. Em jiyake deyndarê wan in. Ji ber canê xwe feda kirin. Mirov nikare ji kesên wiha re bibêje mirine. Ew ê di dilê bi hezaran kesan de bijîn. Wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Xwedîderketina li fikrên wan, şopa li ser rêya wan deynê stûyê me ye. Li rexekî pêvajo hêviyê dide li rexa din jî agahiyên wiha nebaş hene. Divê di pêvajoya nû de her kes Rêbertiyê rast fêm bike û rast tev li pêvajoyê bibe. Weke Rêbertiyê gotiye, ‘ev ne dawî, destpêkeke nû ye.’ Hêviya min heye. Ez ne ji aliyê din, ji gel bawerim ku dê xwe birêxistin bike û aştiyê bîne.” 
 
'ÇÎROKA WAN GELEK BANDOR LI MIN KIR’ 
 
Heseroka DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê Rûkiye Ekenler jî diyar kir ku wê di salên 90’î de dema diçû zangîngehê li çîrokên Altûn û Kaytan guhdarî kiriye û got: “Dema min çîrokên wan bihîstî gelek bandor li min kiribû. Ew, şervanên azadî û heqîqetê bûn. Hem hebûna wan hem jî şehadeta wan şopên cidî li pey xwe hişt. Di şexsê wan de em bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreş, aştî, azadî û demokrasiyê bi bîr tînin. Em ê tu yek ji wan ji bîr nekin û dê her di têkoşîna me de bijîn. Ji bo cîbicîkirina xeyalên wan em ê bênavber bixebitin. Li gorî çîrokên wan me jî hewl da di vê têkoşînê de cih bigirin. Hêvîdarim em di demekî herî kin de xeyalên wan pêk bînin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû - Melîk Çelîk 
 
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’