'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’

  • rojane
  • 09:04 19 Gulan 2025
  • |
img

EDENE - Psîkolog Mesût Aslan têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd tên meşandin axivî û got: “Aştiyeke mayinde ya di nava civakeke azad de, bi başbûn û edaleteke raset pêkan e.” 

Psîkolog Mesût Aslan ku têkildarî psîkolojiya civakî de xebatan dimeşîne, têkildarî bandora pêvajoya şer a li ser derûniya civakê û bandora pêvajoya heyî ji ajansa me re axivî. Aslan, diyar kir ku tundî ne sepaneke şexsî sepaneke sîstematîk a îktîdarê ye. Aslan, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan û xizanî ne tenê dikare li ser şexsa were pênasekirin û encama sîstematîka tundiyê ya di binhişê civakê de ye. Aslan, anî ziman ku pergala mêrsedest xwe bi şer re xurt dibe û got: “Lewma jî dema mirov di vê çarçoveyê de dinirxîne, tundî ne tiştekî şexsî, sepaneke sîstematîk a îktîdarê ye.”
 
Bi domdarî Aslan bal kişand ser pêvajoya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Rehebîlîtasyona civakê ne tenê pêvajoyeke terapiyê ye, hemleyeke jinûavakirina kolektîf e. Birînên ruhî, ne tenê bi terapiyên şexsî; divê mirov bizane ku qebûlkirina heqîqeta civakî, cîbicîkirina edaletê û bi avakirina jiyaneke azadîxwaz dikare bê başkirin. Di pêvajoyê de ji ewil tişta pêwîst ew e ku heqîqet bê naskirin, ya duyemîn xwebirêxistinkirina cewherî û piştevanî û ya sêyemîn jî pêdivî bi avakirina civakeke exlaqî-polîtîk heye.” 
 
'DIVÊ DEWLET HEVRÛ BIBE’
 
Aslan, bi lêv kir ku heke dewlet bi rastî jî bixwaze civakê baş bike, wê demê hewceye mekanîzmayên tundiyê diafirînin jinûve sererast bike û veguherîne. Aslan, wiha domand: “Ji bo vê sererastkirin û veguherînê jî divê komîsyonên heqîqet û hevrûbûnê bên avakirin, qadên hilberandin, tevlibûn û xwerêveberiyê yên jinan bên avakirin, modelên ku piştgiriyê didin rêxistinkirina civakê bên cîbicîkirin, navendên têgihandin û terapiyê yên civakê bên avakirin û navendên ku xebatên travmayên kolektîf û piştevaniya civakî esas digirin bên vekirin. Divê dijminatiyê li daxwaza azadiya şexsî nekin, jê re bibin hevrê. Ji ber ku aştiyeke mayinde û edaleteke rast tenê di nava civakeke azad de pêkan e.” 
 
'ŞER Û MILÎTARÎZM TEŞE DIDE ROLÊN ZAYENDA CIVAKÎ’
 
Civaknas Taner Taş jî daxuyand ku şer û milîtarîzm bandoreke mezin li ser avadaniya sosyo-ekonomîk a civakê, dînamîkên zayendî û têkiliyên hêzê dikin û ev pêvajo teşe didin rolên zayenda civakî, jin tên paşguhkirin û ev yek jî bi xwe newekheviyên ekonomîk-civakî kûrtir dike. Taş, bal kişand ser pêvajoya şer a li Tirkiyeyê û bi lêv kir ku polîtîkayên şer û milîtarîzma li Tirkilyeyê bedena jinê hem ji hêla sembolîk ve hem jî ji hêla fîzîkî ve hedef digire û teşe dide rolên zayenda civakî. 
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN 
 
Taş, got ku ji bo texrîbata civakî ya şer û milîtarîzmê bi xwe re anî ji holê bê rakirin, hewceye pêvajoya jinûveavakirinê ya piralî bê meşandin û ev nirxandin kir: “Divê hedefa vê pêvajoyê jî başkirineke şexsî û kolektîf be û wekheviya zayenda civakî bibe navenda wê. Li şûna milîtarîzmê, divê mejiyeke aştiyê esas digire bê avakirin. Ji pergala perwerdeyê heta medyayê di tevahiya sazyên civakî de ev pêwîst e. Dikarin li dibistanan dersên wekheviya zayendî û çareseriyên şer bên dayin. Xurtkirina jinan a ji hêla aborî, civakî û siyasî ve yek ji hîmên bingehîn ên avakirina jinûve ye. Ji bo jinên bûne mexdûrên şer, divê bernameyên piştevaniya psîkolojîk bên lidarxistin. Hewceya Wezareta Jinan bê avakirin. Hewceye pergala alîkariya civakî bê xurtkirin. Di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de reformên qanûnî, tevlikirina jinan a pêvajoya aştiyê, reformên perwerde û medyayê, perwerdeya ku li şûna gotinên milîtarîst wekheviya zayendê û aştiyê teşwîq dike wer avakirin. Polîtîkayên şer û milîtarîzm, li Tirkiyeyê yek ji sedemên sereke ya xizaniya jinan û zêdebûna tundiyê ye. Şer û pevçûn, koçberiya bi darê zorê, polîtîkayên neolîberal, jin ji hêla aborî û civakî ve bêhtir êşandin. Di pêvajoya avakirinê ya nû de divê avadaniya pirçandî û dîrokî ya Tirkiyeyê esas were girtin. Pêşengtiya dewletê ya bi reformên qanûnî, alîkariya civakî û pêşengtiya wê ya ji bo pêvajoya aştiyê, nifteya başbûna civakî ye.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’