Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin

  • rojane
  • 17:03 14 Gulan 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hat lidarxistin. 

 
PKK’ê, di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest dane. Kaytan û Altûn bi çalakiyên li Riha, Agirî, Qers, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin hatin bibîranîn. 
 
RIHA
 
 
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Curnê Reş a Rihayê bîranîn hat lidarxistin. Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Çîçek Ayşe Çîçek, xwişka Salih Kandal Aynûr Yilmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, hevşaredarên DEM Partiyî û gelek welatî tev li bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan, Altûn û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hatin daliqandin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane find hatin vêxistin. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneke der heqê jiyana Kaytan û Altûn de hate nîşandan. Gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî di bîranînê de axivî û serpêhatiya têkoşîna azadiyê ya Kurd vegot. 
 
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglû metna hevpar xwend û got: “Şehadetên çêbûyîn bandoreke mezin li ser me tevan kir. Em ê di rêya wan de bimeşin. Em soza mezinkirina têkoşînê didin wan.” 
 
'EV NE DAWÎ YE, DESTPÊKEKE NÛ YE’
 
Dayika Aştiyê Fatma Akbaş û Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas jî axaftinên kin kirin. Omer Ocalan jî di bîranînê de wiha got: “Rêbertî, ji bo avekî li vî agirî bike, aştiyeke birûmet birêxistin dike. Em, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên di sala 1973'yan de bi Rêbertiyê re dest bi meşê kiribûn, bi bîr tînin. Divê her kes li paş xwe vegere û tiştên di van 52 salan de qewimîn binêre. Curnê Reş malovaniya gelek şoreşgeran kir. Riza Altûn li vir hate girtin û birin girtîgehê. Li vir dîrokek hate nivîsandin. Em ê her tim vê dîrokê bixwînin. Em ê têkoşînê mezin bikin. Bi hezaran zarokên vî gelî bi canê xwe ev têkoşîn mezin kirin. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em vê têkoşînê mezin bikin û bi ser bixin. Rêberê Gelê Kurd ev 26 sal in di tecrîdê de ye. Hêzên hegemon bi hemû hêza xwe êriş kirin lê nekarîn vê têkoşînê têk bibin. Gelek rê û rêbaz ceribandin lê nekarîn. Gelê Kurd ji her kesî baştir berxwedanê dizanin. Em dikevin pêvajoyeke nû. Rêber Apo, paradîgmayeke nû datîne pêşiya me. Ev ne dawiyeke e, destpêkeke nû ye. Divê her kes xwe di vê pêvajoyê de bibîne. Divê em hemû dilmayînên xwe deynin aliyekî. Îdiaya me mezin e. Em ê bi hev re vî barî li xwe bigirin. Rêber Apo, bi salan li muxataban geriya. Di sala 1993’yan de dema Rêber Apo agirbesta yekalî ragihandî ev yek got. Turgut Ozal di wê demê de jiyana xwe ji dest da. Divê her kes di vê pêvajoyê de baldar be. Gelê Kurd bi Rêber Apo bawer e. Hem barê me hem jî îdiaya me mezin e. Em ê heta dawiyê di vê rêyê de bimeşin.” 
 
Xwişka Salih Kandal, Aynûr Kandal jî bal kişand ser rola dîrokî ya têkoşînê li Curnê Reş û ev tişt anî ziman: “Dema Rêber Apo hatibû vê derê, dayika min jê pirsî bê ka î ye. Wî jî got; ‘Ez mamosteyê mamosteya me.’ Weke malbatan em ji mamosteyê xwe bawerin û heta nefesa xwe ya dawî em bi wî re ne. Divê dewlet demildest gavan biavaêje. Zêdetirî 50 sal in têkoşînek tê dayin û bila êdî kesek negirî. Bila her kes destê xwe deyne bin kevir. Şer hêsan e lê aştî zehmet e.” 
 
Di bîranînê de kesên şahidiya salên 1978-79’ê kirin, bîranînên xwe vegotin. Herî dawî jî ji bo tevlibûna bîranîna di 18’ê Gulanê ya li Amedê bang hate kirin. 
 
AGIRÎ
 
 
Bi pêşengtiya rêxistinên DBP û DEM Partiyê li Agiriyê bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn, li Eywana Kofneransê ya Sema Yuce ya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar hat lidarxistin. Rêveberên her du partiyan ên bajar û navçeyan, endamên meclisa giştî ya bajar û şaredariyan ên DEM Partiyê û gelek welatî tev li bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin daliqandin û bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de peama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kaytan û Altûn şandî û peyama DEM Partiyê hatin xwendin. Piştre jî sînevîzyoneke ku jiyana Kaytan û Altûn vedibêje hate pêşandan. Beşdaran dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. 
 
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar ên Qers û Erziromê jî bernameyên bîranînê li dar xistin. Partiyî û gelek welatî beşdarî bernameyên bîranînê bûn. 
 
COLEMÊRG
 
 
Li rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê jî bîranîn hat lidarxistin û sînevîzyon hate pêşandan. Di bîranînê de qurnefîl danîn ber wêneyên Kaytan û Altûn û find hatin vêxistin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî nivîsên ku jiyana Kaytan û Altûn vedibêjin hatin xwendin û sînevîzyonek hate pêşandan. Bîranîn, bi, dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî bi heman boneyê bîranîn li dar xist û sînevîzyon pêşan da. Gelek kes tev li bîranînê bûn. 
 
ÎZMÎR
 
 
Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bîranîn hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo Kaytan û Altûn çerax hatin vêxistin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) Mîkaîl Atan di bîranînê de got ku tevgera azadiyê ya Kurd derbasî qonaxeke nû bûye û got: “Meşa me ya têkoşîna 52 salan bi hemû heybeta xwe didome. Ev ne dawiyeke, destpêkeke nû ye. Em wisa bi hêsanî negihiştin van rojan. Ev rê, kesên digotin ‘em jiyanê bi qasî di rêya wê de bimirin jê hez dikin” vekirin. Wan em gihandin van rojan.” 
 
Piştre jî sînevîzyoneke ku jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Bîranîn, bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’